www.kurdistan.nu

PSK Bulten

PSK - BultenArþiv

PSK
KOMKAR
Roja Nû
Weþan / Yayýn
Link
Webmaster
 
 
      
 

PIRSA KURD LI PARLAMENTA SWÊDÊ

Þoreþ Zîrek / Swêd

Nûnerê Partîya Cep Ulla Hofman li ser pirsa  vegerandina penaberên (mihacir) Kurd ji Başûrê Kurdistanê ji wezîrê Karûbarê Bîyanîyan Maja- Inger Kingvall di 2001-10-5 de pirsî.

Hofman di pirsa xwe da dibêje ”Hukumeta Swêdê plan dike ku penaberên Kurd ên ji Bakurê Iraqê şûnva vegerîne, ji ber ku bawer dikin rewaşa li heremê stabîle bûye. Lêbelê ew aramî (stabîlte) ya heyî bi saya  parastina DYA (USA) ye  ku bi balafirên xwe wê herema Bakûrê Iraqê Kurdan diparêze.Ew roja ku DYA xwe ji heremê vekişîne, hêzên Saddam Huseyîn wê dîsan êrişî wê heremê bikin. Ew bîrûbawerî ku li ba hukumetê heye li ser ewletîya vê heremê li ser bingehên agahdarîyên kevn hatîye avakirin. Niha komikên fundementalîst bi têkûzi xebat dikin ku li Bakûrê Iraqê desthêlatîya xwe zêde bikin. Di 25 îlonê de komek terorist bi navê Jund Al Islam êrişî Helebçê kirin. Wan 40 kesên swîl û esker êxsîr girtin. Eskerên Hukumeta Kurd hewldan ku girtîyan azad bikin,lê wan piştre dîtin ku  hemû ew kesên dîlgirtî hatine kuştin. Li gor agahdarîyan Jun Al Islam komek terorist e û li Afganîstanê eskerî perwerde bûne û ji kesên pirrgelî ye.

Ew bûyerên ku niha li Cîhanê û li vê heremê rûbar dibin, wûsa xûya ye li wê heremê ne aştî  û ne jî ewleyî heye. Bêguman li heremê  geft li ser Hukumeta Kurd didome. Komika fundemental a terorist di bin navê îdeolojîya îslamî, di vê bûyerê de bawerî nîne ku Kurdên li cîhana roavayê jîyane û bi bîrûwarîya wan deran girtine, bibexşîn e.” Hofman piştî raberkirina raya xwe li ser rewşê pirsa xwe ji wezîr dike: ”Ez dixazim ji wezîr pirs bikim:
Ma gelo  tedbîrên hukumetê ên dûrdirêj hene ji bo parastina û ewletîya kurdên li Bakurê Iraq ên pêşerojê ?

Wek pê agahdarin ku hukumet Swêdê dixwaze 4000 penahandeyên Kurd ji Basûrê
Kurdistanê  vegerîne. Ew pirs di çapemenï û medya Swêdê de gelek hat
nivîsîn û peyvîn.Cend partîyên Swêdî, rexistên swîl û Federasîoyan Komelên
Kurdistanê li ser vê pirsê nerazîbûna xwe bi xurtî di medya de dan xûyanîkirin.
Bi taybetî serokê Federasîyona Komelên Kurdistanê Keya îzol di radîyoya Swêdê
de beyan kir ku: Ew penaberên Kurd hatine Swêdê ji ber neçarî û xetera li
heremê heye derketineji welatê xwe.Rewsa li Başûrê Kurdistanê di bin geft û êrişên dewletên neyar da ye. Ji ber vê yekê Kurd ji welatên xwe koçber dibin. Îro ne dewleta
Tirkîyê ne jî dewleta Swêdê nikarin ewletîyekê bidin ku ew penaberên Kurd
bi selametî vegerin welatê xwe.Dewleta Swêdê gereke maf û heqên wan
4000 Kurdî qebûl bike.

Wezîra Karûbarê Bîyanîyan Maja-Inger Kingvall di bersiva vê pirsê de dibêje ”hukumeta Swêdê zûda wek raya Komîseryata Penaberan ya Miletên Yekbûyî (UNHCR) dixwaze penaberan vegerîne, lê heke merciyên resmî dîyar bikin ku ewlekari ne hewce ye, hingê em ê penaberan vegerînin. Divê ez vê jî bêjim: heta niha me mafê mayînê daye gelek kurdên bakûra Iraqê ku li Swêdê bimînin ji ber ku şertên vegerandinê dest nedane. Ev yek berdewam dike, lê li gelek welatên Awropayê yan daxwaza wan red kirine yan ji tenê ser demeke kurt hîştine ew bimînin. Û tê zanîn ku gelek kesên penaber li ser demeke kurt an jî dirêj diçin Iraqê û tên. Ev tiştana wê li ser tewrê merciyên swêdî tesîrê bikin. Bêguman ew şertên nû yên ku vê dema dawî peyda bûne wê li ber çavan be û hukumeta Swêd gav bi gav teqib dike.”