PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Dengê Xwe Bide Namzetên Aşitîxwaz, Azadîxwaz û Demokrat

Gelê Kurdê Xweragir û Gernas,

Bona pûç kirina siyaseta fermî a dewletê, ku dixwaze rêka xebata parlamenterî bi ser me da bigre û ji bona ve armanca kirêt qanun derdixe û ajave digerine, di 12’ê Hezîranê sala 2011’an da here ser sandoqa dangdanê. Bi dengê xwe ve nişan bide, ku xwazyarê aşitî, demokrasî, azadî û wekhevî yî û dixwazi kêşeyê Kurd bi rêka diyalog were çareser kirinê.

-      Ji bona amade kirina destureka nu, ku têda hebûn, maf û azadiyên netewî û demokratîk a Kurdan û pêkhatiyên din yên netewî û olî were desteber kirinê,

-      Ji bona bi kar anina zimanê Kurdî di hemu qonaxên perwerdeyî û jiyana siyasî û civakiyê da,

-      Ji bona, ku Kurdan bikaribin bi nasnama xwe rêkbixin û bi rêka rêxistina xwe ve bêşdarî jiyana siyasî, îdarî û çandî bibin,

-      Ji bona jêk belav kirina hemu saziyên mîlîtarîst wek JİTEM û çaşitî;

-      Ji bona hilanina rejeyê hilbijartin û astengên dinê, ku nahêlin Kurdan û çepan bêşdarî kar û barên Meclîsê bibin;

—      Ji bona eşkere kirina qatilan, ku di “Cinayetên Qisas Ne Diyar ” da bêşdar bûne û girtin û siza dana wan;

—      Ji bona derxistina lêborina siyasiya be qeyd û şert, daku rewşa girjiyê aram be,

—      Ji bona mafên xwe rêkxistinê bê qeyd û şart ji bona hemu zahmetkeşan û baştir kirina rewşa kar kirinê bi gor prensibên Rêxistina Kar Kirinê ya Navnetewî (ILO),

—      Ji bona hilanina tund û tijiyê li ser jin û zarokan û parastina wan ji tund û tijiyê;

—      Jı bona desteber kırına mafê rêkxistinê bo hemu kesan;

—      Ji bona kûrbûn û berdewamiya proseya demokrasî û guhertinê,

—      Ji bona ci be ci kirina mercên Yêkitiya Ewropa bona endametî di vê yêkitiyê da;

—      Bi kurtî ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û pêşketina pevajoya guhertin û demokrasiyê dengê xwe bide berandamên welatparêz, pêşverû, demokrat û sosyalîst.

Azadîxwazan, aşitixwazan,

Bawermendan,

Zahmetkeşan;

Yên ku ji ber nasnama xwe zilm û teda dibînin,

Di pevajoya hilbijartinê da xwazyarê daxwazên xwe yên aşitî û azadî bin,

Yêkitiya tevgera welatparêz a Kurd daxwaz bikin,

Bi dengê xwe va nişan bidin, ku xwazyarê hevxebata hêzên aşitixwaz, pêşverû û bizava welatparêz a Kurd in. Ji ber ku gihiştin bi armancên xwe, çareser kirina pirsa Kurd li ser bingeha wekhevî û ava kirina sîstemeka demokratik, girêdayiya vê yêkitiyê ye.

26ê Gulana 2011

Partîya Soyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2010