PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Îro, aşitî ji her demê pirtir pêwîst e

1’ê Îlon Roja Aşitiyê di hel û mercekê da tên pîroz kirin, ku dîmenên kavil bûn, birçitî, êş û elem, ku berhema şer in, bi ser dinyayê da girtine.

Îro jî daxwaza lezgîn a gelên dinyayê aşitî ye.

Divê dîmenên Somalî, ku berhema destêverdana dewletên emperyalîst û şerê naxweyî ye, bibe dersek ji bona wan kesan, ku şerê tiştekê pîroz dizanin.

Divê çarenusa rejimên diktator yên Lîbya û Sûriyê, ku dijî proseyê guhartinê li berxwe didin, gund û bajarên xwe didine ber bomban, bibe dersek ji bona wan kesan ku guhê xwe li ber daxwazên aşitiyê digrin.

Roja Aşitiyê ya îsal ji bona Turkiyê û Kurdistana Bakûr girîngtir e.

Ji ber ku dengê bomba, top û firoke guhê mirov kehr dike, ji ber teqina mayinan bedenê mirov perçe perçe dibin.

Ji ber ku sonda tol vekirin têne xwarin, bi hamesata “şehîd” propagandayê şer têne kirin.

Ji ber vê yekê îro jî ragihandina agirbes û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê daxwaza lezgîniya gelê me ye.

Hêjmara gerila û serbazên, ku di vê şerê da canê xwe dane, qasê nifusa bajarokê ye.

Ji bona vê yêkê îro aşitî ji her demê pêwîstir e.

Şerê, ku îro berdewam e, ne tenê nabite dermanê tû derdan, her usa dibite sedema pûç bûn û rizandina terefên şer û civatê.

Ji bona têgihistina rastiya hanê divê çend kesên dinê bibe qurbana şerê hanê?

Divê bizanin, ku şerê îro nikare pirs û pirsgirêkan çareser bike, beravajiya vê, şerê îro pirs û pirsgirêkan aloztir dike.

Şerê îro di destê dewletên dagirkeran da bûye behaneyek ji bona êriş kirin li ser Herêma Kurdistanê.

Şerê hanê dibe perdeyekê stur  li ser siyaseta asimîlasyonê û dagir kirina mafên demokratîk û dibe sengerê berxwedana hêzên dij demokrat û şerxwaz.

Şerê hanê dibite astengek li pêşiya xebata hezên aşitixwaz.

Em dizanin, hêzên şerxwaz, aliyên, ku dixwazin şerê hanê berdewam be û dibine xwedanê pişka şêr a vê şerê, guhê xwe nadine bangawaza aşitiyê.

Lê em bangawazê xwe dubare dikin:

Divê operasyonên leşkerî bê sekinandin, agirbes bê ragihandin!

Divê rê li ber çareseriya aşitiyane bê vekirinê.

Divê him dewlet û him jî PKK ji naveroka peyama jinên Kurd, ku leçika serê xwe avêtine, baş têbigihin û guhê xwe bidine daxwaza aşitiyê.

Na bona şer!

Bijî aşitî!

Bijî 1’ê Îlon Roja Aşitiyê!

31 Tebax 2011

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 
PSK Bulten © 2010