PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

Şandeya PSK, serdana PDK-Bakur kir

Îro, şandeyek Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK serdana nunertiya Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur-PDK-Bakur kir.

Dengê Azad/Hewlêr

Di hevdîtinê de bûyer û pêşhateyên dawî yên siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de hewl û xebatên ji bo pêkanîna yekîtiyê gavên erênî û pîroz hatin wesifkirin û ji bo pêkanîna yekîtiyek berfireh cext li ser girîngiya hevkarî û tevkariya hêzên Kurdistanî kirin.

Aliyan herweha diyar kirin ku ji bo berfirehkirin û xûrtkirina zemînê siyaseta demokratîk û aşitiyane, daxwazên gel û bangawaziya dam û dezgehên sivîl ji bo aşitiyê divê liberçav bê girtin û di vê bingehê de xebatek ji bo bidestxistina mafên rewa yên gel kar bê kirin.

 
PSK Bulten © 2011