PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Parastina Celal Talabanî, Parastina Deskevtiyên Netewî, Aşitî û Azadî Ye

Axaftina Serokkomara Iraqê Celal Talabanî li Dewleta Yekbûyiya Amerîka, li Tirkiyê bûye sedema helwesteka tund û êrişa hikumet û muxalefeta vê welatê û medyayê mîlîtarîst, kevneperest, nijadperest û şovenîstên Tirk.

Gisekerê hikumeta Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AKP) Cemil Çiçek, derberayê axaftina Celal Talabanî usa dibêjê. “Em guhê xwe nadin gotina serokeşîret û yên ku pêlav maç dikin.”  Ango Cemil Çiçek bi gor destura dewleta xwe diaxive û ji bo serokên siyasiya Kurdistanê Başurê dibêje “serokeşîr.”

Sedema êrişa Cemil Cîcek, partiyên opozîsyonê û medyayên wan li ser Celal Talabanî, Kurd bûn û xebata wî ye, axaftina wî ye, yên li ser çereseriya kêşeya Kurd bi rêka demokrasî û aşitiyê.

Êniya dij-Kurd li Tirkiyê, axaftina Serokkomarê Îraqê ji xwe ra kiriye hencet û  dest bi kar bûye.

Êriş kirin li ser Celal Talabanî, nişana qebul nekirina Serokkomariya wî ye, ku jiyana xwe pêşkeşê rizgariya gelê Kurd kiriye.

Êriş kirin li ser Talabanî, erîş kirin e li ser hemu Kurd û mafên wan yên netewî û demokratîk.

Êriş kirina hikumeta AKP, opozîsyon, nijadperest û şovenên Tirk û medyayê wan, erîş kirin e li ser ezmun û deskevtiyên netewiya Kurdistana Başurê.

Êriş kirin li ser Talabanî, ne tenê pirs û kêşayên navçeyê çareser nake, her usa wê aloztor û tevlihevtir bike.

Em weku PDK-Bakur, PSK û PWD piştgiriya axaftina Serokkomarê Iraqê dikin û ji hêzên welatparêz, sazî û dezgeyên Kurdistana Bakûrê dixwazin, ku diji êrişên neyar û nehezên Kurd, piştgiriya Celal Talabanî bikin. 

Hezên aşitixwaz û demokrat û pêşverûyên Tirk divê bizanin êrişên hanê neyartiya Kurd lı Tırkiyê bi hêztir dike. Lewma jî divê diji êrişên li ser Talabanî, dengê xwe bilind bikin.

Hikumeta Tirkiyê, ku dixwaze Serokkomarê Iraqê axaftina xwe “serrast” bike, divê ji ber gotina gisekerê xwe, lêborinê ji Celal Talabanî bixwaze.

Dewleta Tirk divê dev jê êrişên hanê û dijminahi li serokên Kurdistana Başurê,  ku bilî ji tevlihevtir û aloztir kirina kêşayan, tû feyda wî nîne, berde û li ser rêzgirtina hevdu, ligel Hikumeta Herêma Kurdistanê pêyvendiyên baş dayne û pêşve bibe.

28’ê Îlona sala 2006

Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-Bakur),
Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK),

Partiya Welatparêzên Demokrat-Kurdistan (PWD)
 

 
 
PSK Bulten © 2006