Hunermendê
hezkirî yê muzîka kurdî, dengbêj
Karapêtê Xaço çû
ser dilovaniya we
Karapêtê Xaço (1900(?)-2005) li Ermenîstanê
wefat kir. Karapêt bi eslê xwe ermeni ye, zarotiya xwe û
xortaniya xwe li Kurdistanê li navça Xerza derbas kiriye.
Malbata wî di destpêka ss 20-î de, di gelkujiya dewleta
Osmanî ya li ser ermeniyan û gelên din ên ne musulman de
hatin kuþtin. Karapêt bi xwedîlêderketina hin cîranên kurd
ji kuþtinê hatiye xilaskirin, bi salan bi þivantî û gavantiyê
abûra xwe kir. Wextê Suriye di bin destê Fransayê de bû
Karapêt çû çend salan li wir jiya. Di sala 1946an de xwe
li welatê xwe yê milletiyê yanî Ermenîstanê girt çû li wir
cîwar bû. Nêzîkî þêst salî li Ermenîstanê jiya û li wir
jî çavên xwe li jiyanê girt.
Karapêtê Xaço bi saya weþana Radyoya
Erîvanê ya kurdî li seranserî Kurdistanê
hat guhdarîkirin û naskirin. Ew hunermendekî
strana kurdî ê gelekî hezkirî û
bi nav û deng e. Lê hezar carî mixabin
ku hezkirina guhdarên wî ew ji feqîrî
û belengaziyê xilas nekir. Xasima piþtî
belavbûna dewleta Sovyetê wek gelek hunermend
û rewþenbîrên kurd Karapêt
jî terkeserî feqîryê bû.
Karapêtê Xaço wê
bi dewr û zemanan di kultura kurdan de bijî,
lê çîroka jiyana wî jî, û
ew deynê me yê ji wî re jî wê
her li ber çavê me. Gelo wek gel, wek netewe
em kurd em ê çawa bikaribin wefadariya xwe
nîþan bidin, qenebe piþtî mirina
wî... Bila serê malbata wî, dostên
wî û hezkiriyên muzîka kurdî
sax be.