Romaneke dîrokî:
Biro
-Romana Serhildana Agiriyê-

(Pirtûk 336 rûpel e, di sibata 2010-an de di nav weşanên DENG de li Diyarbekirê derketiye, wêneyê bergê pêşîn ji alî Arif Sevinç hatiye çêkirin)

Haluk Öztürk

Di dawiya meha sibatê de romaneke Yilmaz Çamlibel bi navê ”Biro” bi zimanê kurdî derket. Min ew bi baldarî û bi heyecan xwend û dixwazim li ser wê bi kurtî raya xwe bi xwendevanan re parvekim…

”Biro” romaneke dîrokî ye, mijara wê şoreşa Agiriyê ye. Romanê, sernavê xwe ji navê serkêş û qehremanekî vê bûyera mezin; Biroyê Heskê Têlî hildaye. Sernavê pirtûkê li naverokê digunce. Bi rastî rol û giringiya Biro (Birahîm Axa) di destpêkirin û berdewamkirina vê serhildana kurdan de mezin e. Yê ku cara pêşîn li dijî zulma Komara Tirkiyê, agirê ”Serhildana Gilîdaxê” vêxist Biro bû. Gereke romana Biro bihata nivîsandin…Ev pêdivî û erkekî muhîm bû. Pêkanîna vî erkî bû para Yilmaz Çamlibel. Bi qasî ku ez dizanim ev romana yekemîn e ku li ser Serhildana Agiriyê bi kurdî hatiye nivîsandin.  

Çîrok bi taswîreke kurt ya rojeke baharê ya xweş dest pê dike. Lê xweşî û comerdiya suriştê îsal li Bazîdê û li derdorê Çiyayê Agirî ketiye bin siya tirs û endîşeya surgûnên nû. Dîsa ferman e! Fermana surgûnkirinê ye! Kalemêrên Bazîdê vê xebera reş, bêbextiya dewleta romê ya nû xeberdidin. Dûra zincîrebûyerên berxwedanê, çîroka ku bi destanên qehremaniyê dagirtî dest pê dike û diçe...Heta ku digihîje encameke dramatîk.

Li ser zimanê romanê, awayê hûnandin û estetîka romanê ez ê zêde tişt nebêjim, ev bêtir karê rexnegirên edebiyatê ye. Lê wek xwendevanekî ez ê çend têbinîyan diyar bikim.

Min ew ruhê ku di romanê de heye zû qefalt. Yan jî ewî ruhî ez zû rapêçam... yekser ketim hewaya romanê, di destpêkê de min xwe li qerargeha Biro û mêrxasên celalîya li Mixtepe û Girê Kesk dît. Di hêwirza hest û ramanên şervanan de ez bi wan ra bûm. Dibe ku ev wek pêşinhukmiyekê bê dîtin, lê di serî de û bi yek gotinê dixwazim bêjim: Min ji “Biro” hez kir. Çîrokê ez bi xwe ve girêdam, heta min ew xilas nekir, dest ji min berneda. Ji xwe hemû çîrokên biserketî ne wisan in?...

Rindî û bedewiya vegotina hunerî ya ku di stranên gelêrî de li ser vê berxwedana dîrokî heye (wek nimûne: strana “Ez nemînim”)  di vegotina romanê de jî tê dîtin.

Zimanê romanê kurmanciyeke zelal e, her kesekî kurmancîaxêf dikare bi hêsanî wê bixwîne û jê fehm bike. Stîleke xweser ya Çamlibel heye. Di axaftinê de jî ...Yên ku lê gudarî kirine dizanin, retorîka wî bi tesîr e; ew vegotinên xwe bi gotinên pêşêyan, bi henek û qewlikan dixemilîne. Li vir jî, ango di nav rewşa dijwar ya şer de jî, nivîskar, reng, deng û xweşî û nexweşiyên jiyana civakî ya rojane bi hevra û bi aweyekî zindî tîne ber çavan. Bi ken û girîn, bi şîn û şadiyên jiyanê ve...

Belê zimanê romana “Biro” zimanekî rehwan e, xwendina wê ne dijwar e, lê bi temamî ji kêmasiyên rêzmanî û rastnivîsandinê bilî nîne. Ji xwe ne mumkun e ku wisa be jî; ji ber ku zimanê me yê nivîskî, hîna jî di nav pêvajoya standardbûnê de ye (kurmancî di nav xwe de). Mixabin li cî-cîyan şaşiyên tashîhê jî derdikevin ber çavên xwendevanan.

Û bi min weha ye, ku nivîskar di qedandina pirtûka xwe de hinekî lez kiriye, roman dikaribû dirêjtir bûya, ji ber ku di destê nivîskar de kelepûrên dîrokî û folklorî ji bo nivîsandineke dirêjtir hene û karê vegotin û nivîsandina baş ji destê wî tê. Bêguman 330 rûpel jî ne hindik e, lê ez dibêm qey romana Serhildana Agiriyê dikaribû di çend cîldan de bihata nivîsandin...

Di wan 330 rûpelan de jî eger nivîskar hinekî bêtir cî bida taswîra rewş û nexşên civakê û dîmenên sirûşta herêmê wê hîn baştir bûya, li gor raya min.

Çend roj berê Çamlibel di hevpeyvîneke Radyoya Çira Agirî de, ku min bi xwe gudarî kir, di derheqê nivîsandina romanê de -ji nefspiçûkî û kubariya xwe-  weha got: “Ez merivekî teknokrat im, di rewşeke normal de ez ê hîç ne bi siyasetê, ne jî bi karê nivîsandinê mijûl bûma. Lê jiyanê ez dehfdam, û hinek heval û hogiran jî ez dehfdam ku ez vê romanê binivîsim.” Çamlibel, bi vê yekê re girêdayî piştre anekdotek jî got: “Go rojekê li ber çemekî yan jî deryayekê keçikeke ciwan dikeve avê, lê avjeniyê nizane û di ava kûr de li ber xeniqandinê ye, wê gavê li qeraxê avê, di nav qelebalixê de dibe qêrîn û hewar,  eman-yeman zû bikin, kesek tune keçikê xilas bike! Xortek hema xwe bi kelecaneke mezin davêje nav avê, bi zor-bela keçikê xilas dike. Piştî ku ji avê derdikeve û tê ser hişê xwe, dibêje: ka hela bêjin ew kîjan sekbav bû ez dehfdam?

Kê jî te dehf dabe baş kiriye, siheta te xweş nivîskarê hêja! Û mala wan kesan ava be, yên ku tu dehfdane vî karî!

Hêvîdar im piştî çend salên din, romana Çamlibel wek fïlmeke sînemayê derkeve pêşberî me... Em bi hevra wê rojê bipên.

Romana dîrokî û afirandina şu´ûra dîrokê

Wek tê zanîn Yilmaz Çamlibel çend sal berî nuha, xebateke lêkolînî li ser dîroka şoreşa Agirîyê  weşandibû (Gilîdax bê xwedî nîne-2005). Wî bi berhevkirina gelek belgeyan û hevpeyvînên digel şahidên zindî yên şerê Girîdaxê xebateke ciddî û hêja anîbû meydanê. Piştra jî ev roman... Ango nivîskar bi du şêweyên vegotinê yên cuda; lêkolîn (wek dîrokzan) û roman (wek nivîskarê edebiyata bedew) pêvajoyên vê bûyera dîrokî pêşkêşî me dike.

Di herdukan de jî daxwaza sereke çêkirina şu´ura dîrokê di nav gelê kurd de ye. Ew hewl dide ku bûyereke dîrokî ya gelekî giring û manedar bi du şêweyên vegotinê di hafiza me ya tevayî de binitirîne.

Gelek caran tê gotin wekî “bîra (hafiza) kollektîf ya dirokî pêdivîyek e ji bona ku hovîtî û trajedîyên dîrokê neyên dubarekirin.Yê ku dema buhurî ji bîr dike, dema nuha û pêşerojê jî ji bîr dike.” Divê ez bibîr bînim ku nivîskar ji zûda bi vê rastiyê agadar e. Lewra ew bi xwe zehmetkêş û siyasetmedarekî gelê me ye, ku ji dehê salan virde ji bo azadiya gel û welatê xwe di nav xebateke rêxistinî û kollektif de tevdigere. Tevgera siyasî ya nivîskar (Riya Azadî) ji bo ziman, çand û dîroka gelê kurd gelek xizmetên piralî kiriye. Eger gotin li cî be, wî di nav xebateke kollektîf de hewldaye ku hafizaya kollektif ya gelê xwe avatir bike, zindîtir bike... Lê xasima bi van herdu berhemên xwe, di asta şexsî de jî, wî bi serfirazî valahiyeke berbiçav dagirtiye.


 
© 2001-2007 Roja Nû