Nivîskar Wezîrê Eşo
 

WEZÎRÊ ME JÎ ÊDÎ 70 SALÎY E

Eskerê BOYÎK

Hey gidî dinya .Wezîrê me jî êdî 70 salîye... Sal usan zû derbaz dibin, tê bêjî difirin. Rind tê bîra min, wek duh bû, dema cara ewlin min Wezîr dît... Havîna sala 1959 a  bû. Min mekteba gundê Elegezê ya navendî xilaz dikir. Me êntyamê qedandinê didan. Xêncî mamostayê me usa jî gerekê dû yan sê mamostayên din ji mektebên gundên cînar û nûnerên nehyê her êntyamekê da hazir bûna.

Êntyam ji dîrokê bû... Xortekî bedewî,  bilindî berbiçav, ku meriv heyr-hijmekar bû lê, seke-sifet, cil-rihala mêze kira li nav mamosta da rûniştibû... Min rind cawa xwe da. Ewî ez pîroz kirim, bi hizkirin destê xwe pişta min xist û got: „ Xweşbî. Cawa te min xweş hat „. 

Wê rojê ez pê hisyam ku ew berpirsyarê mekteba gundê Pampa Kurda Wezîrê Eşo ye, ew muxdarê salekê ye wî  xwendina bilind li Yêrêvanê tam kirye, vegeryaye  û berpirsyaryê mekteba gundê xwe dike.

Despêka  salên şêstî dema min li bajare Yêrêvanê dixwend, ew êdî li Yêrevanê, di nav rewşembirên Kurd da navekî naskirî bû. Ji min ra usa li hev hat, ku hema salên xwendinê yên ewlin da bikevime li nav we civakê,.Em bûne dost û heval, kîjan heta îro jî berdewame...

Wezîrê Eşo sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê: bajarê Tilbîsê da hatye dinê.  Pêşyên nivîskar destpêka salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmanyê û olperestên êlêye cahile, fanatîk ji Eleşgirê ( E´yntap ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî direvne navça Dîgorê li qeza Qersê, ku wî zemanî êdî di  bin bandora desthiletdarya Împêratorya Rûsyayê da bû. Êla wan, Sîpkîên Êzdî  ji xwera li wî cîyê nû  16 gundan ava dikin. Mala kalkê Wezîr  gundê Şîrikûyê da cî dibin. Ew li wê êlê da malbeteke bi nav- denge û kivş bû…Berî şerê cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Reşîd axa wek gilavîyê (serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj nakşîne. Sala 1917 an li Rûsyayê da şurişa  Oktyabirê ser dikeve. Leskerên Rûsa Pişkavkazê dihêlin, diçin...Leşkerê Osmanyê û alayên Hemîdyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya  nikarin pêşya wê lêya zalm bigrîn...Êla Sîpkan ji alyê Osmanya da zyneka mezin dikşîne...Yên tên qirkirinê, yên ancaxî ji çemê Erez derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiya yên şên li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar gundê Pampê da cî dibin...Lê Roma reş tên, bi şûrê xezevê digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê şûrê neheqyê. Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê.  Malbeta wan mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî. Kalkê wî teyax nake, dimire. Bav: Eşo tev neferê malbetê, yên din, ku karibin ebûra xwe bikin,  karen reş dikin.

Wura jî qeydê Sovyêtê tê demezirandina. Bajêr da mektebên karkiran yên hildana nexwedîtyê vedibin. Eşo jî wan mekteba da bi piştgirya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala Bedirxanyan li bajarê Tilbîsê bû, û karekî kurdewarî dimeşand) dixwîne, xwe pêş dixe, dibe şagirtekî  Bedirxwen…Dizewice. Halê wan xweş dibe. Sala ku Weîr  tê dinê (1934 a) vedigerin nava qewmên xwe: Ermenistanê gundê Pampa Kurdan…Bavê wî  ewil wak berpirsyarê kilûba gund, paşê salê dirêj wak serokê sovêta gund dixebite…

Vira cîye ku meriv ji bîr bîne Malbeta Eşoyê Hûtê Begê û Kara pîreka wî. Ew ji wan kêm malbeta ên Kurdên wê heremê bûn ku saya perwerde, xemxurîya  baş zarokên xwe tev dane ber xwendinê, tev jî ji bo gelê xwe bûn kadrên kêrhatî.  Xêncî Wezîr xûşka wî : Lûsîkê û birayê wî Şîralî jî xwendina bilind xilas kirin, Lûsîk mektebeke bajarê Yêrevanê da mamosta zimanê rûsî bû, Sîralî jî bû bijîşkekî Ermenîstanêyî bi nav û debg. Du xûşkê wî bûn xûşkê doxtiryê, birayên din jî bi xwendia navîn bûn xweyê pêşên kêrhatî…

Hêjaye remetyê Şîralî ji bîr bînim. Me demekê da duxwend û xwendevanên kurde Yêrêvanê me teva hev nas dikir û em hevva girêdayî bûn…Wê demê li Yrêvanê  Komela xwendevanê Kurd hebû. Şîralî endemekî komelê yê welatparêzî aktîv bû. Ew xwendina xwe da jî pir serketî bû…Ji pey qedandina zanîngehê ra ew nexweşxana bajarê Sipîtakê da derbazî ser xebatê bû. Demeke kin da navê wî temamya Ermenistanê û hidûhên wê der  bela bû.. Ji her cîya nexweş tanîne cem wî…

Erdheja Ermenîstanê ya sala1988 an, ku bi Erdheja Sipîtakê hate navkirin dinya hejand… Erdhej bû sebebê mirina devedevî 25 hezar evda…Doktor Şîralyê Êşo, ku li ber textê emeletê mirinê ra ketibû şêr ku nexweşê xwe xilazke, di bin kelefê nexweşxanê da ma…Keçka wî: Leyla 16 salîye bedew jî bin kelefê dibistanê da hate kuştin…Raste wê erdhejê têlê emrê bi sedan evdên Kurda jî qetand…Lê Sîralî bû keserek û kete dilê temamya wê êlê…Wê derba giran pir hukumî ser birayê wîyî nivîskar kir…

Zarotya Wezîr wî gundê Kurdayî bedew da derbaz bûye…Pamp (niha Sîpan) li nav wê navçê da gundkî herî şên bi bihar û havînê xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan, bindarûk, zerî-domamên çevreş, payîzên  bi dewet û dîlan, zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana…Pamp jî xizna zargotinê…Kilaman  girtî heta çêra, laqirdyan girtî heta qerfa, due’ayan girtî heta nifir, nav-nûçik û te’nê wan jî ne wak yê gundên dorê ne… heftqet  û heft fikirin…Dema Wezîrê me dinivîse, yan li nava civakekê da diaxive kolorîta axaftina Pampya dikeve bîra min…Xeysetekî  kurmancîyî, lîrîkîyî, sivik, zimanekî xweşî tije tem û şîrnayî, ruhsivikî, axaftineke maqûltî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin… Timê li nav şîn û şaya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa eşqê  dêst da, ber dilê evda da hatye, ku derdê wan sivikke, yan destanînara şabûna xwe gotye, xelq pîroz kirye. Axaftina wî jî ne mîna ya xelqê ye, dirêje… Rewşembîrekî usane ku, bi xûdana xwe keda xwe qazanc kirye, hela dewsa hinek rewşembirên me, nîrê wan jî kişandîye û li bin sîyê da maye.

Xwendina ewlin Wezîr dibistana gund ya hevtsale da distîne, paşê bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz dike. Sala 1953 an beşa dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê tê qebûlbûn û ji pey bi açixî qedandina wê ra diçe gundê xwe, dibe berpirsyarê dibistana gund.

Sala 1961 ê ew êntyamê Aspîrantûrayê dide û dice Lênîngiradê ku li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoryê bistîne…Ew li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivş dikin wek rêdaktorê sereke yê sîyasî di têlêvîzyon- radyo û weşenên din li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê rêdaktorye û wergervanyê di beşa weşanên Kurdî ya Radyoya  Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên sîyasî Wezîrê Wşo penaberî  Bêlgîyayê dibe û niha jî kar –barên xweyî rewşembîryê, zanyaryê, nivîskaryê, welatparêzyê li bajarê Birûsêlê didomîne.

***


Despêka salên 60 î, sedsala borî, Wezîrê Eşo jî tev Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Şemo, Sihîdê Îbo, Emerîkê Serdar û  gelekên din  ronayîke geş anî nava rojnemevanî û edebyeta Kurdên welatê Sovêtê… Ermenistanê da ew bûne stûnên karkir û rêvabir ji bo ocaxên medenyeta Kurdan, yên nû va vekirî. Salên weşena xweye ewlin heta sala 1994 a  çawa axaftinên radyoya  Kurdî ya rojane, usan jî pelên rojnema RYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê Eşo xemilîne…

 
Qaba pirtûka "Dengbêj kal bûbû" ya Wezîrê Eþo  

Wezîrê Eşo di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi şuret û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan: Mizgînî (1976),  “Dengbêj kal bûbû” (1983), “ Pamp-Sîpan” (1986) û gelek efrandinê wîye din, ku rojmeme û kovaran usan jî cildê berevoka  “Bahar” ya nivîskarên Kurde hersale da hatine weşandin, lê nebûne berevok ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê nivîskar emrê merivê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê, jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan, pismamtî û xêrxwezya gelan… Şirovekirna wî şîrin û xweşe, bi gilyê pêşyan, laqirdyan, reng û rewşên hewaskar  xemilandîye…

Nivîskarê hizkirî karekî mezin alyê wergera bedewetyê da kirye. Xebata  salaye dirêj di warê wergerê da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî   mecal danê ku efraninên bedewetyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji bingehê danexin. Sala 1982  berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên Ermenî  “Xebera Dosta” hate weşendin. Bi wergera wî radyoşanoyên “Hisret”, “ Nahapêtyên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermenyayî  Hraçya Koçar nivîsî, “Memê û Gulê” ya nivîskarê Kurd Nado Maxmûdov salên başqe-başqe bi zimanê Kurdî  Radyoya Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eşo usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermenya yên mezin H. Tûmanyan û A.Îsahakyan e.

Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha  Xaçatûr Abovyan û lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye, ku sala 1986 li Yêrêvanê hate weşandin. Xaçatûr Abovyan, dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebyeta Ermenya ya nû ye. Ew salên 40 î sedsala nonzdan  çûye li nav êlên Kurdan û ev herd gotarên giranbiha nivîsîne, weşendye. Derheqa gelê me da gelek melûmetyên dîrokî ji pey xwe hîştye, usa jî hinek kilamên kurdî ji devê dengbêjan nivîsye û kirye milkê xwendevanên Ewropî… Wezîrê Eşo ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr, bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da weşandye û daye xwendevanên xwe…

 Ji bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên Ermenyan va ew hêjayî  xelata hurmetê ya ser navê Erebê Şemo bû.

Eger dewleta Kurda hebûya û karê şanogeryê, sînemê di nav  Kurda pêşdaçûyî bûya, ez sedî sed bawarim Wezîrê bibya Şanovan û artîstekî dinêe´yan. Bejn-bal, seke-sifetê berbiçev,  dengê qalimî dewlemend û şureta artîstyê mecalê didinê dilqê here dijwar jî bilîze û guhdary temaşevan û guhdaran bikşîne ser xwe. Salên 60-70 î Radya Yêrêvanê beşa Kurdî da karne berbiçev warê şanogeryê da dibûn. Payê radyokompozîsya û radyoşanoyê kurdîye Radya Yêrêvanê bawarkî wan sala, dema berpirsyarya remetyê Xelîl Mûradov da çê bûn. Ji bo qedandina dilqên biçûk û ne kivş gazî me-xwendevana jî dikirin…Di çêkirina hineka da ez jî beşdar bûme…Wezîrê Eşo tim him dilqên sereke dilîst, him jî dewsgirtyê rêjîsor bû. Rêjîsor ermenîkî extyar bû: Nîkoxosyan. Ewî rêjîsorî Tîatroya Elegezê ya dewletê jî kiribû (1939-1949). Wezîr bi xwe jî şano nivîsîne. Radyoşanoyên wî  “Koçekê Derewîn” û “ Tîgran û Mehmûd” ji alyê guhdarê radyoyê va gelekî baş hatine qebûlbûn lê komêdya  “Remo, Şemo, Temo…” salên  70 î ,demeke  dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê nedihate xar…

Rind tê bîra min navbera Wezîr û Nîkoxosyan tim nerazîbûn hebû. Nîkoxosyan teqil û akila kurmancî pak nizanbû û dixwest her axaftin bi curê  wî bê gotin. Wezîr jî jêra qayîl nîbû…Ez difikirim wê demê eger gura Weîr bikirana bihê wan radyoşanoya  yê bedewetyê wê îro mezintir bûya û kêmasyên kêm bûna...

Wezîrê Eşo karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe.miqale, heypîvan, gotarên hewaskar derketine. Ew endemê Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtyê sedrê yekîtya rewşembirên Kurd yên Ermenistanê…

Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûneniştye. Berê qelema wî hê adan bûye…Berhemê wî hîvya çapêne…Dengê wî hê bilind tê bihîstin…

***
Min nikaribû vê gotara biçûk da emekê wî rewşembirê emekdar gişk banya ziman… Wezîrê Eşo 70 salê xwe bê rawestandin pêşkêşê gelê xwe kirye û dewsê tu tişt jê nexwestye…

Deme, mirov hema  bi çend gotinên qenc kar û keda emekdarên usa bişêkirîne. Em: Kurd wî werî da pir timane…

Ew evdekî bi dilê mezine, hevalekî bêqisûre, bengîyê welatê xwe ye, malxêkî xemxure… Tucar pey nav û mezinayê neketye. Nav û mezinayî hê hîvya wî ne

Ez 70 salya te pîroz dikim, birayê minî hêja û salên efrandaryê yên dirêj tera dixwezim

30. 11. 04.                                                                                                     

 
© 2001-2004 Roja Nû