Dildar
 
 

Ey Reqîb

Ey reqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nayþikêne daneyî topî zeman!

Lawî kurd hestaye serpê wek dilêr
Ta be xwên nexþî deka tacî jiyan!

Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman!


Ême roley rengî sûr û þoriþîn
Dînman, ayînman her nîþtiman!

Ême roley Mîdiya û Key-Xusrewîn,
Seyrîke xwênawîye raburdûman!

Lawî kurd her hazir û amadeye
Canfidaye, canfida, her canfida!

 

Dildar (1917-1948)

 

Nivîskarê sirûda me ya neteweyî Dildar, li Koyê, li Kurdistana Baþûr hatiye dunyayê. Navê wî yê rastî Yunis Raûf e. Piþtî ku xwendina lîsê li bajarê Kerkûkê temam dike diçe Bexdayê fakûltêta hiqûqê dixwîne û dibe parêzger. Ew ji avûkatiyê zêdetir mêla xwe dide ser edebiyatê û helbestnivîsandinê.

Ji ber ku helbestên Dildar yên welatparêziyê bûn, serê wî gelek caran ketiye belayê, ew xistine hepis û zîndanan. "EY REQÎB" diyariya wî ya herî mezin e ji gelê wî re. Ew bi vê helbesta xwe ve îro jî di nav me de dijî.