Ebdullah Peþêw
 

 


Waneyek bo minalan

Minalekan!
Ewey denke genimêkî çand,
Gule genimî dirwêne kird.
Ewey dilopêk xwênî çand.
Tabloyêkî bo xoy nexþand.
Ewey tenya hawarêkî le dem der çû.
Gwêy le seday dengî xoy bû,
Ke çî ême,
Kaseser û çaw eçênîn,
Baranî xwên be seryana ebarênîn
Hêþta werzî dirwêneþman diyar niye.
Ta gule genimêkî kelgey ew xwênesman diyar niye!

Minalekan!
Ba ew cogeye bigorîn
Ke xwênmanî pêda derwat,
Ba ew zemîneþ bigorîn
Ke çaw û kaseser dexwat
Înca, werzî dirwênetan bo rist dekem!

Minalekan!
Ke wanekan exwênînewe,
Eger roj bû,
Le kuncêka kip heltûtên
Eger þew bû,
Ba çirakan kiz bisûtên
Çak ezanim,
Gewrekantan bitanbînin,
Daxtan eken
Wanekanim esûtênin,
Dên dûbare
Cesitey Hellac edenewe le sêdare.