Goran
 


SAWAYÎ AÞTÎXWAZ
Minalêkim, korpeyî naz
Wek bawkî xom aþtîxwaz
Kotrî sipî teqlebaz
Le çeqal ekem derbaz
Name wê girmeyî bomba
Be kutek le kelem ba
Name wê çepokî þer
Malî bawkim ba be ba
Minalêkim, minalêkim aþtîxwaz
Bawkim nabê bê kar bê
Rût û qût û hejar bê
Daykim fimeskî xemî
Wek dilopî bahar bê
Minalêkim, minalêkim aþtîxwaz

 


BESTEY DILDAR
Le jêr asmanî þîne
Le pal lûtkey befrîne

Kurdistan geram,
dolaw dol pêwam
Ne le þar û ne le dê
nemdî kes
wek to ciwan bê!
Toyt û bes
kiçek kurdêk dil pêy þad bê
wek fîrîþte w perîzad bê!
Ne barîk î, ne goþtin,
ne kiçoley, ne þajin,
ne zor çawreþ î
ne êcgargeþ î
belam be nîgay þîrîn
nemdî kes
wek to be tîn
toyt û bes!
Lêt bê bizey mangeþewî
bejnî rêk û rewtî kewî!
Lew rojewe tom dîwe
eþqêk le dil çespîwe
Satî dûr bî lêm,
gir ber ebê têm!
Ke dest yexet gîr nabê!
Le lay kes
dil jîr nabê
Toyt û bes
penay hîwa w xewbînînim,
awatî giyanî þîrînim!
Ewsa ke tom nedîbû
jînim talî w tirþî bû
bê þadî w aram
bê hîwa w nakam
ejîyam, jînî serserî
nembû kes
bo raberî
toyt û bes
rêgay hîwa nîþanderim
sextî jîyan asankerim!
Ey gewrekiçî "Zewûs"!
Xuþke ciwanekey"Vînûs"!
To eperistim
boye wa mest im!
Bo ayînim egerê
hendê kes
ba car bidrê
toyt û bes
Qibley ayin û bawerim,
xuway beheþtî dilî terim!
Wek sereroy þwên amanc
ne zaza ma ne kirmanc,
geram Kurdistan,
germiyan û kwêstan
ne le þar û ne le dê
nemdî kes
wek to ciwan bê
toyt û bes
kiçe kurdêk wek gul wa bê
Kurdistanî pê awa bê!