Metin Demirtaş
 

 


ÇEND ŞIÊRÊN METİN DEMİRTAŞ (*)

Werger: Kemal Burkay

ZAROKÊ OWACIXÎ (1)

Mal şewitandine
Maye bê sutar, şilf û tazî
Zarokê Owacixî.
Ditikê, dilerize
Li vê zivistanê, vê qiyametê.

Li benda Xizirê kelek û gemîyan e
Nanekî, batanyekî bîne!

Rebeno, tu li wir bisene, ha bisene,
Ji bo bextê xirab, xemgîn
Ku ne zarokekî Bosnî yî..
------------------------------------
(1)Owacix, bajarekî piçûk li hêla Dêrsim.

HIN KILAMÊN SEZENÊ (1)

Xemgînîyên ku zirav zirav dibarin
Dildarîyên ku nayên gotinê
Dengê dûrketinê, hisretê..

-De rûken be, bila ewr biçin
Hewa diguhure, dibe Behra Sipî, rûken be-
Dengê şairekî Dêrsimî.

-Spîndarno, spîndarno!
Bi dû min ketîye êş û jan, fîte fîte-
Dengê şairê ku li Sêvasê hat şewitandin.

 Ewê ji bêrîyê dizivire tê
-Çima digîrî biskreşa min-
Dengê Hozan Daîmî.

Ger şev e û berf dibare
Lê bi rastî ne berf e,
Dengê Sezenê ye
Li çaralî ba dibe.
-----------------------------------
(1)   Sezen Aksu, stranbêjeke Tirk ya bı nav û deng.

MERHEBA

Merheba İlhan (1)
Va ye me Kek Enwer (2) jî anî ba te.
Ew şairê ku digot
Li vê dinyayê
Him mirin heye him hisret.
Ji kenê wî bigir heya av vexwarinê
Parçek ji gel bû.

Gorên we ne li tenişt hev in
Lê ger cixarekê bavêjî
Herhal digihînî.
Li wî miqate be, qurban
Ji dinê piçek xeyîdî bû.
Wek axeke xemgîn û bêdeng e
Di çile da kulîlk vedaye
Ku deng lê nekî
Nabêje merheba.
Nexweş e, ji çokan ketîye
Nikare bimeşe
Bikeve milan.

Lê bibexşîne, İlhan
Ji bîra min çû
Parsuyên te jî şikestî ne.
-------------------------------------
(1)   İlhan Erdost, xwedîyê Weşanxana Sol (Çep); piştî derba faşîst, ya sala 1980 hat girtin û bi lêdan hat kuştin.
(2)   Enver Gökçe, şaireki Tirk ê navdar, ji bajarê Erzinganê.

FİLMEK
Demê Hespên Serxoş
Şiêreke xemgîn e.
Zarokên li ser berfê dibezin
Bi cilên peritî
Bi vê feqîrîyê
Dîsa jî kenek li ser rûyan
Zarokno, bisenin, li benda min bin!
Zaroktîya min jî veşartî ye
Li wir, li wan deran.


Deşt di bin berfa stûr da
Li deştê suwarîyên reş
Ji derên dûr hatine.
Xwîşk bûye bûk
Xwîşkê wê bigrin bibin.


Lawkê nexweş
Stûxar, wek dara şekokê xûz
Li berîyê.

Keçik xar dibe wî maç dike.
Zorê didim xwe, negîrim
Wekî xwîşk jî ez im, bira jî ez im.
Min çawa bîra fîlmên han kirîye
Ku hestên mirovî teze dikin.

LI ÇOLÊ

Li navbera bîyên leylakî
Ü spîndarên zîvîn da
Newalek bi kilamên xwe
Rêyek bi çîmanên xwe
Diherike diçe.

Di gelîyê da ji ava berfê
Zirav zirav lehîyên biharê.
Pala çîyê dagirtî ye bi dûmeneke pembe
Ji kulîlkên bahîvê.
Li çîya û banan destmalên berfê.

Min fedî kir, sor bûm
Ji wê jîyana li sîya derewan
Xwe avêt van deran.
Xwe li banî beyaran dixim, digerim.
Çi darê şekokê derkeve pêşîya min
Silav lê dikim,
Di bêdengîyên wan da
Wekî ewlîya û embîyakî dibînim.
Pişta xwe didim wan, wêsa xwe digrim.
Zikê min têr dikirin, wek dîya min bûn..

Tirşok û kereng
Zaroktîya min bi pîyên xasî û qerisî.
Bi devekî keskeşîn ji cûna sipingan
Mêyxoş û hênîk
Gelo dibînim
Ku li derdorê darsincan lê bigerim?..

LI  RÊ

Ji Çîyayên Began yên berfîn derbaz bûm,
Bi dûr ket êdî Antalya.
Nuha li dawîya deşta li pêş min
Bi şaxên tazî û sor
Daristaneke darsêvan
Warê Avdal Musa û Kaygusuz
Û gundê min wê xuya bike.

Li deştê rojên payîza dereng
Li çîyan mijek wek dûmana barûdê.
Bîhna xezalan û darsincin şil
Li vir û wê çivîkên circire.
Pir nema ku berf li çîyan dagre
Ewê bi dengên birçî û zîz
Ref bi ref xwe berdin deştê.
Çivîkên delal yên zaroktîya min
Di tama wan da bîhna çekemê.


Wê demê bi zembîlên taybetî dihatin girtin,
Lê nuha bi şewk û qîje qîjê.
Dema van gazinên min dibihîsin
Dibêjin, “lao, tu jî pir diltenik î!”
Wek hemû delalîyên welatê min
Ku hatin talankirin
Derd û xemê van çivîkan jî dikşînim.
Neslê wan rojkî xilas be
Tenê di bîranînan da wê bimînin.


Va ye hatin pêşîya min
Merheba spîndarên gulendost!
Merheba Uçarsu, Daristana Çixlîqere!
Gola Avlanê!
Merheba gundîno!
Ku sala 1977 di şeveke havînê da
Li meydana gund hatin civandin
Û bi destê “cendirmeyên bi xwe jî gundî
Li qereqolê hatin lêdan
Merheba gundîyên min!
---------------------------------------------

(*) Metîn Demirtaş şairekî Tirk e. Ji xelkê Antalyê ye. Sala 1938 hatîye dınê. Mirovekî sosyalîst e, dostekî Kurdan e. Heya nuha pênc kitêbên wî yên şiêran hatine çapkirin. Vê dawîyê şiirên wî bı tavayi û bı navê “Hazirol Kalbim”, li İstembolê, di nav Weşanên Can da hatin çapkirin.