-
|
Resmên
Kevin
Wekî
fîlmeke sînemayê
di perdên çavên
me de
xetir û xeyal
di bîbikên çavan
de
hesreta kûra
xerîbîyê
wekî heftrengên projektorê
germîya bîranînên
me
xwe li ziravbûna
têlên dilên me dixe,
ruh vedijîne.
Ev perçebûna me a li welatê xerîbîyê
di bombebarana
guhertina salan
re
qermîçok û reþbûna binê
çavan
zerzela hindirê
me
di daristana kesk de
darekî tûtê
pelên xwe rijandîye
di babilîskên payîzê de zer bûne
tîne ber çavên
min.
Girî û hêstirên
li ser hinarên
rûyê me rêj dibin
lorandina pêlên dengê
straneke kurdmancî
di nehwirandinê de
xwe li hindirên
me
belav dike, germ
dike,
evîna me dilorîne,
hêj dike
dixe bîra min.
Wekî barana
ku hûrik,
hûrik
di bêdengiya
þevê de dibare
û þewqa lampa nîvvêketî
di camê
de diþkîne
her roj dîsan
rojeke din
ji jîyana me ya
kurt
diherike û rêj dibe
di resmên
kevin de...
|
|
|