Sebrî Botanî
 

 


Þivan

Têm û diçim deþt û þax
Derbaz dikim dem û çax
Ber sêber û hetava'
Ser nefel û berava'
Car nizar û car pesar
Mêrg û çîmen avên sar
Bilbil û kew dixwînin
Xeman ji dil d'revînin
Pezê xwe lê d'çêrînim
Berx û kara' d'mêjînim
Seyê min tim hiþyar e
Neyarê gurgê har e
Nêr'yê kever pêþeng e
Zengil b' qêr û deng e
Ku pezê min diborê
Ez pif dikim bilûrê
Pezê xwe pê d'civînim
Xemên xwe pê d'rrevînim
Ev karê min xebat e
Ji bo min û welat e
Ez pak û çak û baþ im
Her dem dilxweþ û haþ im
Dosta min pirr delal e
Xweþ hogir û heval e
Gava ku tê bêriyê
Ez dibezim pêþiyê
Bi lez diçim dibînim
Des gerdenê wertînim
D'ramûsim dev û lêva'
Jê distînim du sêva'
Þivan hemî dilpak in
Bo mêvana' pirr çak in
Koda sîrî bade ye
Þev û rojê her heye
Her dem heye nan û þîr
Carcar pîvaz û penîr
Gund û cîran dizanin
Ku þivan bê ziayn in
Dixebitin bê westan
Dilpak in bo Kurdistan
Rojên befr û bagerê
Pezê xwe na kin derê
Tev li mala' dimînin
Cîrana' baþ dibînin
Bamernê 1965'ê


Cejna aþtiyê (*)

Li yazdehê adarê
Yanî serê biharê
Bihara xweþ û rengîn
Li dinyayê bû dengîn
Dengê aþtî û azadî
Seyran û keyf û þadî
Ji pêlweþê me aznî
Ji Bekir û Barzanî
Kurd û ereb bûne yek
Bi bîr û bawer û çek
Bi yek dil û yek viyan
Xweþ kirin li me jiyan
Gul û gulzar geþ kirin
Ruyê dijmin reþ kirin
Da em bijîn serfiraz
Ne jêr dest û belengaz
Dinya li me bû þahî
Welatê me ronahî

Bila bijî ev peyman
Da her bimîmê derman
Bi rastî xwe derman e
Karê Babê Luqman e
Welatê me azad bû
Miletê me pê þad bû
Ey dijminê devgenî
Nema êdî bikenî
Ken û þadî bo me ne
Sîn û girî bo te ne
Bibîne keyf û sema
Bimre bi derd û xema'
Tenha maye bo te rev
Êvar e, dinya bû þev
Þermezarî bo te ma
Serbilindî bo me ma

(*)Gundê Nawpirdan, sala 1970. Hingê Sebrî Botanî berpirsê abûrîya PDK ê bû.


1925-1998