Yilmaz Odabaşi
 



Zarokên ku bi qeyd û kelepaçan xweydan

Pêşî Amed, ew zarokê minî herî qemere.
Sîwerek, ewrekî toz û li pey bajarekî maç.
Ruha, bîrîneka rip û reşe dûa dirijin li pêşê.
Farqîn, rîya hewreşimê ye ronî dirijîne li şevên amedê.
Hezro, bîrçübüneke; bawerî bi lîcê nayê,ew her dem şeve reşe!
Çinarê ez nikarim bisalixînim; herin bipirsin,ewê ji xwe fêmkirîy?
Erganî, bajarê bîrhanînên jîn şîne û li dîrokêda mabedî ya veşartî ye
Şirnex, xweyda ye û li nav qeyd û kelepçanda.
Savur, berbaye...
Patnos, hatîye lêxistinê, kujer ne dîyar e!
Qurtelan, bêtonê dixwaze; êdî li xulîyê û hesin zar bûye!
Sêrt, gundekî mezine û zimana diaxife
Semsur, sêwîke bi reş vedireşe.
Çolemêrg, maleka mirîy’a ye...
Hezex, pîki li cudî dayê, li ber çavane.
Baykan,bi çengek tituna qaçax dirije çayxanan...
Agirî-yan, xwe dispêrin  çîya...
"Ev dera Müşe, rîya hevraz Müşe" edî tune; berejor
Ji ber çûbûn û hatina panzeran bûye rasteger...
Ne li " Wanê da şan" maye, ne li "Bitlîsê pênc minare".
çîyayê Herekolê bi cîh û ware û li Bîtlîsê gemar diherike.
Şemdînî, her dem dûr e;sînor hatîye darxistin yek cîhê ku nêzîke;
disekine bîrtîne bi yek yek tiştan kes nizan -bejî!
Mêrdîn, li ber bankan pesnokên şemalî û gundîyên ku xwedan ker.
Çaya qaçax wedixun û rojên wan li demên hemçax qaçaxin
Perwarî, wak rêbirekî ku ji jan û kesera xwe fedîdike!
Qiziltepe, puşîya serê hildane; bi dorhêla têlê sitrî, xemla bi nav xwina sor û gevez da pêçane, hundirê wêda mehmetcîkên kedxwaran bi cîh kirine.
Ji bo ye ku wek buka ku hêwî dîtî, xemgîn û xeyîdîye...

(...)

                                                    Wergêr: Azad AYYILDIRIM