Ez lî xerîbîyê
dilê min li welêt, li gula welatan
geh dibe kevokek, difire li ser zinar û latan
geh dibe baran, dibare li gul û nebatan
geh jî dibe dar, sî dide ser civatan
Carna dibe hewrek, digere li ser bajar û sûkan
carna dibe xerzek, guh dide wîte-wîta çûkan
carna dibe teyrek, dinêre li leyistika zarûkan
û guhdarî dike li stranên keç
û bûkan