Hecîyê
Cindî ra
Tu
hatî li rû-hewata
dinê,
Wekî testîqkî gîlî-gotînên
Mîletê meyî bê dîwan-dewlet-
Bi
mor-mozbeta maqûlîya milet.
Tu
dîhar bûyî çawa
planêt,
Ronayîdarekî bi xûn û qînêt,
Yê
ku nav bayê
dewranêye har
Ji
orbîta xwe
derneket tu car.
Tu
dinê ketî, wekî
erhede
Bibî fanosa biratîya
bende,
Wekî ji sewdê teyî nûravêj
Çira xwe
vêxe nisleteke
pêþ.
Himberî þer û þipûka dinê,
Derdê sêwîtîyê, jana
girtinê,-
Qencî, edlayî her
ji te barî,
Xebat û xîret
û komekdarî.
Helyayî, çûyî tu bê
dew û deng,
Mîna ewrekî barîyî
betreng,
Te
serî danî, serê
pêsekin,
Û
te hîvî kir - te hiþyar nekin...
|
Dengê Þero
Dengê Þero perwaze
bû lî
van kona, þên û dûza.
Go:
"Hekîmo melhemekê,
pêþkêþa te memîkê
qîza".
Agîr girte dilê
xorta, van cahila, van tûnsiza,
Feqîyê Teyra tirbê
rabû û Dîlbera
xwe ramûsa.
Dengê Þero kire
zingîn, çû
gihîþte erþê
ezmîn,
Ji
hewas û hijmekarîyê
cî lerizîn pêvr
û mêzîn,
Berfa heçê Elegezê,
ku hê
nedîye bahar,
havîn,
Te
go helîya û jorda hat, çem
û cewa kirne
xulîn.
Dengê Þero te go gihîþt heylo Sîpan û Cîzîrê,
Rabûn hevra kirin
sohbet Mem
û Zînê ji kibîrê.
Te go Xecê rabû û got: "Sîyabend, rabe, hatye bahar...
Dengek welle ji wê
da tê,
ez mam
hewas û hijmekar".
Dibê: "Hekîm,
hey hekîmo, dû-dermanê
xwe tu hilde...
Rabe, Sîyabend,
belkî hekîm bicebirîne birînên te...".
Kubra Þero perwaze bû li van kona,
þên û dûza,
Bengî Fêrîk
bû sewdaser, hilda
hezar hub û mûsa,
Go: "Bistirê, Þero, bira, dilê min bû kûra
êgir,
Ez têr
nebûm kilamên te,
ku helandin
berê kevir...
|