Rizalîyê Reþîd
 

 

 

KURDISTAN

 Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man
Hezar, hezar av û tofan
Kiþyan û çûn, kanîyên me man.
 
Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin þer
Weke berfa sîngê Sîpan
Helyan, dîsa çîyayên me man.
 
Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lêkirin,
Tofanê þûþt dîsa birin,
Dîsa navên qedîm ser man.
 
Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me xweþ Kurdistan
 
Rizalîyê Reþîd