Sîesta Sêşemê
Trên ji nav kaşên
zinaran, di buhurekî teng ra derbas bû, derkete
deştê û di nav rezên mûzan ra, yên ku sîmetrîk
û bêdawî direj dibûn û diçûn, bi lez dikişiya.
Hingê êdî hewa jî bi tên bû û baye deryayê jî êdi
xwe nedida hisandin. Di pencerê ra dûyekî reş
kete hundir û kompartiman dagirt. Li rexên riya
trênê, riyên gundan yên ji axê û teng parelel dirêj
dibûn û diçûn. Li ser van rêyan erebeyên
ga hebûn; bi koçanên mûzan yên hêşin (xav)
barkiri bûn. Li aliyê rê ê din, di nav darên palmiye
û dirikên gulan da, carina xaniyên ofêsê yên bi
ventilator; barakên kêremêt, koşkine ku li
eywanên wan mase û sandaliyeyên sipî hebûn ber çavê
mirov diketin. Saet yazdehê pêşnîvro
bû û germa nîvro hîn destpê nekiribû.
-Çêtir
e ku tu pencerê bigrî, jinikê got. Nava porê te
wê tijî tenî be.
Keçikê xwest pencerê
bikşîne jorê, lê pencera zengarî di cîyê xwe
da hişk asê bûbû. Ew tik û tenê bûn di vê vagona
basît ya sinifa sêyem da. Ji ber ku dûyê
lokomotîfê hê jî di pencerê ra dihat hundir, keçikê
rabû cîyê xwe guhast û kelûpelê xwe ku di vê rêwingiyê
da hemû barê wan ew bû, danî şûna xwe. Torbekî
naylon bû, tê da xwarina wan hebû û qevdek gul di
nav kaxez da pêçandî bû. Li ser mîndera alîyê
din, ji pencerê hinekî dûr û li hember diya xwe
rûnişt. Li ser herdukan jî kincên şînê
(heznîtî) hebûn. Keçik duwazdeh
salî bû û ev cara pêşîn bû li trênê siwar bûbû.
Jinik ewçend pîr xuya dikir ku mirov texmîn nedikir
diya keçikê ye. Rehên ser qapaxên çavên wê,
gewdê wê yê biçûk, nermikî û bê bîçîm di nav wan
kincên reş da ku dirûvê qapûtekî keşîşan
pê diket ew gelekî pîr nîşandida. Wê pala
xwe hişk sipartibû dîwarê pişt xwe û
bi herdu destan çentekî çerm ê qirêj di nav ranên
xwe da pit girtibû. Wek piranîya mirovên tengezar
û bêçare, ew jî wisa bîhnfire û îttîatkar bû. Saet
duwazdehê nîvro germê destpê kir. Trên deh deqîqan
li îstasyoneke ku kes lê tunebû rawestîya, ji bo
ku ava wê dagrin. Diyar dibû ku li derva, di wê
bêdengîya esrarengîz ya baxçan da, siya daran paqij
û zelal bû. Lê di hundirê vagonê da bêhneke nexoş
hebû. Trênê êdî leza xwe zêde
nedikir. Li du bajarên biçûk sekini. Herdu
bajar, bi wan xanîyên xwe yên darinî ku bi rengên
jîndar hatibûne boyaxkirin gelekî dişibîn hevdu.
Jinikê stûyê xwe xûz kir û di xew ra çû. Keçikê solên xwe derxist.
Paşê çû avdêsxanê û gulên xwe yên ku êdî diçilmisîn
xiste nav avê. Dema paşda vegerîya şûna
xwe, dîya wê li benda wê bû, ji ber ku wê xwarina
xwe bixwarana. Ji torbê naylon parçek penîr û nîv
koçan misir û parçek nanê kartû dirêjî keçikê kir
û para xwe dixwar, trên di ser pireke hesin ra geleki
hêdi kişîya û dûra ji bajarekî sêyemîn derbas
bû. Ev bajarê han jî mîna wan
herdu bajarên din bû, lê li meydana wê xelk hebû.
Komeke sazbenda di bin wê kele-kela tavê da straneke
şayîyê distiran. Li alîyê din ê bajêr,
dawîya rêzên mûza hat û çoleke zuha û hişk
destpê kir.
Jinikê xwarina xwe xilaskiribû.
-Solên xwe li xwe ke, got.
Keçikê di pencerê ra temaşe dikir.
Lê ji bilî wê çola rût û bêdawî
tiştekî din nedidît. Li deştê, trênê leza
xwe zêdetir kir. Keçikê parçê dawîyê yê wî nanê
hişk dîsa xiste torbe û bi lez solên xwe kire
pê. Jinikê şeyek dirêjî wê kir.
- Porê
xwe şeke, got.
Dema keçikê porê
xwe şê kir, trênê jî dest bi fîtandinê kir.
Jinikê stûyê xwe ji xwîdanê zuha kir, bi tilîyên
xwe dilopên xwîdanê ji enîya xwe daweşand.
Dema ku êdî keçikê porê xwe şe kiribû,
trên ji malên pêşîn ên bajarekî nû derbasbû.
Ev bajar hineki mezintir bû ji bajarên derbasbûyî,
lê belê ew jî wan jî nexoştir bû.
-Eger
dixwazî tiştekî bikî niha bike, jinikê got.
Paşê mize-miz nekî, tu ji tîna helak bibî jî
tiştekî vexwarinê tune.
Keçikê bi serhejandinê
erê got. Di pencerê ra bayekî zuha û pir germ kete
hundur, û ew ba bi dengê fîtandina trênê û teqe-reqa
vagonên salbuhurî tevlîhev dibû. Jinikê torbe bi
bermaya xwarinê va li hev pêça û xiste hundirê çente.
Hingê di pencerê ra ew bajarê mezin xuya kir. Di
vê roja Tebaxê da keçikê gulên xwe di nav kaxezê
rojnameya şilbûyî da pêça, ji ber pencerê piçekî
dûrket, pêşda hat û bi meraq li dîya xwe nihêrî.
Hingê dîya wê wek bersîv awirekî
germ û rûken da qîza xwe. Trênê fîtandina xwe birî
û leza xwe kêm kir. Lehzekî şunda sekinî.
Li îstasyonê qet
kesek tunebû. Li alîyê kolanê ê din, peyarê seranser
ketibû bin sîya darên palmîyê, tenê saloneke bîlardoyê
vekirî bû. Bajar di bin germa rojê da disincirî.
Jinik û keçik ji trênê daketin û ji wê peronga vik
û vala derbasî alîyê din bûn, li ser peyarê xwe
avêtin bin sîyê.
Saet hema-hema dudo bû
. Di van saetên nîvro da bajar dikeve xewa
navrojê. Dikan, dayreyên resmî,
dibistan gişt tên girtin, lewma ji saet yazdehan
pêda hetanî çarîkek berî saet çaran venebûn, hingê
êdî trên jî paşda vegerîya û ji ku hatibû dîsa
çû wir. Wê gavê tenê otêla li hemberî îstasyonê,
û di bin wê da salona bilardoyê, yek jî postexana
kêleka meydanê vekirî bûn. Di xaniyan da, ku piraniya
wan bi modêla şîrketa mûzan hatibûn avakirin,
derî ji hundir va dadayî bûn perde kişandî
bûn. Ev xaniyana ewqas germ bûn ku xelkê firavîna
xwe li derva di hewşan da dixwarin. Hinekan
jî yek sandalîye didane ber dîwêr, li bin sîya darên
palmîyê siesta xwe li derva derbas dikirin. Wextê
ku çûne nav bajêr, xwe li ber sîya darên palmîyê
girtin jinik û keçikê, bêî ku siesta nivro li xelkê
bêtam bikin. Paşê raste-rast berê xwe dane
mala keşe. Jinikê bi neynikên xwe caxa derî ya pola pencerû kir, hinekî sekinî
paşê dîsa manevra dubare kir. Ji hundur dengê
baweþînê (vantîlatorê) dihat. Dengê wan gavên ku
nêzîkî derî dibûn qet nedihate bihîstin. Dema rizda
derî rabû, çingîneke pir hindik jê hat. Derî
piçekî ji hev vebû û dengekî pirsî: “
kî ye ew”? Jinikê hewl dida ku di nav caxa
pola ra li hundur binhêre.
-Ez
dixwazim bi keşe ra bipeyivim, jinikê got.
-Ew niha radizê.
-Gelekî
girîng e, jinikê enyat kir.
Di dengê wê da dijderketineke
sakîn hebû. Jineke bi salên xwe gihîştî, hinekî
qelew, reng û rûçikê wê zer, porê wê gewr wek hesin,
hêdîka derî vekir. Çavên wê di pişt
berçavkên stûr da gelekî biçûk dixwiya.
-Were
hundur, got û derî vê carê vekir.
Ketin odekî ku bi
bîhna gulên kevin dagirtî bû. Berdestiya
malê, ji bo ku li ser rûnên qenapeke kevin nîşanî
wan da. Keçik rûnişt, lê diya wê ji pê sekinîbû, diramî, bi herdu destan
hişk bi çentê xwe girtibû. Ode pir bêdeng
bû, bilî dengê baweþînê tu dengekî din nedihate
bihîstin.
Berdestî, li serê
odê aliyê din ji derî da kete hundir.
-Rica
dike hûn piþtî saet sisêyan werin, jinikê bi dengekî
gelekî nizim got. Ew berî pênc deqîqan çû rekeve.
-Trên
saet çaran da diçe, jinikê got.
Ev bersiv gelekî kurt û bi biryar
bû, lê dengê wê hê jî nerm û dostane bû. Ev
cara yekemîn bû ku berdestiyê rûyekî bi ken nîþanî
wê da.
-Aha,
îþê we ewqas ecele ye? Jinikê got.
Dema ku li serê
odê aliyê din derî dîsa hate girtin, jinik li kêleka
qîza xwe rûniþt. Ev oda bendemayinê ya biçûk, odeke
feqîr, lê belê gelekî paqij û xweþ bû. Ode bi sewkiyekê
hatibû navbirkirin, ku li aliyê wê ê din li ortê
maseke xebatê ya basit hebû. Li ser masê
obereke miþambe raxistî bû, daktîloyeke kevin û
li kêleka wê jî di vazoyekê da gulên kevin hebûn.
Li paþ wê arþîva qeydên nifûsê.
Diyar dibû ku jineke ezep baþ li vê nivîsxanê
miqate dibû.
Derî dîsa vebû û
vê carê yê ku di derî ra kete hundir keþe bi xwe
bû, berçavkên xwe bi desmalê paqij dikir. Dema
wî berçavk dane ber çavê xwe hingê mirov yekser
pêderdixist ku ew birayê wê jinikê ye, ya ku derî
li wan vekiribû.
-Ez
çi xizmetê dikarim ji we ra bikim? Wî pirsî.
-Kilîtên
derîyê goristanê, jinikê got.
Keçik, gul li ser çokan, li ser qenapê
rûniþtibû. Piyên xwe di ser hevra derbaskiribû û
kiribû bin qenapê. Keþe berê li
piyên keçikê nihêrî, dûra li jinikê û dawiyê da
ji nav caxên pola yên pencerê ra li ezmanên sayî
temaþekir.
-Ma
di vê germê da?.. We dikaribû xwe ragirta heta ku
roj diçû ava.
Jinikê serê xwe
hejand û tu tiþtek negot. Keþe derbasî aliyê
din bû, li piþt sekiyê ji nav arþîvê deftereke cildkirî,
qelem û rengdanek ji dolabê derxist û li ber masê
rûniþt. Porê wî gijikî bû, lê
destên wî her diliviyan.
-Hûn
ê mezelê kê ziyaret bikin? Wî pirsî.
-Carlos
Contenos, jinikê got.
Keþe hê jî fehm nekiribû.
-Ew
dizê ku hefta çûyî li vir hat kuþtin.. jinikê
bersiv da, hê jî dengê wê li ser tona berê bû, ez
diya wî me.
Keþe weha jinik raçavkir, lê dîna
jinikê jî tim li ser keþe bû, çavê xwe ji wî nediqetand.
Ser vê yekê Keþe hinekî soro-moro bû. Serê xwe berjêr kir. Dema wî daxwazname dadigirt, ji jinikê hin tiþt
dipirsîn. Wê jî bê riza dilê xwe û hûrgilî caba
wî dida. Gotinên xwe welê li dû hev û bi rêk û pêk
rêz dikir, mirov digot qey ji kaxezekî nivîsandî
dixwîne. Keçikê bendê sola
çepê vekir paniya xwe heta nîvî ji solê derxist.
Paþê sola rastê jî wisa kir.
Çiroka vê bûyerê,
hefteya çûyi roja duþemê saet sisê þevê da, li cîyekî
ji wir çend taxan dûr destpê kir. Bi navê senora
Rebeca ji nebîyeki tevî hinek pil-pirtên xwe yên
ne hêja, di xanîyekî da tenê bi serê xwe dijîya,
bi dengê baraneke sivik ra dibihise ku çawa yek
li derê derva dixebite ku bikeve hundur. Jinik radibe,
virda-wêda destê xwe li hundurê dolabê digerîne
heta ku demançeke (þeþagir) kevin, ya ku ji dewra
serbaz Auerlino Buendias heta roja îro tu kesî pê
gulle neteqandibû dibîne. Jinik radibe bêî ku lampê
vêxe diçe sivderê. Piþtî dengê rizda derî, tirseke
mezin dikeve hundirê wê, lewma piyên wê li hev dialin,
nikare riya wî deriyê ku deng jê hatibû bibîne.
Ji xwe ew 28 salên jiyana bi tenê di xaniyekî da,
tirsek li ba wê peyda kiribî. Ew demançê bi herdu
destan hildide, çavên xwe digre û gullekî diteqîne.
Piþtî teqînê, bilî xuþîna baranê ku li tenekên serbanê
diket, tu dengekî din nebihîst. Paþê þiniginiya
hesinekî hat ji ser bêtona peyarê û yekî bi dengekî
nizim û gelekî westîyayî “Ax dayê” got. Ev
merivê ku di berbanga sibê da li pêþberî xanî laþê
wî hat dîtin, hestîyê difinê þikestî bû, kirasekî
damekî û pantoloneki rojane lê, di þûna kemberê
da doxînek li pîþtê girêdayi û pêxwas bû. Li
bajêr hîç kesekî ew nas ne dikir.
- Ango
navê wî Carlos Centano ye, keþe di ber xwe da minminî,
dema nivîsandin qedand.
- Centano
Ayana, jinikê got. Kurekî yekta bû.
Keþe vegeriya ber dolabê, ji aliyê
hundir bi deriyê dolabê va çend kilîtên zengarî
bi bizmarekî va daliqandî bûn, evana her eynî kilît
bûn yên ku keçikê pêþda di hiþê xwe da texmîn û
xeyal kiribû. Diya wê jî di zarokatiya
xwe da wisa texmîn kiribû. Hetta wextekê
keþe jî kilîtên bihuþtê yên bi vî rengî di hiþê
xwe da çêkiribû. Wî ew anîn danîn ser deftera seredanê
ku li ser sekûyê ji hev vekirî bû, û bi tiliya xwe
ciyek nîþanda û pê re li jinikê nihêrî.
-Aha
li vir binivîse.
Dema jinikê navê
xwe nivîsî, ji aliyekî va jî di bin çentê xwe da
hiþk bi çentê xwe girtibû. Keçikê gulên xwe
hilda, solên xwe bi serê pêçiyên xwe va bi erdê
ra kiþand û çû ber sekiye, bi balkêþî li dîya xwe
dinihêrî. Keþe nefeseke kûr kîþande
cigeran û berda.
-We hîç hewl neda ku hûn wî bînin
ser riya rast?
Jinikê qelem xiste rengdangê û bersiv
da:
-Mirovekî
baþ bû.
Keþe pêþî li li dê, paþê li keçikê
nihêrî, çi sêyr e ku qet kelogirî jî ne bûbûn. Jinikê
her bi wê tonê axaftina xwe domand:
-Min jê ra
got ku tu wextê ji derê hîç kesekî xwarinê nedize,
û wî bi gurra min dikir. Lê zemanê ku wî boksorî
dikir, carna bi rojan jihevketî perîþan di nav nivînan
da dima.
- Rebenî
hemû diranên xwe kiþandin, keçik jî tevî hevpeyvînê
bû.
-Erê,
jinikê tesdîq kir. Wêçaxê min qet lezetek nedît,
parî di qirika min ra nediçû xarê, wextê rojên þembiyan
wî ji ber lêdanê nikaribû þîv bixwara.
- Îþê
Xwedê mirov nizane, Keþe got.
Lê wisa diyar bû, Keþe bi xwe jî bi
vê gotina xwe zêde bawer nebû, hinekî ji ber ku
serpêhatiyên jiyanê ev þik dabû wî, û hinekî jî
ji ber ku ode zehf germ bû. Di
vê navberê da Keþe pêwîst dît ku bi bîra wan bîne
ew serê xwe ji tavê biparêzin. Dema ji wan ra behs
dikir ka ewê çawa mezelê Carlos Centanos bibînin,
bawîþkên xewê dihatinê, mîna ku êdî wextê wî yê
razanê hatiye. Di vegerê da êdî ne hewce bû ku li
derî xistana, dikaribûn kilît danîna binê derî.
Û eger bikaribûna ji dêrê ra diyariyek danîna
ber dergeh. Jinikê bi baldarî
gudariya van gotinan kir, lê bi spasiyeke bêken
xatirê xwe jê xwest.
Hê wî deriyê derva
venekiribû, dît ku çend kes li derva sekinîbûn,
wisa xwe ji nêzîk va kutabûn caxên pencerê ku êdî
pozên wan bi hesin va pahn bûbûn. Komek zarok bûn.
Dema derî vebû zarok ji hev belav bûn. Normal wextekî
din kes di vê saetê da li derva nedigeriya. Xelk
di bin siya darên palmîyê da qefle qefle kom bûbûn.
Dema Keþe li kolana ku jê leylana
tavê radibû temaþe kir, yekser fehm kir mesele çi
ye. Derhal derî girt.
-Qasekê
bisekine, got bêî ku li jinikê binihêre.
Xwîþka wî ji deriyê aliyê din ve derket,
çakêtekî reþ di ser kirasê xwe da li xwe kiribû
û keziyên wê ser milê wê da berdayî bûn. Hinekî
bêdeng li Keþe mêze kir û paþê di ber xwe da minminand:
-Xelk
dizane.
-Çêtir e hûn di deriyê paþ ra derkevin,
Keþe got.
-Mîna
hev e, ferq nake, xwîþka wî got. Xelk li ber hemû
penceran kom bûne.
Wisa diyar bû ku, heta wê gavê jinik
tê negihîþtibû mesele çi ye..
Hewl da ku di nav caxên pencerê ra li kolanê temaþe
bike. Paþê gulên destê keçikê
girt û berbi derî meþiya. Keçik li dû wê
çû.
- Raweste
hetanî roj çû ava, Keþe got.
- Ka
hûn ê çawa di vê germê da herin. Bisekinin ez ji
we ra sîwanekê bînim, paþê dîsa li min vegerînin.
-Spas,
jinikê got, tiþt nabe ne hewce ye.
Bi destê keçikê girt û derkete kolanê.