2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Necla Çamlibel
 
Komela YASA û Mamosteyên zimanê Kurdî
2012-09-26 17:23
Necla Çamlibel
Xwendewanên heja û qedirbilind, Ez berê bi zaravayê dimilî dipeyîvîm. Min zaravayê kurmancî jî nedizanî. Dewleta Tirka zimanê me qedexe kirî bû. Me nedikarî bi zimanê dê û bavên xwe bixwînin û bipêyivin.

Paşê ez bi rewşenbîrek Kurd ra zewicîm û cem wî zaravayê kurmancî hîn bûm. Ji panzdeh salan virda ye, ez car caran bi zimanê tirkî , car caran jî bi zimanê kurdî dinivîsînim.

Bi salan e ez bi alikariya zilamê xwe û bi xîreta xwe, roj bi roj zimanê xwe pêşta dibim. Ez di van rojan da hê zêde bextewar im ku, saya serê Komelâ YASA û zaningehê Bonnê, hê zêde tişt hîn bûm. Saya serê qursa zimanê Kurdî, turikê min roj bi roj hê devlemend bû.

Ev qursa ku ez beştar bûm. Bi alîkarîya rêxistina YASA û Komeleya Raman a Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Bonnê, jibo mamosteyên zimanê kurdî hati bû amadekirin.

Armanca qursê ew e: Kesên ku zimanê kurdî dizanin, li ser rêzimana zaravayê Kurmancî werin perverdekirin û bibin mamosteyê zaravayê kurmancî. Zaravayê kurmancî, wek zimanek biyanî li dibistan û zanîngehên Elmanyayê da bi şagirt û xwendevanan bidin fêrkirin.

Bernameya qursê wuha bû: Berî her tiştî di 31.03.2012-ê da, seminerek hat amade kirin. Di destpêkê da, rêvebir, profosor û beşdarên qursê hev nas kirin.

Em bist û çar kes li Zanîngeha Bonnê di roja, 10-21ê îlonê 2012-ê da beşdarê vê seminere bûn. Ev qurs şeş meh domand. Di nava van şeş mehan da gelek xebatên giranbûha hatin kirin.

Di dawiya qursê da ezmûnekek (imtihanek) devkî û yek jî nivîskî, wê pêk bê. Kesê ku bi ser bikevin, wê bawernameyeke morkirî, ji Zanîngeha Bonnê bigrin. Ev kes dikare saya vê bawernamê, di dibistan û zanîngehên Elmanyayê da, mamostatîya zimanê Kurdî bikin.

Emrê wan çi dibe bila bibe, divê her kurd, zimanê dê û bavên xwe baş hin bibin. Em zimanên bîyaniyan hîn dibin, lê yê xwe hîn nabin. Ev kêmasîyek mezin e. Ev tişt xîyala min ê herê mezin bû. Ez gihîştime armancêke pîroz.

Êdî ez dikarim bêjim, min dermanê êşa xwe dîtî ye. Êdî ez Kurdî xewn dibinim. Ez êdî bi dilgeşî radizim û bê êş radibim.

Ez dixwazim ji berpirsiyarê komela YASA û RAMANê ra spas bikim. Paşê jî Prof. Frau Ortmann, Jiyan Badrakhan, Fewzi Dilber û Nissrîn Emir, Dr. Zerdeşt Xaco, Dr. Kamiran Bekes, Evin Julî ya Badrakhan, Dr. Celîlê Celil û Huseyîn Ağuîçenoglu ra sipas dikim.

Di daviyîye da ez bi kurtî dixwazim bejim, Nevîya Mîr Kamiran Bedirxan û Nevîyê Cigerxwin, di rîya bav û kalikên xwe da, bi gernasî dimeşin. Ruhên ecdadên xwe geş dikin. Ji ber ku karekî pîroz dikin.

Ew kesên ku navên wana di vê nivîsê da derbaz bûye, bi rastî bi fidakarî karek netewî dimeşînin. Ev ji tev Kurda ra serbilindî ye, serfirazî ye.

Jibo vê sedemê divê Kurdên welatparêz alikarîya wan komalan bikin, da ku hê xebat xurt be û pêş da here.

Têbinî: Ger kî dixwaze salek paşê beşdarê vê kursê be, dikare bi Fawzi Dilbarê ra tekili çêke. ; dilovan@uni-bonn.de
Print