2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Bîranînên min-3 (Zarotiya devê şêr da)
2012-11-14 14:10
Eskerê Boyik
Çiqas jî dem giran be di jîyana evd da, dema zarotiyê çîrok e, cîrokeke şîrin. Di nav wan çîrokên ez zanim û min bihîstiye zarotiya min ji minra çîroka here xweş, ronayî, paqij û zelal e.

Dema vî emrî da, zarotiya xwe ji bîr tînim, tê bêjî kurikekî serqotî, pêxas tê destê min digre, min tevî wê birra zarokên gund e „bêxem“ dike û em wek refê teyreda berbi qûç, newal, gelî- geboz, mêrg-çîmanê Elegeza rengîn difirin…

Elegez xweşe.

Çawa çavê biharê vedibû, li tenişta şepa berfê kulîlkên ewlin -qalçîçek (berfîn) derdiketin, em jî êdî li bal wan bûn. Paşê cihan tev hêşîn dibû. Em sibê heta êvarê li nava zinarê qûç û geliya, mêrg û çîmana, avên çem, kanî û gola da bûn. Hêşnayî, reng û ewezên demsalêye bedew ra em jî dihatin guhertin, dêmê me li ber tava çiyê diqimilî, lêvê me diterikîn, payîzê laşê me dibû wek şîlanê gihîştiye mor, lêv û sûretê me usa sor dibûn, teyê bigota xûn jê diniqitî… Me pincara çolê gişk yek bi yek nas dikir, navê wan zanibû… Payê xwerina meye rojê pincara çolê bû…

Xarina me şîr, mast û dew, toraq û penir, nanê ce bû. Carna, rojên rojiya, şin û şaya da eger nanê genim, yan goşt, yan kerî sêv hebiya ew mera eyd bû. Gundên me xêncî cê û gênim tişt hêşîn nedibû. Havînê bi barê kera, bi sebeta ermeniya mêwe, bacanê sor, xiyar, pîvaz tanîn, hêka, toraq-pênîr, cê û genim ra diguhertin. Kê karibiya dikirî, kê na nedikirî. Em digiriyan… Daykê meye feqîr pir dixwestin çavê me wanda nemîne, em jî fêkiya buxun, lê ne timê wanra lihev dihat û jî bêçariya xwe, yan me dixistin ku em negrîn, nexwezin, yan ew bi xwe digiriyan.

Karê me bex, berodan, beranberdan, garan bû…Guhdirêjê xelkê destê meda ketibûn xetayê.. Lîstokê me qeya û zinar bîn…

Zivistanê em ji berfê neditirsyan, me xizekê darîn çê dikirin û xwe ser berfêra dişimitand, paşê li ber tendûrê rûdiniştin, guh dida çîrokên mezinan.

Kincê me kevin, qelişî û pînekirî bûn, lingê meda çarix bûn. Em gişk weke hev bûn, em gişk mîna hev bûn.

Em zarokê dema şêr bûn. Em salê şerê Hîtlêr û welatê Sovêtê da hatibûn dinê. Ew salên bêxweyî 1941-1945 tê bêjî li ser dêmê daykê me bibûne keser, hêsirê veşartî û kerayî…

Di nav zarotiya meda Hîtlêrê dêw bû,
Çavê diya hêsir, cave me rê bû.

Bav, ap, xalên me li pêşiya şêr bûn,
Kincê me qelişî, çarxê me qul bûn.

Denekî birçî, denekî têr bûn,
Daykê me him dayîk û him jî mêr bûn.

Malekê da şayî, yê din da şîn bûn,
Nemê sêniçik caw û mizgîn bûn.

„Riya bavê“ him sond bû û him jî sebir,
Gelekara ew bû axîna emir.

Çîrok hê pir bûn, ne ku cil û nan,
Emir em hîn kirin qîmet-qedirê wan.

Zarotî çîrok bû, mêrg-çîmanê çiya
Zarotiya me xewn bû devê „şêrr“ da ma…

Me ewqas jî tê dernedixist ku zarotiya me, wan zarokên gnnd e “ bêxem” di nav tiragêdiya jîyana şêrda derbas dibû. Gund xalî bûbû. Zilam çûbûn pêşeniya şêr, xebata gund, kolxozê mabû hîviya jin, kal û pîra. Nan û kinc kêm bûbûn, serma û birçîbûn bû, ken kêm bûbû girî zêde bûbû. Ya here giran dema nemebirê gund kaxazê reş tanî. Wan nivîsarê bêxweyî girî û şin xwera tanîn, wanra girî û şîn dikete mala. Girî û şîn dikete gund. Malên şên wêran dibûn.

Ji gunde meyî 70-80 ê malê 50 zilam çûbûne ber şêr. 36 kaxazê reş derê gund kutan, 36 mêr venegeriyan. 36 mal xirab bûn, 36 jin bî man, zarok sêwî, kal-pîrê çavê wan li rêya lawa çûne ax û berê sar.

Halê mala me jî baş nîbû. Kaxazekî reş hatibû mala me jî, lawê birê kalkê min- Mêlîk, ku delalyê male bû û duh meh berî şêr dewata wî kiribûn, bûk malda bû, ji pey saleke şêrea kaxaza wîye reş hatibû. Heta roja mirina xwe jî Bavo hîviya vegera biraziyê xwe bû, bawar nedikir ku lawê birayê wî şêrda şihîd ketiye. Bavo pir ji wî hiz dikir. Mirvatiya me teva ji wî hiz dikirin. Heta vê axriyê jî sonda me teva “Riya Mêlîk” bû. Jina Mêlîk, bûka dû meha, ji pey hatina kaxazê reş ra çûbû mala bavê xwe û mêr kiribû.

Nemê Apê min- Moskov dihatin, ew ji pey şêr ra vegeriya.

Bavê min hema sala şêre ewlin da bê ser û berate unda bûbû. Tu deng û bes jê tunebûn. Dayka mine feqîr, ku keça Begê êzdiya bû, li nava hebûnê, bi delalî, maleke navdar, di nav êleke mezin da mezin bûbû, qederê ew avîtibû ji êl û malbavanê wê dûr, kiribû maleke kesîb û qaraniya wê mala giran, ji pey pîrka mine rehmetî ra kiribû ustiyê wê. Kesekî dayka min ne tenê wî gundî, lê wê êlê û heremê da tunebû.

Mala bavê da, bêy dilê wê dabûne kurapê wê, dayka min jî rêvabirê dibistana gund-bavê minra du sal berî şêr reviya bû. Hela hê herd malên kalkên min li hev nehatibûn dest bi şêr bûbû, bavê min jî çûbû.

Dayka min pir heyf û rem bû. Çawa pêşiya gotiyê: „Avê gelyara yole diçû“. Kalkê min bawarkî ji keça xwe zeftir jê hiz dikir. Min tu cara nedît ku dayka min bilind biaxive û peyveke nerê ji devê wê derê, yan jintî, şirîkê xwera sert biaxive, heta bûka jî neheqî lê dikirin.

Çi jî hebûya, qedera bavê min ya neeyan, tenêbûnê, tunebûn û feqîriyê ew kiribûn halê dijwer. „Kesek nîbû, ku min dilê xwe jî li ber vekira, derdê xwe jêra gilîkira,- paşê wextê min tişt jê dipirsî, ji bîr tanî,- dildîmî û şabûna min ew bû, ku malapana teva tu hiz dikirin, nedihîştin ez ji bo xweyîkirina te bifikirin. Min zanibû gişk bona te difikirin“.
Sala 1945 a 9 ê gulanê dewî wê kereseta bêxweyî tê. Bi hesavê dinivîsîn wî şerîda 20 mîlyon evd hatibû qirê, bi seda hezara gund û bajarên welatê sovêtê wêran bûbûn, hesabê ziyana madî gihîştibû bilindayê nebînayî.

Ewê ji wê qesabxanê filitîbûn bere-bere vedigerin. Yên seqet, yên nexweş, yên ji dîtina zulma şêr bi ruhva hedimî.

Malên hineka xirab bûbûn, dê-bavê hineka êdî goristanê da bûn, keçên wane hizkirî bûbûn bermaliyê xelkê.

Lê bavê min tunebû.

Serokatî û rêvabiriya gund gihîştibû wan yên bi çûrekî ji çûyîna şêr serê xwe xilaz kiribûn.



Rojekê jî zilamek ji gundê mala bavê dayka min, texmîna min navê wî Cimşît bûye, tê mala me û mizgîniyê dide nefera ku bavê min-Boyîk saxe, wê bê .

Herd tev sê sala di lagêreke leşkerê sovêtê yên hêsîrketî da bûne. Dema leşkerên sovêtê wê lagêrê ji destê faşîstan azad dikin, ew hema serê xwe dikeve rê û bi cûrekî tê digihîje Ermenistanê, gundê Şamîranê malbeta xwe, lê bavê min tevî leşkerê sovêtê dibe.

Wê demê weletê sovêtê bi du pêşenya şer dikir. Alîkî dijî Almaniya hîtlêriyê, aliyê rojavayê jî dijî Japanê. Hêzên Japan ji aliyê Çînê ra ketibûne Mancûriyayê, dixwestin erdê Rûsa yên rojava dager bikin. Ji pey altindariya dijî Almaniyaye ra Stalîn berê leşkerê sovêtê dide Japan. Bavê min nemê mala mera dinivîse ku zûtirekê şerê kutabe û wê vegere. Sala 1945 a despêka havînê hêzên Sovêtêra diçe şerê dijî Japan.

Leşkerê sovêtê nîvê rê da bûne, dema dewleta Amêrîkayê çeka atomê davêje li ser herd bajarê Japan: Nagasakî …û qetlyama mirovyêye dewranêye here zulm pêk tîne…

Japan bê şer teslîm dibe.

Leşker vedigerin malên xwe.

Yên weke bavê min jî, ku dema şêr hêsîr ketine, bi biryara Stalîn, sirgûnî Sîbîrê dikin, ku kanê komirê da bixebitin.

Print