2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Çanda Kurdên Sovêtê
2015-03-13 00:07
Kemal Burkay
Pirtûka Eskere Boyîk ya bi navê “Çanda Kurdên Sovête” di sala 2012 da di nav Weşanên Deng’da li İstembolê çap bûbû. Ango ji ser ra du salî zêdetir zeman derbaz bû. Lê mixabin dereng mam behsa vê berhema delal bikim. Wê demê ez bi kar û xebata siyasî gelek mijûl bûm û firsend ne dît. Nuha va ye piçek wêsa xwe digrim, li derdora xwe dinêrim û dibînim ku di hay û hûyê rojane da hin tişt ji ber çavê me derbaz dibin diçin, lê bala me nakişînin; yan jî em di derheqê wan da bala nas û dostan nakişînin.

Eskerê Boyîk wek şair û lêkolînerekî Kurd gelek jîrek û berhemdar e. Ev pirtûka wî jî berhemê ked û xebateke baş e, 560 rûpel e û tê da jiyan û berhemên gelek nivîskar, zana û hunermendên Kurd ên dema Yekitiya Sovyêt hatiye tomarkirin. Ji Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirehman, Casimê Celîl, Ahmedê Mirazî, Karlanê Çaçan, Xelîlê Çaçan Muradov, Ferîkê Usif, Semend Siyabendov bigir, heya nivîskarên salên 1970’yi-80’yi, wekŞekroyê Xido, Tosinê Reşîd, Wezîr ê Eşo, Celîlê Celîl, Têmurê Xelîl, Nura Cewarî, Zera Usiv û gelekên din, di derheqê jiyan û berhemên 60 zêdetir nivîskar, zmanzan û dîrokzanên Kurd da agahiyên baş tê da cî digre.

Em Kurdên Bakur, ango yên Kurdistana Tirkiyê, herçî ku di emrê min da ne, em, di guhê me da kilam û stranên Radyoya Rewanê, bi dengê Qerabetê Xaço, çirok û destanên wek Mem û Eyşê, Xecê û Siyabend mezin bûn. Di salên 1950’î da radyo ketine gundan û guhê me li ser Rayoya Rewanê, ya Bexdayê û ya Kirmanşahê bû.

Sala 1972 ji ber derba eskerî ya 12 Adara 1971 cara pêşîn ji welat revîm û li Elmanya du salan mam. Di wan du salan da min edebiyata Kurdên Sûriyê û Sovyetê naskir. (Hawar, nivîsên Celadet û Kamuran Bedirxan, yên Osman Sebri, Nureddin Zaza û Cigerxwin… Her usa jî berhemên Kurdên Sovyêt, wek Romana Erebê Şemo-Şivanê Kurd, Sinco Qîza xwe Dide Mêr, şiêrên Eskerê boyik-Kulîlkên Çiya û hwd… Di wê demê da, ango piştî 35 saliya xwe, li der welat hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe bûm.

Di sala 1974 vegerîm welat û me Partiya sosyalist a Kurdistanê ava kir, Riya Azadî û Roja Welat derxist. Me ji welatê Sovyetê gelek hezdikir ji ber du sebeban: Yek em sosyalist bûn, ya duwemîn jî, ji ber siyaseta Sovyêt ku rê li ber Kurdan vekiri bû û çanda Kurdî li vî welatî pêşva diçû. Li wir mektebên Kurdî hebûn, radyoya Rewanê bi Kurdî weşan dikir, Rojnama Riya Teze bi kurdî derdiket, bi sedan pirtûkên Kurdî çap dibûn û li wi welatî, li komarên wek Ermenya, Gurcistan û li Moskow û Leningradê bi dehan, bi sedan rewşenbîrên Kurd digihan… Kurd ketibûne defteran…

Piştra, di sala 1980 da, piştî derba ekseri ya 12 Îlonê em Kurdên Bakur cardin koçber bûn, gelekê me berê xwe da welatên Ewrûpa. Em bi dehan salan li wir, li Elmanya. Franse, Swêd û ên din man. Me li van welatan komele û çapxane avakir, kowar û kitêb derxistin. Di wê demê da pêvendiyên me û Kurdên Sovyêt xurt bûn, hatin çûn çêbû. Em ji wan gelek tişt hîn bûn û me berhemên wan jî çap kir.

Lê mixabin, ber bi dawîya salên 1980’yî ji bo Yekitiya Sovyêt û Kurdên Sovyêt xirab hat. Sistema wan welatan ser û bin bû. Ew îmkanên çandî ji bo Kurdan nema. Gelek rewşenbîrên Kurd koçber bûn û wan jî berê xwe dan welatên Rojava. Yek ji wan jî Eskerê Boyik bi xwe bû.

Nuha dema li kitêba wî ya “Çanda Kurdên Sovêtê” dinêrim, ew dema borî, wek filmeke sinemê ji ber çavên min derbaz dibe. Nav û sûretên wan camêren delal, Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî û gelekên din…

Di wan sal û demên borî da, ku şevereşeke giran li ser çar aliyê Kurdistanê girtibû, wan çireyek vêxist û ronî da. Wan ji gelê xwe ra xizmeteke delal kir. Wan romana Kurdi ya ewlin nivîsandin, wan di serrastkirina gramera Kurdi da karekî baş kir, wan folklora Kurdi ya dewlemend tomar kir, wan -tevî dostên me yên Ermenî û Ûris wek Hasretyan û Lazaref- diroka Kurdan nivîsandin.

Ked û xebata wan di çanda Kurdî da pir e, giran e, xezîne û gencineyeke giranbuha ye.

Hevalê Delal Eskerê Boyîk, bi vê kitêba xwe ya teze karekî dinî hêja kiriye. Spas ji wi ra!

15 Adar, 2015
Print