2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Rastî
2015-03-30 17:34
Eskerê Boyik
Vê dewyê li parlamênta komara Ermenistanê ser 100 salya komkujiya Ermeniya bo civaka navnetewî biryarek, elametîk hate qebûlkirin. Berê ew dokûmênt tenê ji bo komkujiya Ermeniya bû. Vê dewyê nave Asûrî û Yûnaniyan jî lê zêde kirin. Ji bo çi ew zêdekirin pêk anîne, femdarî ye.

Hinek êzdî ku kêm haj jiyana civaka Kurdên êzdî yên Ermenistanê hene ecêvmayî dinivîsin ku çima wê elametiyê da navê Êzdiya nine, hinek nemê vekirî dinivîsin, nizanim çi, nizanim çi. Wek evdek ku pirî hindikî haj jiyana Êzdiyên Ermenistanê, û berbirbûna siyaset û rewșenbîrya Ermeniya berbi Êzdiyan heye ezê jî ecêmayî bimama eger nave Êzdiyan jî wê dokûmêntê da hebûya yan niha zêdekin.

Ermenî nu nine ku ev pirsgirêka xweye heq danîne ber mirovaya cihanê. Rind tê bîra min 50 sal berê sala 1965a 24 ê nîsane, cara ewil Ermenistanê da bi fermî salvegera vê qetliyamê dane kivșê. Çiqas jî li welatê Sovêtê derheqa bûyarên wî teherî da bîranîn qedexe bûn, lê dîsa jî çawa dervayî welêt usa jî Ermenistanê da bi mecalên cûrbiçûr ew bîranîn dilê gelê ermenî da zêndî dihate xweyîkirin. Birîn kûr bû û nedihate bîrkirin.

Ji nîvê sedsala 20 î heta sala 1918 a dewleta Osmaniyê neheqîke bê wîjdan li vî gelî kir. Welêt da pirsgirêka Ermeniya bi qirkirin û qelandinê, qetlyam û komkujiyê xwera “safî kir”. Bi milyona evdên bêsûc: zar, kal, pîr, zilam, pîrek male wan dexistin, milk û hebûna wan ji wan stendin, cî û ware wan talan û wêran kirin, tezî-birçê, bê mafê jiyanê zorê, bi cûrekî hovane cîhil kirin, berê wan dane ciyê neeyan koka xelkê am û tam anîn. Nêzkaya mîlyon nîvek ermenî kuștin, sere rê – dirba, bi cizaret, bêxweyî qir kirin…

Kê kê lê em Êzdî rind zanin xezeba komkujiyan.

Û îro gelê Ermenî têkoșînê dide ji alyê cihanê da naskirina wê komkujiyê. Ew mafê gelê ermenî ye, mafekî rewa û heq e. Her evdekî xweyî wîjdan gotî vê pirsgirêka Ermeniya ra bibe piștovan…

Lê meniya vê nivîsarê tiștekî din e.

Ya heq gerekê nave Êzdiya jî vê dokûmêntê da bihata nivîsar, çima?

1. Êzdî jî weke Ermenya ziyankêș û șhîdê wê komkujiyê bûn. Êzdiyên serhedê roja ewlin da heta sazbûna Weletê sovêtê tevî Ermeniya nava nava wê dojê û șerkarya dijî Tirka bûn. Wan sale giran çend komên Êzdiyan yê çekdar bi serokatya Serokê Êzdiyên Rûsiyayê Usiv Beg û syarên mêrxasê efseneyî Cangîr axa bi Ermeniya ra tevayî, pișt-piștê tevî șerên 1917-1918 yê dijî tirka bûn. Șerê Serderebê û Baș-Aparanê da mêrxwesya ku Êzdiyan kir belgekî zêrîn yê hevgirtina herdu gelan û kes mikare înkar ke. Serokê hukumata dewleta Ermenya ya wê demê, Sîmon Virasyan, bîranînên xwe derheqa Ûsiv Beg da dinivîse: “Êzdiyan, weke Ermeniyan û hê ji Ermeniya jî bêtir hereket dikirin ji bo serxwebûna Ermenistanê û tu hêza xwe nedihêvșandin bo parastina wê” .“Qedera Êzdiyên Ermenistanê bi her alyava bi qedera ermeniya va girêdayi ma… wana jî ew telî –tengayî tem kirin çi ermeniyan” ( S. Vanêzyan, “Rêyên jiyanê”, cild G, rû 177, Bêyrût, 1963; bi zimanê ermenî).

2.Salên 1914-1918 a, Serhed ji Kurden êzdî vala bû. Cî û warên Êzdiyên Îdirê /Surmeliyê/, Qersê û Wanê jî hatin talankirin, șewtandin, wêrankirin, Êzdiyan jî dest qirr – birr, zor û zehmetiyên Osmaniyê û fanatîkîn olperest warên kal-bavên xwe, milk û mal, hebûna xweye sala hîştin, destê hêsîrê xwe girtin, nava zulm û zorê, talan, xezeb û qetlê ra tev ermeniya reviyan û bi teherekê xwe gîhandin Ermenistana îroyîn.

Leșkerê Osmaniyê hatin gihîștine heta herema Êzdiyên Aparanê. Kîna wan berbi Êzdiyan ewqas mezin bû ku koka Êzdiyên wê deverê jî anîn. Bi seda Ezdiyên Aparanê dijî tirkan tevî serê Baș -Aparanê û Serderebê bûn.

3. Di nav parlamênta dewleta Ermenya da Usiv Beg jî wek parlamêntar hate bijartin. Xebat û herketa wî wek sîyasermedar, serșervan, șexsyetekî aqilmend ji alyê gelê ermenî da bilind hat qîmetkirin. Tek Êzdî û Asorî li nav leșkerên Dewleta Ermeniya da ciyê xwe girtin. Ji bo tu șik ser amintiya wan nîbû.

4. Berê qetlyamê li Serhedê 81 gundên xuru yê Êzdiyan hebûne. Ji wan 13 gund li herema Aparanê, 27 gund-Surmeliyê, 16 gund –Qersê, 7gund- Deșta Çuxuryê, Bazîdê, 18 gund li Wanê. Ji pey qetlyamê ra, xêncî 13 gundê Aparanê, Êzdiyan gundê xweye din unda kirin…Lê çiqas gund hebûn ku Kurdên êzdî û musulman tev dijîtin? Wan salan bawarkî ji sedî 70 êzdî hatine qirê. Hebûn, mal û milkê xwe tev unda kirin. Xelayê, nexweșiya, bêcî û staryê ra rûbirû man.

5. Komkujya Êzdiyan ya sala 1891- ê, ku dîrokê da wek fermana Firîq paşa eyane û yek ji komkujiyên here zulm û xûnrêj di dîroka Êzdiyan da te bîranîn. Êrîşeke pir dijwar Osmaniyan bi piștgirya Erebên Șammer anîn li ser Șêxan û Șengalê, Lalișa Nûranî talan kirin, Tawisa û nîşanên êzdîtîyê, yê pîroz bi zorê birin, Lalişê Nûranî kirin medresa Islamî, Bi hezara Êzdî kuștin, cî û warê wan șewtandin... Hê birinê wê qetlyamê nekewya bûn, dest bi komkujiya Ermenya bû, Êzdiyên Șengal û Șêxanê rabûn pișta Ermeniya û bawarkî 6-8 hezar hêsîrê ermenî ji mirinê xilas kirin. Rayedarên Osmanî ji Îsmayîl Begê Mîrê Șêxa yê Șengalê û serokê Êzdiyên çiyayê Șengalê Hemê Șero xwestin ku hêsîrê ermeniyan tesmîlî wan bikin. Êzdiyan înkar kirin. Osmaniyan bi hêzeke mezin hicûmî Șengalê kirin. Navbera hêzên Osmanî û Êzdiyên Șengalê da dest bi șerekî xûnrêj bû. Êzdiyan cî û warên xwe hîștin revyane çiyê. Nan, xwerin tunebû, tenê bi goștê pêz yole diçûn. Șer 35 roj kișand, 75 êzdî û 10 ermenî hatin kuștin, Osmaniya 56 gundê Ezdiyan talan kirin, șewitandin, wêran kirin. Îsmayîl Beg bi zehmet xwe gîhande Bexdayê, hewar înglîsa daxist. Qewatên înglîterê xwe wanra gîhandin. Osmanya 285 kuștî û bi seda birîndaravava pașda revyan. (Ji nema Ismayîl Beg, ku 14.10. 1919 Ûsiv Begê ra nivîsîye. Niha ew neme Matênadarana Ermenistanê da tê xweyîkirin).

6. Herema Bota gundekî Êzdiyan hebû, jêra digotin gundê Bassa. Vî gundî nav xweda xelkê 7 gundê Ermeniya strandibûn. Payê wanî pirê çiyara derbazî Sûryê kirin... Osmanî pê dihesin bi hêzeke mezin davêjin ser wan. Xelk direvîn. Bassiya jî direvin, berê xwe didine Șêxan û Șengalê. Rêda, nîvê meha Gulanê sala 1916 a, li ber gundê Findikê, koçer davêjin li ser wan. Ji 450- 500 neferî tek 37 xilaz dibin...

Eva ji wê dîroka mezin çend bûyarin...

Em rind zanin ku dema wan bûyara Ermeniya, hîmlî yê revyabûne Ewropayê, Amêrîkayê û gelek biyanyan derheqa komkujya Ermenya da nivîsîne, li nav Êzdiyan da xwendî tune bûne kesî derheqa komkujiya wanda nenivîsiye. Êzdî ça tim wê demê jî bêxweyî, bêpișt û bê pêșewitî bûn...

Dema deshilatdarya Sovêtê gelek tișt hate bîrkirin. Rewșenbîrya Kurdên êzdî ya sovêtê li ser wê bilindayê nîbû ku wan bûyarên ku hatibûne serê kal bavê wan hema cûrê bîranîna pey xwe bihêlin, nenihêrî gelek ji wan rewșenbîran ziyankêșê wan bûyara bûn, sêwî mabûn û sêwîxana da mezin bûbûn. Tek “HEWARI” ya Heciyê Cindî û “BÎRANÎN” ê Ahmedê Mîrazî da bi sivikayî nêzîkî wan bûyaran dibin.

Ji pey salên 60 î ya sadsala borî heta sala1990 û peyra jî bi seda lêkolînên mezin, roman, nivîsarên bedewetiyê derheqa wan bûyara da ji alyê zanyar û nivîskarên ermenî da hatine nivîsar, weșendin, sîneme hatin kișandin, lê wanda bawarkî tu tiștê barkês derheqa di wan bûyara da tevbûna Kurden êzdî yan Êzdiyan da tune. Eger hebe jî du-sê xetê biçûke.

Çiqas jî ji minra dijwere e bêjim, lê rastî ew bû ku gelek zanyar, nivîskar, sîyasetmedarên Ermenî xwe nedigirtin derheqa tevbûna êzdiyan da ji bîr bînin, binivîsin. Heta sala 1989 a peyva Êzdî, Kurdên êzdî mediya ermeniya da çiqas jî bigerî navînî.

Ji pey sala 1990 î ra Êzdî bi carekê va ketine rojava Ermenistanê, Êzdî wek gelekî cuda elam kirin, wanra zimanekî nû “dîtin”, para xeberdanê bi zimanê “Ezdîkî” radîoya xweda vekirin, ji bo zaokê Êzdiyan pirtûkên dersa yên zimanê “êzdîkî” bi elfebêya kirîlî weșendin...

Gelo ev kirin hemû ji bo hizkirina Êzdiyan bû?

Lê wekî ewqas ber êzdiya diketin çima navê Êzdî jî nekirine vî dakûmênta xwe?

Bersîv gelekî sade ye.

Ji bo ew Êzdiyan wak Kurd dibînin... Zanin Êzdî bi netewa xwe kurdin. Çiqas hinek Êzdî gaze-gaza wane: “Êzdî Kurd nînîn”, “Êzdî gelekî cudane”... Xelk dîrokê jî, her tiștî jî rind zanin. Ermenî ji teva rindtir zanin ku Ezdî Kurdin û “hesavê” wan jî kurdara heye...

Gelo sûcê Kurdan komkujiya Ermeniya da heye.

Heye.

Çiqas? Ça? Bi çi cûreyî- eva tiștekî din e.

Kurd, çiqas jî dereng mane gerekê bi lêkolînên û xebatê hêja bersîva vê pirsê bidin, rastiya xwe derxin holê, ku sûcê ku dewleta Osmaniyê û Tirka kiriyê ji ser xwe derxin. Zanyar-siyasetmedar, serokekî Ermeniya yê wê demêyî hêja Arșak Çopanyan dinivîse: Wan bûyara da “zêrandina gelê kurd ji ya ermeniya kêmtir nîbû”.

Ermenî jî bi çavê rastiyê gerekê dîrokê, dewranê, cînarê xwe binhêrin.

30. 03.2015
Print