2021-10-22
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Doç. Dr. Ekrem Önen
 
Medya û şer
2015-05-14 11:35
Doç. Dr. Ekrem Önen
MEDYA û ŞER
Şerê ISID ê li hember Kurda
Wezareta Pêşmerge, Parastin – Zanyarî û medya Kurdî


Pirsa Medya û şer pirseke ne bes îroj herweha di demên berêde jî gelek aktuel û gelek lêkolîn li ser hatine kirin. Ji bo ev pirs bê zelal kirin divê berya her tiştî mirov binere bê ka çi ji medya tê hêvî kirin, çi dikare çi nakare, çi dixwaze û naxwaze bike.

Di halatên şer de Hêvîya temaşevana ji medya bêhtir li gor rewşa wan a Sosyal, kulturî, çînî (tebeqe), pîskolojîk û îdeolojîk tê guhertin. Wek mînak hinek temeşevan bi zanetî an nezantî dixwaze bibıhîze terefê ew dujmin dihesibîne xesarê dibîne, dema xeberk weha dibîne wek fanatekî futbolê dema taximê wî golê davêje kêfxweş dibe, Hinek dixwazın di wêneyên Şer de hiseke dramatîk bi wan re çê bibe, Hinek ji bo bi zanibin çi dibe xeberên şer taqîb dikin her weha hinek jî ji xwere maça futbolê dinerin. Lê rastî temaşevan tu teesîreke pozıtîv an negatîv li protsesa şer û wê medya çi û çawa bike nûçe nîne. Di encamde hêvîyê wan ji medya çi dibe bira bibe hinekî din ji wan re nûçê şer hazir dikin û wek sofra xwarinê dide ber wan ew jî dixun û hezim jî dikin.

Dezgehên medya di halatê şer de ji bo çêkirina nûça bi çi awayî û çi karin? Bêhtir li gor profesıonalîzm, di şer de terefbûna wan û taqeta dezgeha medya ye. Lê medya çuqas xurtbe jî di halatên şer de herdem terefê xurt artêşe ji ber wêjî dezgehên medya her dem mecbûrin li gor îmkanên ku artêş ji wanre pêkeş dike tevdigerin. Medya ku disîplîna ku artêşê di haletê şer de danîye xera bike ji alîyê artêşê tê ceza kirin. Ceza herî mezin jî ewe wan ji înformasyonê qut dike. Dema mirov lê dinere di haletê şer de sê terefên ku eleqedarin hene: artêş, medya û temaşevan, ji van hersêna êherî xurt artêşe. Artêş taqet û îmkanê di dest wan de hene ji bo çekirina înformasyonê bi kar tîne û şerekî pîskolojîk û propaganda dike û ew bi ser dikeve. Ji ber di serdema nuh de serkeftin di warê serê înformasyonê wek serkeftina şerê eskerî grînge heger ne bêhtir be. Em dikarin di vê babetê de gelek minakan ji cîhanê bidin da ku ji me ev pirs bêhtir zelal bibe.

Wek eşkereye ku gelek kes baş dizanin şerê Vîetnamê salên 1955-1975 di navbera DYA û Vıetnamê de bi serketina Vîetnamîya bi dawî hat û di vêya de ku rola mezin a Televîzyonê bû, evêya bi gotina serokê DYA ê bêrê Lyndon Johnson eşkere dibe ew weha dibêje “Me şerê Vîetnamê ji ber televîzyonê wenda kir. Ji ber ku şerê Vîetnamê şerê pêşin bû ku telvîzyonê ji xelkê re neqıl dikir”. Sebebê vêya ew bû ku televîzyonê kuştına eskere DYA û mexduryeta xelkê Vîetnamê dianî ber çavan. Berxewdana xelkê Vîetnam û çêbûna raya giştî li dijî şer li DYA, ew mecbûr kir ku ji Vîetnam derkevin. Herweha Disala 1983 de dema DYA mudaxeleyî Grênada kir tecruba Vîetnam hebû wê demê general Sidl ê di şerê Vîetnamê de berdevkê medya yê ordîya DYA bu, got “kesên nuha di ordîyê de generalin di şerê Vîetnamêde subay bûn ez dizanim ruhê wan ji rojnamevana diçe” dema derbasî Grênada bûn şûna ku sîstemek medya ava bikin ji binî de ne hiştin rojnamevan nêzî cephe bibin. Evêya bê guman ne razî bûn li DYA bi xwere anî.

Piştî vêya Ordîya DYA disala 1984 de xwest sîstemek bi navê Hawuzê Ragîhandinê ji bo di haletê şer de têkilî bi medya re çawa bê avakirin. Ev dezgeh ji esker, îstixbarat û rojnamevanê profesîonal bi helwestên millî pek tê. Naveroka vê dezgehê ewe ku di haletê şer de rojnamevanê li cephê di dana nûça û hazirkirina raportaja de divê çi bike?. Şertên vê sitemê yên herî grîng ji bo rojnamevanê ku di vê sîstemê de wê kar bikin ewe ku pêşin divê ewlekarîya netewî, eskerî wek erkên herî grîng liber çav bigre. Ev sîstem bi vî awayî kar dike: navendek merkezî a kontrolê ku ji esker, îstixbarat û rojnamevanê profesîonal bi helwestên millî pek tê heye, di haletê şer de artêş kîjan rojnamevanê ew dixwazin nûçeyan di derbarê şer de bide pêşî wan di civînin paşe wan dabeşî grubên ji 10 rojnamevana pêk tên dike, di nav her grubekê ji vana merivekî Istxbaratê eşkere serpereştîya wan dike ew mervê îstixbaratê li cephê ji wanre cîh, wext û bi kêre bide û bistîne tayin dike, piştre hemû rojnamevan înformasyona dane hev a kû lazime bide dezgeha xwe ya medya teslıîmî vî mervê îstıxbaratê ku serpereştîya grûba wan dike, ew merivê îstixbaratê ku serpereştîya grûba wan dike hemû îformasyonê dighîne merkeza ku van a ku nuça kontrol dike, paşê ev merkez van nûça kontrol dike kîjan nûçe maqul dibînin û dixwazin berdin teslîmî rojnamevan dikin, paşê rojnamevan dikare ji navenda dezgeha xwe a medya yê re rêke ji bo weşandinê. Ev sîstem Înglîz di dema şerê navbera wê û Argentîn de di şerê Falklandêde ji bo sîtemek wana di haletê şer de têkilî bi medya re nebû û bê tecrûbe bûn dîrekt ev sîstema Hawuzê Ragîhandinê bikar anî û serkeftî bû . Piştre DYA di şerê bi Panamayê re jî bi kar anîn. Paşê jî DYA di sala 1991 dedi şerê kendavê de ev sîstem bi kar anî her weha di şerêe paşî bi Îraqê re dîsa ev sîstem bi kar anîn.

Em dikarın jı gelek welatên cîhanê gelek mînaka bi vî awayî bidin wek mîsal Rûsya Federal jî dî şerê sala 2008 li gel Gurcistanê ji bo Asêtya wê jî sîstemek teybet ji bo medya ava kir û hemû rojnamvanê çi Rûsî çi biyanî di bin çavderîya hêzên eskerî berdan cephê. Fransa di operasyonên xwe ên li welatên Afrîka rojnamevan di bin kontrolek teybet de berdidan cephê ji bo berhev kirina înformasyonê .

Piştî ev mînakên li jor me dan em werîn li rewşa Kurdistanê, şerê Hêzên Pêşmerge bi ISIDê re, Wezareta Pêşmerge, Parastin – Zanyarî û medya Kurdî binerin. Di şerê hêzên pêşmerge bi ISIDê re medya Kurdî azmûnek ne serkeftî da, ji ber medya Kurdî nakarîbû xwe li hember şerê Pîskolojîk kû medya xêrnexwaz û dujminê kurdan li hember Kurdan dimeşandin xwe bigre an bi kontr propagandayê şerê kû medya xêrnexwazê Kurdan li hember Kurdan dimeşand bisekinîne û derew derxe, bileksî vê medya Kurdî jî ket ber bayê medya xêrnexwaz a dujminê kurdan wanjî bi zanetî an bi nezantî bûn aletê propaganda medya xêrnexwazê Kurdan, ew protses nuha jî berdewame. Paradoksa herî mezin ewe ku qehremantîya hêzên Pêşmerge li hember çeteyên ISIDê kiriıne heta nuha dor 1200 şehîd û hewqas jî birîndar hene her weha pêşmergeyên qehreman bê tirs berê xwe didan û nuha ji didin ser mirinê ji bo parastina xak û xelkê Kurdistanê, lê pir heyf bi saya serê madya xêrnexwazê kurdıstanê û medya xwe Kurdî dıhesîbîne ku ew jı bi zanetî an bi ne zantî ku bû alîkarê medya xêrnexwazê Kurdistanê ji bo pêşmerge di çavê Kurdan de reş bike gelek propaganda şerê pîskolojîk kirin ji ber vê nuha di serê gelek Kurdan de û bi teybet li bakurê Kurdistanê wek ku xwedê grabî "pêşmerge şengal hiştîye û revyaye, pêşmerge nakare şer bike û her weha tu tiştê xerab namîne di derheqê pêşmergede nabêje". bê guman tu gazin ji medya dujminê Kurdan nabe ew karê xwe dike û ez dikarim bêjim ew karê xwe serkeftî dike.

Gazina mezin ji medya Kurdî a ku bi serweta millî a xelkê Kurdistanê tê xwedîkirin dibe, ew ji wek medya dujminên Kurd şûna behsa qehremantîya pêşmerge bike wan jî li zurna medya dujminên Kurd dixist, munaqeşa xwedê grabî" pêşmerge çima şengal hiştîye revyaye, pêşmerge nakare şer bike". Her weha roportajê xwedê grabî ji cephê dide ew ji wek medya dujminatîya Kurdan dike, wek mînak, li şengalê dor 8000 pêşmerge heye dervî Pêşmerge her weha hinek grubên din ku hejmara wan ne zêdeyî 150 kesîbe hene û ew grûbana ne bi allayên kurdîstanê bi alayên grûbê xwene, medya ku xwedê grabî li ser navê wek medya kurdîye tevdigere di here şûna hêzên pêşmerge nîşan bide wan grubên ku ne zêdeyî 150 kesîne nîşan dide û li ser wan repotajê berfireh ji cephê amade dike, wekî ku ne 8000 pêşmerge dora şengalê rizgar kiribe wekî ku ev gruba ku jı 150 kesî pêk tê rizgar kiriye. her weha ew dezgeha vêrepotajê dide piştî nîv seetêli sutudyo xwedê girabî "" reva"" hêzên pêşmerge şîrove dike Mirov bi îbret temaşe dike. (Ev di tabîra medya de navê wê şerê pîskolojîke ê ku li hember kurdan û nizm xistina pêşmerge dibe) paradksa herî mezin ewe ku Evê ya kî dike ew dezgehên medya ku ku xwedê grabî medya Kurdîye û bi serweta millî a Kurdan tên xwedîkririn dikin.

Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Bazanî di hevpayvîneke xwede dibêje "" Dujminê Kurdan nuha di rêya medya de şerê Kurdan dike"" raste ez jî weha difikirim lê gazin ji dujmin nabe ew karê xwe dikin, gazina esasî ji medya Kurdî dibe, a ku nakare kontrpropagandayê bike ku propaganda medya xêrnexwazê Kudistanê puç derxe. Divê em berê xwe bidin mala xwe û çaksazîyê li wir bikin, an na paşeroj xerabe. Tişta herî balkêş ewe ku gelek mirov nabîne, Nuha dujminên kurdistanê di rîya medya haziriya ""şoreşa rengînî"" li başûrê Kurdisatanê amade dikin wek van salên dawî li Gurcistanê, Ûkrayna, Misir, Lîbya Ûhw. li hemû van welatan ""Şoreşa Rengînî di bin şîaratên pîroz de bûn bes encam li ortê ne. Heger em Kurd li hember van palanan û propagandan xwe baş amade nekin dikare divan demên pêşde li gelek bajarên wek Hevlêr, Silêmanî, duhok Şengal ûhw. xwepêşandanê xelkê di bin kontrola dujminên Kurdan û madya wan û dibin fikir û şîaratên piroz de dest pê bike. wek fılosofekî Rûs dibê je "" rêya cehnemê ji kevirên bi nêta paqij hatîye ava kirin"" dujminên Kurdistanê dixwazin ""şoreşa rengînî"" di bin şîaratên pîroze ji bo kurdan pêk binin. li vir diixwazim bala deshilatîya herema Kurdistanê bikşînim. Di medya ku xêrnexwaz a ku dujminatîya Kurdan dike mirovên profesyonal perwerdekirî ji istixbaratên welatê kurdistan perçekirine kar dikin ew karê xwe gelek serkeftî dikin. Kurd bi van kadroyên amator li medya Kurdî kar dikin nakarin serî bi vanare derxin. Medya kurdî jî divê kadroyên profesyonal bi helwestek millî bi kar bine. an na paşeroja Kurdistana başûr di talûkê deye. Mînakên vê ""şoreşa rengînî"" ji nuha de diyare şengal minaka destpêkê ye. Birayên me yên Kurdê Êzîdî ku li şengalê bûn alet ji bo lîstika dujminên Kurdan tev Kurdên welatparêzin lê dujminê kurdan di rêya medya û şerê pîskolojîk ku medya Kurdî jî bi zanebûn an nezanbûn bû aletê vê propagandayê û di bin şîaratên pîroz de ew li dor xwe civandin.

Her çuqas medya kurdî amator be lê gazina herî mezin ji desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Parastin – Zanyarî dibe

Ji ber ev dor salekêye Kurd bi ISIDê di şer dene heta nuha ji nakarin çarakê ji medya re bivînin. Her çuqas pêşmerge bi qehremanî gelek serkeftinê mezin bi dest anîye ji lê raya giştî a Kurdistan ne temam ji vêya agahdarin, bileksî wê di serê gelek Kurdên di bin teesîra propaganda medya dijayetîya Kurdan dike dene biawakî negatîv li pêşmerge dinere. Divê desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Parastin – Zanyarî bi zanîbe di serdema mede serketina şerê Eskerî tenê bi xwere serketina kamil nîne divê di warê şerê medyayî de jî tu serkeftî be, an na ne bes kes qala serkeftına te nake her weha serketina te wek ne serkeftin di raya giştî de bi cîh dikin. wek mînaka nuha li kurdistanê heye.

Desthilatdarîya herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge û Parastin – Zanyarî divê di destpêka şerê bi ISIDê re ji tecrûbeyên welatên ku li jor min behs kirine di ber çavde derbas bikirna li gor rewşa Kurdistanê şerê bi ISIDê re wan jî sîstemek ji bo medya yê çawa li cephe kar bikin ava bikirna. Wan jî rojnamevanê Kurd û biyanî dabeşî grûbên ji 10 rojnamvana pêk tên û dinav her grubekê de yek ji endamên parastin an Zanyarî dinav debe û wan rê bi ber rojnamevana xista li ku çawa û bi kêre roportaja bikin . Divê wezareta Pêşmerge li gel Rojnamevanên Kurd ên profesıonal millî ku berya her tiştî berjewendîyên Millî û eskerî li ber çav digre dezgehek ava bikra û wan hemû nûçeyên derbarê şerê bi ISIDê kontrol bikra. Nuha jî ne derenge ji ber rewşa Kurdistanê her dem dikare şer bibe heger sîstemek wek li jor min behs kir ava nebe wê herdem ev pirsgirêk wê derkeve pêşya Kurdan. Her ne bes ji bo haletê şer tenê ev demeke pir eşkereye medya dujminatiya Kurdan dike pir aktîv şerekî medya yî li hember herêma Kurdistanê destpêkirîye ew dixwazin di bin sloganên bi îdealên paqij Kurdên başûr li hember desthilatdarîya herêma Kurdistanê û partîyên wan ên siyasî sor bikin da ku xelk bi xwe li hember wan serî hilde. Ev şerê medyayî ku medya dujminê Kurdan li hember herêma Kurdistanê dike hêdî hêdî be jî işaretê ku ençam dide heye. Êdî ne bes xelk her weha gelek kadroyên partîyên siyasî ên herêma Kurdistanê jî di kevin bin teesîra vê propagandayê. Kurdistana başûr luksek wanî weha nîne ku di bin navê dmokrasîyê û toleransê de rê bidin dujminê kurdan cirîda bavêjin. Kurdistana başûr di rewşeke weha de derbas dibe ku ya Kurd dibin dewlet an jî tavaya Kurdan têk diçin ji ber wê heger Kurdistana başûr dixwaze bibe dewlet divê li gor dewletbûnê jî tevbigere

Her weha yek problemek din a başûrê Kurdistanê tunebûna medyak millî profesyonale. yek ji sebebên medyak millî nayê avakirn dervî hemû problemên li jor min behs kir yekjê jî pirsa medya partîtî ye. Pirsek din ya ji bo amadekirina rojnamevanê profesîonal lazime kontrolek û perwerdeyek baş li fakultên rojnamegerîyê û ragîhandinê hebe. ji van fakultan divê rojnamevanê profesîonal ku ewlekarîya netewî herdem di ber çav de bigre, ne ku bi dîrektîf û qerarnama bê kontrol kirin dive bi perwerdeya autokontrol bên amade kirin, ku ew bi xwe zanibe çi, kengî û çawa dikere binivîse û bide rêdan. Pir heyf ev du dewre ye ku gelek rojnamevanan ev fakultên ragihandinê ên herêma Kurdistanê xelas kirine jî lê heta nuha ev pirsgirêka rojnamevanên profesîonal ne hatîye çareser kirin. Divê fakultê ragîhandinê ên herêma Kurdistanê li xwe hay bivin bê ka şaşî di ku deye. Divê li Fakulte û dezgehên medya herêma Kurdistanê kesên ji Karê medya fam dikin cihê xwe bigrin ne bi awayê xal û xwarzêtîyê. Çawa yekî ne dotor nakare mirovan emelyat bike yakî ji karê medya fam neki jî nakare karê medya bike.

Li ser vêya gotinek serokê sêemîn ê DYA Thomas Jefferson di sala 1787 hat bîra min, ji Thomas Jefferson pirsîne "Tu Hukûmetek bê gazete an gazetak bê Hukûmet dixwaze bersîva wî gotîye ""gazetek bê hukûmet dixwazim". Heger îroj Thomas Jefferson sax ba wê çi bi gota nazanim lê tiştekî nuha baş zanîm ji başûrê Kurdistanê re medyak millî profesîonal ne partîtî lazime.

Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Jêder:

1) «Стопроцентную безопасность не может гарантировать никто» // Власть. 2011. № 4. С. 19.

2) Cohen-Almagor R. Media coverage of acts of terrorism: troubling episodes and suggested guidelines // Canadian journal of communication. 2005. Vol. 30. P. 401 –402. 3) Dyer G. How to cover terrorism: the new media rules // The Baltic Times URL:

3-Hoffman B. Inside terrorism. New York: Columbia University Press, 2006. P. 174.

4-Nacos B. L. Mass-Mediated terrorism: The central role of the media in terrorism and counterterrorism. Lanham. Md.: Rowman & Littlefield Publishers, Inc, 2007. P. 20.

5.Дмитрий Шурхало. СМИ в вооруженных конфликтах современности. — москва 1999.
6. Георгий Почепцов. Психологические войны. — Москва 2009.
7. Виктор Пелевин. «Geneation «П». — Москва, 2011

8.Medya ve savaş yalanları. Leonora Foerstel .2007

9-Utan media kan du inte starta ett krig- Jan-Olof Rönn- 2010

10-Krig och medier - Sakerhetspolitik.se

11.Rudaw TV

12.ANF

13.Kurdsat TV

14.KNN TV

15.TRT Kurdî

16.Dunya TV

17.Med Nuçe TV

18.Newroz TV








Print