2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Hilbijartin, rojev û dîmena welat
2015-09-26 17:56
Latif Epözdemir
Turkîyê 1’ê Mijdarê diçe ser sandoqan û hilbijartina xwe dubare dike. Başe çî qewimî ku hilbijartin dubare dibe. ? Bi raya min encama hilbijartina 7’ê Pûşberê ne bi dilê hin kes û sazîyan bu. Deshilat ji destê AK PARTİ’ê şemitî û ew nekari bi tenya serê xwe li ser kar bimîne. Her wiha AK PARTİ û serokkomar Receb Tayib Erdoğan jî ,dilnekirin ku koalisyonek di navbera hin partîyan de çêbe û deshilatek nu û hevpar were serkarîya welat.

Her weki ku tê zanîn encama hilbijartinên 7’ê Heziranê,peyamek ji bi xwe re deranî. Li demeke nû, derî vekir. Ew dem, dema koalisyonê ( hevparîyê) bu. Dengê AK PARTİ’yê ketin û AK PARTİ ji hilbijênerên xwe hişyarîyek wergirt. . Ev hişyarî wek balkêşîyek bu. Hilbijêneran dane zanîn ku AK PARTİ divê vegere ser kiryarên xwe yên dema yekem. Vegere ser reforman, vegere ser demokrasi û azadiyan, pêvajoya çareserîyê bi şêweyek aştîyane bidomine û encam bide, bibe serî. Dev ji doz û pergala serokatiyê berde û di nav pergala parlamenterî de bimeşe. . Yani hilbijêneran got: jibo damezrandina pergala serokatîyê hê zû ye. Pirsgirekên welat divê bi şêweyek aştiyane û demokratik û di zemîna parlamentoyê de werin safî kirin, çareserkirin.

Hilbijênerên HDP’ê jî, piştgiri li HDP’ê kirin û HDP’Ê bi 80 nuner vekişandin meclîsê ku ew li wê dozek ji çekan dur dozek aştiyane û demokratik bimeşinin da ku kêşeyên welat çareser bibin.

Peyamên herî mezinên encama hilbijartina 7’ê Pûşberê bi kurtasi berite bu ji van herduk xalan. Ev herduk peyam jî ji alîyên herduk partîyan ve baş nehat fêm kirin û ewan disan bi ya xwe kirin, vegeriyan ser dezgeyên xwe yên berê.

Li dawîyê sedem ku encama hilbijartinan ne bidilê hin alîyan bu;serokkomar desthilata xwe a yasayi bi kar anî wezifa damezrandina hikumetê da serokê Partiya here mezin Ak Parti birêz Davutoğlu ku hikumetek di navbera 45 rojan de pêk bîne. Davutoğlu nekari ku bi serê xwe hikumetek berite ji AK PARTİyê dayne. . Koalisyon jî pêknehat,serokkomar biryara hilbijartinek nû de. Ji xwe serokkomar jî dilxwazê koalisyonê nebu.

Ev dimena nû, bu sedemê qeyranek siyasi. Pêra jî,PKK dest bi çalakîyên tund û çekdar kir. Lewra iro Turkiye wek gola xwinê ye. Kurdistan di nav agireke mezin de ye. Gelê Kurd, li ser agire, her roj bi dehan mal berê xwe didin bajarên Turk û dibin koçebar,dibin wek penaber, terka welatê xwe dikin.

Ev hemu dijwari û şer û pevçun sedem neçarekirina pirsgireka Kurd e. Pirsgirek û kêşeya Kurd pirsgireka here mezin û giran a Komara Turkiyê ye. Eger ev komar vê piesgireke bi derfetek aşti û wekhev û dadwer çareser neke, ev alozi kuta nabe. Raya çareserkirinên ewlehi û leşkeri ne çareye. Paşiya paşi wê terafên şer li dor maseyek bicivin. Weki din tu rêyek tunene.

Gelên Turkiyê dibin siya çek û balafıran de diçe hilbijartinê. Ez ne bawerim ku ev hilbijartin bibe hilbijartinek mehqul. Ez ne bawerim ku vîna gel azad be û bi şêweyek demokratik encam bide. Di nav barana top û gulleyan de, ne qabile ku mirov bi azadi rêxistinek bibjêrin. Bi raya min vinek ( iradeyek) netewî a Kurd di vê hilbijartinê de jî , encam nade. Gelê Kurd di navbera herduk hêzên çekdar de maye û dinav agir deye. Ewê ji bo durxistina belayê, bey dilê xwe jî be, wê dengê xwe bide partîyekî.

Ki li navçe zêde karîger be, sedem vê rewşa taybet, wê ew zêde deng werbigre.

Ji berê de em dibêjin. Bila siya çekan û tirsa çekdaran ji ser gel rabe ku hilbijartinek demokratik pêk were û vinek azad encam bide. Eger çek binax nebin siyaset ji, jiyan jî, normal nabe. Lewra em dibêjin ev hilbijartin jî,wê tiştek neguherine, disa pirsgirekên here mezin wê biminin li benda çareseriyê.

Mixabin ku renge ev şerê qirêj bêhtir jî, bidomine. Lewra Serok Komar dibêje” me pêvajoya çareseriyê rakir,dani sarinceyê, hetani yek terorist bimine, emê bi hemu hêz û karina xwe ve,tekoşina xwe bi dominin. ”Li himber vê berberîyê PKK ji, li hin navçeyên Kurdistanê ku asta milli zêdeye, xendeqan vedide,kemînan bikar tine û ew ji dibêje ku,”me ji nuva dest b işerê şorişger a gelêrî kiriye. ” Bangi welathizên Kurd dike ku dakevin qada tax û bajêran û bibin pişt û senger ji bo gerilayên PKK’ê. PKK dibêje “emê desthilatên xweser û xweru damezrinin. ” Bi vê helwestê çalakiyan li dar dixe. Gel li dor vê helwestê derdikeve der û dibe hedef û amanca gulleyên hêzên dewletê.

Helbet di vê tuntbarîyê de PKK jî, telefek berçehv dide û gelek çekdarên PKK jî telef dibin. Di gel gelek kesên niştecî, çekdar û alîgir3en PKK’ê jî têne kuştin û birindarkirin. Li Gumgumê, Farqin û Amed û Gewerê gelek kes sedem banga PKK bune hedef û amanca hêzên dewletê û hatin kuştin û birindar bun. Li Cizirê ji 20 ( bist) kesan zêdetir kesên sivil hatin kuştin. Deh roj zêdetir gelê Cizirê di mal û avahiyên xwe de mane dil û bende, nekarin derkevin devre. Cizira Botan bu girtigeheke mezin. Bajêr ma bê nan û bê derman û bê av. Nexweş û birindar nekarin herin ser bijişkan û ji ber merez û birinên xwe canê xwe ji dest dan, mirin. Gelo çıma. ? Ma gelê welatparêzê Cizirê vê yekê heq kiribu. ? Çi bu suc û tawan û gunehê wan. ?Çima vê seza û ezyetê bi gel dane Kêşan. ?

Rayedar ji raya xwe nayên xwar. Wisan xuya dike ku wê bêtir xwin were rijandin. Hikumet a nuya ya ku du wezirên HDP’ê jî têde cih girtine, biryarek nu da ku 5000 kesên din bigrin jibo milistî û “korucitiyê”. Hikumetê xelat dani ser hin kesên rêvebir û çalakvanên PKK’ê. PKK disan li ser navê “şerê rizgarîyê” bang li xortên Kurd dike ku çek hilgirin. Bangi gerilayên xwe yên Rojava dike ku vegerin Bakur û daxili şerê Bakur bibin. Ev rudan didin xuya ku wê şer û pevçun û tundî demeke dirêj bidome. Xwin û histêr û firmesk zêdetir bibin. Kurdistan kavil bibe, xelk koçebar bibe, jiyan bikeve nav xetereyeke man û nemanê. Heyf. Heyfa welatperwerên Kurd ku dibin amanc û hedefên hêzên şerxwaz û şerperest.

Ya baş ewe ku rojek zûtir, herduk alîyên şervan careke din werin cem hev û dest bi guftugoyan bikin. Banga heri mezin a gelê Kurd, helwest û daxwaza here giring a welatperwerên Kurd eve. Di vî qonaxê hilbijartinan de, arami û sekan lazime. Qadek aram û bêpevçun bi mafê hemu kesane. Lazime herdu teraf jî, bi zûyî dilnerm bibin û guh bidin bangewaza gelê belengazê Kurd.

Lewra çiqas zêdetir xwin birje, disan jî bêfeyde ye. Ev rê ne rêyeke insanî û şaristehi ye.

Lazime PKK dev ji vê inyada xwe berde, çekên xwe binerd bike û were di qada demokrasîyê de xebata xwe bimeşîne.

Dewlet dev ji siyaseta tund û ewlekarî berde, operasyonan rawestîne û guh bide hevwelatîyan. Ev cehda leşkeri bê wate û bê feyde ye.

Gere dewlet bizane ku hemu Kurd di vî şerê qirêj de ne sucdar û tawanbarin. Ev raya dewletê a tund û dijwar dibe sedemê nakoki û neyarti û dijminahîya navbera herdu gelan. Hin hêzên reş û tarî vê birinê dixwirînin û bi vê minasebetê dest bi çalakîyên dijraber dikin. Hin hêzên nijatperest qaşo sedem riswakirina “terorê” hêrişê Kurdan dikin, dikan û malên wan agirbaran dikin,nakoki û rik û kînek netewi aj didin. Ev xeterek gelek mezine. Lazime dewlet pêşî li vê mebestê bigre ku pevçunên etnik û netewi encam nedin. Eger na, wê ev xwin û dijminahî serê herdu terafan ji bixwe û welat bibe wek Suriye ku bi dev û diranan kes nikaribe pevçunan bergir bike.

Yan şer û yan jî arami. Şerxwaz divê rêyek bibjêrin. Yan mirin, yan jîyan. Hilbijartina rojevê îro ev e. Lazime hemu kesên welathiz hişê xwe bidin serê xwe. Bi çek û top û firoke û bombebaran pirsgirek çareser nabin. Hê ku zûye divê şer were rawestandin û “pêvajoya çareseriyê” û guftugo ji nuve destpê bikin. Îro rojeva welat ne hilbijartin yan jî damezrandina Pergala Serokatiyê ye. Rojeva welat aramî û aştîye, kutabuna şer û tundi û dijwarîyê ye.

Nexwe sibê wê wext dereng bibe, wê herkes poşman bibin. Ev şer wê malxirabiyek mezin bi xwere bîne. Dev ji çekan bedrin û şer rawestînin. Ev ne rêye. Binketi û serketiyên vî şerî wê tunebin. Lê xesar wê gelek mezin be.

Cigirê Serokê Partîya Maf û Azadîyan/ HAKPAR
Print