2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Hinek pirs, li ser Restemê Zal û Boxê Birîva
2016-01-04 00:37
Bawerê Omerî
Ji bo hemû rewşenbîr û lêkolînvan û dîrokzanên Kurd,

silavên germ li we û li hemû berevanên çand û dîrok û kelepûr û hebûna miletê me be.

Hêjayan,

min dixwest we hinek zanyarî bida me xwendevanan, li ser du kesên ku navên wan di dîrok û çîrok û çîvanokên gelê me de pirê caran derbas dibin.

Yek ji wan Restemê Zal e, û yê din jî Boxê Birîva ye.

Ev herdû navdarên Kurd yên efsaneyî tenê bi nav û mêraniya xwe di nav gelê me de hatine naskirin, lê me ti zanyariyên nivîsandî li ser wan nexwendine.

Tiştê herî bala min dikşîne, yek jê ew e, ku miletê Efxanî dibêjin: ”Restemê Zal bi netewa xwe Kurd e, lê ew li Efxanistanê ji dayik bûye”. Vêca pirsa pêşî ev e: gelo ev Restem ji kîjan malbatê ye?

Û niha ji malbata wî kesek hene ku li welatê me dijîn, yan na?

Jînenîgariya wî çawa bû?

Gelo cihê gora wî li kû derê ye?

Ya din jî wateya Box di zimanê Eyranî yê kevin de tê wateya Xwedê, yan jî Xweda, wekû çawan Kurdên Feylî ev nav li bajarê Bexdadê kirine, ku ew jî bi wateya xwe Box e, ango Xweda ye, û dad ango dadmendî ye, û ev herdû bêje pevre (Boxdad) dibin:“ Xwedayê dadmendiyê“.

Vêca ev pirs xwe davêjin holê: Gelo Boxê Birîva, Xwedayek bû, yan jî tenê kesekî mêr û leheng bû û navê wî yê pêşî tenê navek bû? Kî ji malbata wî niha li Kurdistanê dijî? Jînenîgariya wî çawa bû?

Çi girêdana vî navî bi gundê Birîva ve yê dikeve nêzîkî bajarê Amûdê ( Darê) de heye?

Gelo cihê gora wî li kû derê ye?

Ez ê pir şad bibim, ku we ji me re li ser van herdû navdarên efsaneyî agahî û zanyariyên veşartî yên ku ta niha nehatine nivîsandin, binivîsanda, ji ber ku pêdiviya pitûxaneyên kurdî bi van nivîsandinan hene.

Di dawiyê de ez ji bo kar û xebata we ya nirxbilind serkeftin û berxwedariyê dixwazim, û hêvîdarim hûn timî ji bo pêşketin û parastina ziman û çand û dîroka kurdî di pêş de bin.

Ligel silavên germ yên birayê we Bawerê Omerî

03.01.2016

Bawere-Omeri@hotmail.com


Print