2024-05-09
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Eskerê Boyik
 
Gerekê culet bin
2016-02-12 08:41
Eskerê Boyik
Dema Sovêtê gunda da kolxoz ȗ sovxoz hatibȗn demezirandin, yanê erd, sewal: pez, dewar, hesp çi heywan hebȗn, tiraktor, erebe, avayî, bi gilîkî her tişt yê kolxoza yan sovxozan bȗn. Xelkê gund jî nav wanda dixebitîn . Ji pey salên 70 –î ra kolxoz-sovxoz pir mezin bȗn, her yek bȗ xweyê bi deha hezara serî pez, dewar, hesp ȗ sewalê din, bi hezare hêktar erd, bi seda tiraktot, bêçer, erebê berbir, hacetê gundîtiyê, avayî ȗ tiştên gundîtiyêye mayîn.

Salê nodî welatê Sovêtê hilşiya. Ne ku tenê komarê dewletê yê berê ji hev başqe bȗn, lê fabrîke, zavod, bank ȗ deşîxanê din ku dewra sovêtê da wek hebȗna dewletê hatibȗn demezirandin hukumdarên nȗ pê ketin ecele hilweşandin, nav hevda bela kirin.

Eva babetekî lêkolînêyî dine…

Wê demê Wezîreta komara Ermenistanê ya Malhebȗna Gundîtiyê, ez jî wek pêşekzanekî wî warî (aboriya malhebȗna gundîtyê) tevî komîsyonekê şandime nehyê Komarê. Nehya Aragasê, kîderê 11 gundên kurdên êzdî hebîn, ku hebȗna Sovxozan nava gundiya da belakin para me ket. Her tiştê sovxozan bi bihakî arzan, deynî, didane gundiyan. Sîtȗasyake nenormal çê bȗbȗ. Geleka /payê xelkêyî pirê/ nedixwestin tişta hildin. Digotin: „Ez ku van tişta hildim, lê paşê wê çawa be?“

Hinek jî culet, çi ber wan diket, ser xwe dinivîsîn ȗ dibirin mala xwe. Qet ji bîra min naçe, min ji yekî pirsî: “Tu ewqasî dibî, lê paşê?”

Camêr kenya, bersîva min da: “Paşê çi, xwe min nakujin, zef-zef wê hinekî ji min bistînin. Vê tevlihevyê ȗ xiringêlê da “Yan kerê bemire yan xweyê kerê”…

Zilam rast bȗ. Paşê perê sovêtê bêqîmet bȗn. Deynê gundyan bȗ sifir ȗ niha jî ewê ew hebȗn bê tirs ȗ pirs, culet xwera hildan bȗne zengîn ȗ xweyê gunda…

Min çima ev hemȗ nivîsî. Niha Kurdistanê, xazma Başȗr ȗ Rojhilat da kawos ȗ tevlihevî ye, serok ȗ rêvabirê Kurda, tevî siyaseta aktive rast usa jî gerekê culet bin, hêz jî heye, çi maf Kurda ra dikeve, bi culet bixwezin, hidin ȗ elamî cihanê kin. Çi hildan ewê jî Kurda ra bimîne. Paşê kê zane “Kerê bemire yan xweyê kerê,”

Vî şerê hilweşîna dewletênSȗryayê ȗ Ȋreqê da, ku sȗcê dîktatorya hukumdarya wan bȗ /ew neyarê gelê Kurd bȗn/ gelê kurd bedelê mezin da ȗ giranî hê jî ser mile kurdan e. Niha jî deshilatdarê cihanê bi qewata kurdan dixwezin, dagerkira biparêzin, hidȗdên wan yê berê xweyî bikin ȗ dîsa şȗrê wan ser sere Kurda bihêlin. Kurd gerekê wê neheqiyê qebȗl nekin, îro gotina xwe bêjin, îro dijî wê siyasya neheq derkevin. sibê wê dereng be.

Tiştê Kurda yê undakirinê nîne.

SERXWEBÛNA KURDISTANÊ hîştin hîvya rehma dilê cînar, “xêrxwez”, der-doran ȗ siyasya cihanê serxwebȗn tucar nayê.

12.02.2016


Print