2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
GAVEK BER BI PÊŞ, DU GAV BER BI PAŞ (*)
2016-02-17 20:15
Kemal Burkay
Marşa mehterê, rast yan derew, dibêjin ya Tirkan e: Du gav ber bi pêş, gavek ber bi paş. Ez di şikê da me. Ji ber ku Tirk, berî hatina van deran, li çol û bêrîyên Asya Navîn koçerên xwedê bûn. Ne senet, ne çand, ne zanyarî. Tenê suwarîyên baş û hosteyên tîr avêtinê bûn.

Ewana çi girtin ji gelên Êran û Anadol û Erebîstanê, ji faris û Kurd û Ereb û Ermen û Grêkan girtin. Felsefe û şiêr û mînyatûr û avadanî û muzîk û govend û gelek tiştên dinê.

Lê dibe ku ew marşa mehterê bi rastî jî ya wan be. Meriv li bajarvanîya dinyayê, li senet û fen û zanîn û mirovtîye dinêre û li vê zulm û zordestî û har û hovîya wan dinêre û dibêje rast e, ev rengê rêvaçûnê gorî wan e û hîn ji serê wan zêdetir e! Du gav ber bi pêş, gavek ber bi paş.

Lê hûnê bêjin, ma Faris û Ereb ji wan çêtir in? Har û hovîya Saddam û meleyên Êranê ji yê wan şunda dimîne? Rast e, şunda namîne. Di rîya merivtîyê da xelk pêşva diçe, ew paşva diçin.

Van rojana li rojnamên Tirkan dinêrim û şaş û metel dimînim. Tu dibêjî hela dîn bûne, har bûne. Bi hêrs û rik û qîrîn û zirîn in.

Sebep çi ye? Ma hûn nizanin sebep çi ye? Sebep Dewleta Kurd e. Li Kurdistana Başûr (cenûb) gelê me federasyon êlan kir. Biryara xwe da û got, em li Kurdistana Iraqê dewleteke federal çê dikin, eger Ereb jî razî bin, em dikarin wek bira bi hevra bijîn.

Himber vê biryarê, berekîva hukma Bexdayê ya zordest, berekîva jî Tirkîye û Êran gelek aciz dibin. Çima? Ma heqê Kurdan tune ku dewleta xwe çêkin? Ma em zarokê jinebîyê ne?

Serda jî, ev dewleta federal di nav çarçuva Iraqê da û wek parçekî ji wê dimîne. Ma Tirk û Êran çima ewqas aciz dibin?

Lê derdê wan malûm e. Ew gelek baş dizanin ku, otonomî be, dewleteke federal be, eger Kurd carê dest bi îdara welatê xwe kirin, carê bi şiklekî resmî heq stendin, êdî rê ji bo rizgarîya temamîya Kurdistanê vedibe.

Em derdê wan, kula wan baş fêm dikin. Lê ewqas jî ne dihate bîra me. Me digot di nav wan da merivên demokrat û pêşverû jî hene, dijî zordestîya hukumetê derdikevin, dibêjin pirsa Kurdî heye û tenê bi darê zorê safî nabe.

Mesela merivek wek Îlhan Selçuk, ku ta ji berê da dijî faşîyê baş şer dike, pêşverû ye, heya çep e jî. Lê di pirsa Kurdî da tim serhişk û şovîn bû. Piştî 12 Êlonê piçek guharî bû. Carcaran navê Kurdan hildida û sîyaseta dewletê rexne dikir. Em jî şa dibûn û me digot, herhal hişê wî hate serê wî, camêrî di pirsa Kurdî da jî zincîrên mêjîyê xwe şikand!

Lê hêyf, sed carî hêyf! Îro em dinêrin ku tu guhartin tune. Ne Selçuk, ne jî yên dinê. Tu dibê hişê wan ji serê wan çûye. Hemû bi hevra, wek koro dijî Kurdan agir dibarînin.

Yê vana ne wek marşa mehterê ye jî, yê vana gavek ber bi pêş, du gav ber bi paş!

Di navbera çep û rastê wan da ferq ne maye. Ku dor hate pirsa Kurdî, biger ku tu di nav wan da demokratekî bibînî. Hemûyan şûrê xwe kişandine, êrîş dikin. Tiştan dibêjin meriv şaş û metel dimîne.

Dibêjin ev dewlet totik e, karê împeryalîstan e. Selçûk dibêje, ``komara mûzê ye"", wek ku waxtekî li Amêrîka Başûr dihatin çêkirin.

Lê nayê bîra wan ku, Kurd jî dixwazin azad bin, xwedî dewlet bin. Nayê bîra wan ku Kurd, ev du sed sal e, ji bo rizgarîyê şer dikin û di vê rê da bi sedhezaran, mîlyonan şehîd dan. Nayê bîra wan ku, îro ev dewleta federal li Kurdistana Başûr, berhema şerê man û nemanê ye, ku bi salan e dajo û tê.

Lê Selçuk jî, Mûmcû jî, Sîrmen, Kirca û hemû kolonyalîst û şovînên din jî bila baş bizanibin: Milletê Kurd ne eşîra du ye. Dîroka me ji ya wan deh carî kevintir e. Me li vê dîrokê gelek dewlet çêkirine. Di çand û bajarvanîya dinyayê ya berê da para me mezin e û em ji vê yekê serbilind in.

Me bo azadîyê bedêlek mezin daye û hîn jî didin. Azadî heqê me ye, dewlet heqê me ye.

----------------------------------------------

(*) Ev nivîs cara pêşin di sala 1992 da, ango 24 sal berê di rojnama hefteyî AZADÎ’da bi navê Ferhad Can çap bû. AZADÎ li İstembolê derdiket. Ferhad Can yek ji navê min bû ku di ware nivîsandinê da bi kar dianî. Piştra, di sala 1995 da, tevî nivîsên dine di pirtûka bi navê Gula Çile di nav Weşanên Deng da, li Îstembolê çap bû.

Babetê nivîsê, avakirina dewleta Kurdî ye. Gelek balkêş e ku ev pirs îro, ango 24 sal şunda jî dîsa di rojevê da ye û li ser gelek gengeşî çêdibe. Li vî welatî îro jî gelek kes –çi siyasetmedar, çi rewşenbîr û nivîskar- bi şiklekî federalî be jî dîsa dijî dewleteke Kurd in û wê wek parçebûna dewlet û millet dibînin. Hin kes jî dîsa bi navê çepitî û pêşverûtiyê, dewleta Kurd wek berhem û dûvikê împeryalî nîşan didin û dij derdikevin...

Ango ew nexweşîya kevn berdewam e... Sovyêt parçe bû jê bi dehan dewlet derketin, Yugoslavya parçe bû jê 5-6 dewlet derketin, kesî dengê xwe nekir, heya kêfa wan hat; lê dema dor tê Kurdan kevneperest û “şoreşgerên” hemû dinyayê radibine ser piyan, dij derdikevin, dikin hela hela!

Ev çı mesele ye gelo, yekî li me nifir kiriye, çi?!.

Lê îro balkeşîyeke dinê heye ku ew hîn ecêptir e: Hin Kurd ku heya duh dewleteke cuda û serbixwe, heya Kurdistana mezin a yekpare dixwastin, goya ji bo wê şer dikirin, îro dewlet mewletê naxwazin, heya bi şiklekî federal be jî... Heya otonomî jî naxwazin, dibêjin tiştên hanê ji bo Kurdan ne lazım e!

Lê dîsa di destê wan da sileh heye û carina şer dikin, welat dikin nav şer û şewatê, Kurdan koçber dikin! Wek îro, çawa Cizîr, Nisêbîn û Diyarbekir-Sûr û gelek bajarên dinê xirab dikin û xelkê bê mal û bê war dihêlin...

Ango him ji bo Kurdan tiştekî naxwazin, him li gund û bajarên Kurdan agirê şer dadidin!..

Ev çi mesele ye, gelo, yekî li me nifir kiriye, çı?!.

17 Sibat-2016

Print