2022-08-18
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Tolan
 
Sersaxî û hevpeyvîna bi yekemîn mamostê Êzdiyên li bakurê Kudistanê re
2016-03-04 23:57
Kemal Tolan
Min jî bi dilekî zahf xemgîn îro 04/03/ 2016 de bihîst ku, yekemîn mamostê me Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê û pismamê min Cemil Temin,. li xeribiya bajarê Mersinê-Tirkî yê kirasguhastiye û çûye ber rahmeta Xwedê!

Ez ji Xwedê û Tawisî Melek hêvî dikim ku, ew heval, mamoste û pismamê me yê ezîz Cemil Temin bi rahmeta xwe şahbikin!

Bila serê tevaya zarok, zave, nebî, pismam û hevalên rahmetiyê Cemil Temin, yê ku yekemîn mamostê Êzdiyên li bakurê Kudistanê bû sax be!

Ezê niha ji bo nasîna kesayetî, serpêkhatî û bîranînên mamoste û pismamê xwe Cemil Temin, hinekî ji wê hevpeyvîna ku min di 12.01.2006 de bi Xwedê jê razî yî ra çêkiribû (Tevaya vê hevpeyvînê di rûpelên 293-309 yên pirtûka min a bi navê Nasandina Kevneșopên Êzdîtiyê II- ku di sala 2012 de li Hewlêr hatiye çapkirin de ye.) pêșkêșî we bikim.

Hevpeyvîn bi mamostê Êzdiyan yê yekemîn re

Birêz mamoste Cemil Temin, hûn dikarin ji me re hinekî behsa kesayetiya xwe bikin û bibêjin, ka we çawan dest bi xwandinê, çend salan û li kurê mamostetî kiriye ?


Ez di 08.03.1939 de li bajarê Awîskê(ikiköprü), yê ku girêdayî qeza Qubînê û di herêma parezgeha Batmanê de ye ji diya xwe Xanima Kelê û bavê xwe Silo`yê Kalo ra çêbûme. Ji xeynî min, zarokên dê û bavê min tûne bûn.

Di wextê zarokatiya min de gundê Şimzê di herêma qeza Qûbînê de gundê herî mezin bû. Ez bawerim hukumeta Tirkan jî lewma ev gundê şên ji xwe re kiribûne nahîye. Baş têbîra min, gava meketeb gundê Şimzê di sala 1946 de vebû, hingê tu kesî bi zimanê tirkî nizanîbû. Xaniyê mektebê jî weke yên me ji kelpîçan bû û dîrektorê nehiya Şimzê jî hingê di xaniyê mala apê min Mirza yê Kalo de dima.

Dibistana gundê Şimzê jî hingê di herêma me de ya yekemîn bû. Ji xwe hingê xwandina dibistana sereke tenê sê salbûn. Ez û hevalên ku bi min re dihatine dibistanê, şagirtiyên Êzdiyan yên pêşînbun. Mamostên me jî kesên ku xwandin û nivîsandina tirkî baş dizanîbûn û lêşkerên serkêşên artêşê bûn.

Wexta min xwandina dibistana sereke di sala 1954 de li gundê Şimzê qedand û şunde, rojekê qaymeqamê Qubînê hate gund. Ez çûme cem vî û min jê ra got, ez dixwazim bixwînim, lê bavê min ne tereftare. Kêfa qaymaqam gelek ji vê gotina min ra hat û rabû hima di cîda qazidek şande pey bavê min, ew anî û jê re got,” tû çima naxwazî ev kurê te here bixwîne?”

Bavê min jî bersiva xwe da û got,” Qaymeqam beg! Tiştê ku min ji bav-kalên xwe bihîstiye û ez heta vêga dibînim, hîna tu kesekî Êzdî ku xwandibe tûne ye. Kurê min jî yekî bitenê ye. Ez nikarim wî bişînime deverên dûr…...”

Qaymeqam û midurê nahiyê bavê min anîn li kêleka xwe dane rûniştin û jê ra fêda xwandinê birêzkirin. Dûre gotine bavê min, “tû kurê xwe bişîne mekteba navîn, tiştê em karîbin emê alîkariyê bidine te û kurê te. “

Weha bavê min jî încar razî bû.

Ez di sala 1955 de çûme bajarê Qubînê û min dest bi xwandina dibistana navînkir. Li virê bi rojê diçûme dibistanê û êvaran jî vedgeriyam e malên merivên xwe yên ku li gundê Texerî anjî Hecrê diman.

Di vî wextê ku ez li Qubînê diçûme dibistanê de diya min gelekî nesaxbû û nikarîbû karê nav mala xwe bike. Lewma jî, ewê bîryara zewaca min da û gote xuşka xwe Meymo yê, qîza xwe Besê bide kurê min Cemil. Ji xwe min û keçxaltîka xwe Besê jî heta roja zewaca me ya di sala 1957 de qet hevûdinê ne dîtibû.

Gava min xwandina dibistana navîn di sala 1958 de xelazkir û şûnde, êdî ez çume dibistana perwerdeya mamosteyan ya li Diyarbekirê.

Dema min dibistana perwerdeya mamostetiyê jî di sala 1961 xelazkir û şunde, êdî wezareta karê perwerdê ez weke mamoste şandime gundê Ferhangok“Agaçeli”ê. Ev nahiye di nava herêma parizgeha Çewlik(Bingöl)ê de gelekî mezin bû. Heta demekê min dîrektoriya vê nehîyê jî li gel mamostetiyê dikir. Li virê çîtika min ya ji bo xwandina dibistana leşkeriyê(assubaytiyê) jî derket û ez ji virê çûme Manisa.

Min li Manîsayê di nava 45 rojan de perwerdeya dibistana leşkeriyê xilaskir. Dewletê ez ji vir jî şandime nava artêşa bajarokê Narlidere ya di nava parêzgeha Izmir ê de bû. Dema ku min li Narlidere jî salekê bêyî zarok û pîreka xwe mamostetî kir, hingê hêjî saleke xizmeta min ya mecbûrî ye dinê jî mabû. Ji ber wê jî artêşê êdî ez dame ber xizmeta wezareta perwerdê ya sivîltiyê. Wezareta karê perwerdê ji bona vê salê jî ciyê karê min li gundê Ordeka ku girêdayî Bozova yê û di nava herêma parêzgeha Urfayê de kifşkir.

Hinga ez hatime Bozovayê min bihîst ku Êzdî li herêma Wêranşehirê hene. Vêca min û Evdoyê Bişarê axê hevûdinê naskir û ewî gelekî dixwast ku ez herim li dibistana gundê wan Oxlakçiyê mamostetiyê bikim. Dûre Evdoyê Bişarê axê çû ji berpirsyarê wezerata karê perwerdê ya li Urfayê re got, ez di xwazim hûn xizmeta mamoste Cemil bidine ser gundê min(Oxlaqçiyê). Weha ez hatime gundê Oxlaqçiyê û min bav, pîrek û zarokên xwe(dû kur û çar qîz) jî di sala 1968 de ji Şimzê anîne cem xwe. Em bi malîtî di avayê dibistana gundê Evdoyê Bişarê axê de man. Min li Oxlaqçiyê bîst salan mamostetî kir. Di peyre ez bi daxwaziya xwe hatime nava Wêranşehirê û min li navenda Wêranşehirê de jî pênc salan weke mamoste karkir. Ez di sala 1992 de piştî 31 sal û 4 mehan hêja teqawît bûm. Min çû di vê sala 1992 de malek li Mersin ê ji xwe ra kirî. Ez ji sala 2003 heta …………….

Birêz mamoste Cemîlê Silo, hûn dikarin niha jî hinekî bahsa serpêkhatiyên xwe û yên bav-kalan ji we re gotine bikin?

IMG_0083Rahmetiyê bavê min hercar ji min re digot, “malbata me di beriya fermanê Filah, yê di sala 1915 de li gundê Bilêderê û dûre li gundê Zercil, Bazbut, Şih, Mizareş, Awîskê, Hecrê û Şimzê de akincî bûne. Min dît Hesoyê Birahîm maqulê van gundên li der û dora Batmanê bû û piraniya mêrxas û tivingçiyên wî yên hingê jî tev Êzdî û File bûn.Ji xwe axatiya di herêma me de, piştî damezrandina komara tirkan jî, bi alîkariya dewletê weke sazûmanekê di hate parastin. Dema Emînê Ahmed(axayekî serokê êşîra reman), bi alîkariya John Tirkan hat gundê Keverzoya Xwarîn ji xwe re zebt kir, hingê mala me li gundê Bazbûtê de bû. Min û birê xwe Mîrza amiliya xwe bi wan serok êşîrên ku xwe parastibûne hukumeta John Tirka ne dianî.

Hinga hukumetê birê min Mîrza jî girt û ew birine hepsa Sêrtê, êdî min mala xwe ji Bazbutê rakir û bire gundê Şihê bicîh bûm. Di vî wextî de navbêna min û Xelîlê Simê yê ku diya wî jî Êzdî, ji êşîra elika û bavûkalên wî jî ji kevin de li ser vê herêma me axatî kirine gelekî xweşbû. Hinga min rojekê bihîst ku Emînê Ahmedê tevî leşkerên pêre wê êrîşî bînine ser gundê Şihê, min agehdarî da Xelîlê Simê yê ku li gundê Zêwika Xaço dima. Xelîlê Simê jî ad(soz) da min û got, çi gava Emîn bavê je ser gundê Şihê, ezê eskerê xwe bi alîkariya we ve bişînim. Dûre Emîn û leşkerên xwe êrîş anînine ser gundê Şihê. Min li hemberî wan şerkir. Xelîl jî tevî gelek peyayên Elikî û hinek merivên min yên ku li gundê Şimzê diman jî, bi hawara min ve hatin. Dawiyê Xelîlê Simê mala min ji Şihê anî gundê Mizareşê. Piştî demekê Emîn û eskerên hukumet ê cardinê bi hevûdinê re di sala 1913-14 de? Êrîş anînine ser gundê Mizareşê û ew gundê Mizareşê jî şewitandin. “

Bîranên mamoste Cemil Temin 2

Apê min Mîrzayê Kalo hercar ji me re digot:

Hinga ez di hepsa sêrtê de bûm, hingê komara tirkiyê nû hatibû damezirandin û tevaya girtiyan giregir, axa û begên herêmên Kurdan bûn. Nimûne : Hingê axayê di herêma me Êzdiyan de gelekî bi nav û deng, Xelîlê Simê jî di vê hepsê de zeptkiribûn.

Hingê gelek nasên min hebûn û tevjî dihatine dîtina min. Ji xwe nasên min yên misilman navê min hilnedidan û timî digotin, kirîvê hêja. Di êvarekê de min dît pênc meriv bihevûdinê re hatin ketine nava oda min û gotin, pismam derbasbuyî be. Ez mame heyîrî û ji xwe re got, kî tê ba min dibêje kirîv tû çewayî? Lê, evan ji min re got, pismam.

Min hew xwe girt û min ji wan re got, xwezî min zanîbuya ka we çima ji min re got pismam?

Ewan camêran jî gotin, em û hûn birastî jî pismamê hevûdinê ne.

Min ji wan pirskir, hûn ji kur zanên ?

Yekî ji wan got, belê me bihîstiye ku tû Êzdiyî. Bav-kalên me jî berê Êzdî û ji êşîra dasika bun. Ez jî vêga hêja axayekî dasika me. Lê, me dînê xwe guhastiye û niha em ne Êzdîne. Em misilman bûne.

Min ji wan lavekir ku ew bahsa dîn guhastina xwe ji min re bikin.

Ewan got mesela ku em misilman bune gelekî dirêje. Yê axa got ezê ji pismamê xwe re mesela dîn guhastina bav-kalên me bibêjim.

Êdî wî camêrî destpêkir û got:

Di demê berê de kalên me tev Êzdî bûn û navê êşîra me jî dasika bû. Cîhê ku êşîra me dasikan lê diman, ji herêma çolemêrgê heta derdora musilê bû. Di tarîxekê de begekî me Êzdiyên ji êşîra dasikiyan yê pir dewlemend û desthilatdar mezin radibe diçe ber parizgeha Lalişa nûranî ziyaretî bive. Hinga begê me ji nav mala xwe dertê, ew berpirsyariya şêwr, mal û desthiltdariya xwe tevî dispêre birayê xwe yê axretê.

Axayê me piştî şeşmehan hêja dikare were vegere mala xwe. Wexta tê digihîje mala xwe li demsala havînê û derengî şevê rast tê. Ew ji hespê xwe peya dibe û dibêje xwelamên xwe, herin mekine qelebalix û kesî rehetsiz nekin. Ewî dizanîbû ku li ber dîwarê qesra wî dû derencên ku meriv dikare di wan de derkeve ser serê qesrê hene. Ew hima bê deng û hêdîka di derinca aliyê rohilatê qesrê de dertê ser qesrê. Wextê di merdîwanê(derencê)de dertê jorê, denkekî xuşexuşê dikeve guhên wî. Ew dertê serê qesrê. Dinêre jina wî di nava livîna xwe de razaye. Gava destên xwe di tariya şevê de davêje lihêfa xwe, destên wî dikeve ser kitek(tekek)e sola(şekala) zilaman. Jê re şiphe çêdibe, lê kesî nabîne. Ew radibe vê kita solê dixe bin balgiyê serê xwe û radizê. Serê sibê hinga ji xewê şiyar dibe, dîsa li ser kita solê xeman dixo û dibêje, wele min her tiştê xwe teslîmî birê xwe yê axretê kiribû û ji wî pêve kes nikare were nêzîkî nav mala min bive. Dike û nake nikare gumana xwe ji kesekî re jî bibêje. Heta çend heftiyan vê solê li cem xwe vedişêre. Rojekê dibêje delêlî here li nava gundên herêma min bigere û xeberê bide nas û gundiyan, bila filan rojê hemû kesên ji êşîra dasikan e werin emê bi hevûdinê re nanekî xêra çûna ziyareta min bixwin. Gava di vê rojê de nanê xwe dixwin, hîna sifre ranebuyî, beg bi dengekî bilin dibêje ji kerema xwe re kes ji we li ser sifrê ranebe û neçe. Dûre radîje wê kita solê ji ber pişta xwe derdixe û dibêje , gelî dost û birayan ! Kî ji we vê teka solê nasdikin?

Zêdeyî bîst dost û pismamên begê me li teka solê dinêrin û dibêjin, welle ev sol ya birayê te yê axretê ye û me timî jî ev cotê solan di lingên wî de dîtiye.

Vêca beg hêja radibe ji dost û pismamên xwe re mesela xwe ya hinga nîvê şevê hatiye û ev kita solê li ber ciyên pîreka xwe dîtiye dibêje. Încar eşkere dibe ku evî birê min yê axretê yarîtî bi jina min re kiriye. Em Êzdî tev bi vê kiryarê re lewitî ne. Ez vêga rabim wî bikujim jî ev bêxîretiya me dasikiyan hew safî dibe. Ez naxwazim Êzdiyatiya weha bêbextî berdew bikim. Eger hûn bi raya min bikin, emê bişînin bila meleyekî misilmanan were, emê tev bihevûdinê re li ber destên vî meleyî misilman bivin.

Hemû dost û pismamên begê me jî bi gotina begê xwe dikin û ew tev bihevûdinê re misilmantiyê di pejirînin.

Ji xwe me ji ber vê meselê jî ji te re got, pismam.

Bîranên mamoste Cemil Temin 3:

Bavê min hercar ji min re digot: “Hinga dewleta osmanî xwast sivîlên xeyrî misilman bive xizmeta leşkerî , hingê (1840-42 ?) mala apê min cûno li gundê bilêderê buye. Apê min na xwaze here vê xizmeta leşkeriyê. Birê wî yê mezin Mirza jî wî dibe Heskîfê li kelek(qeyîk)ekekê siwardike û ew li ser avê diçe nava îraqê….

Gava derbasî îraqê dibe, li nav mala mîrê Êzdîxanê Elî begê mezin dimîne.

Gava çend salên wî li virê derbasdibin, ew bêrîya male û kulfetê xwe dike.Radibe diçe xwe davêje fuqreyeke ku nave wê Fatê buye re dibêjê, eva serê çendsalane ez ji welatê bav-kalan û malbata xwe dûrketime. Ez gelekî xema wan dixwim û ez nizanim ka tû karî serê xwe ji min re deynî, binêrî ka rewşa mala me çewa ye ?

Fuqre Fatê jê re serê xwe datîne û dûre jê re dibêje,

Ez dibînim, wa dareke tuyê li ber derê mala we ye. Hûr û girên malê tev li heşê de ne. Ji hingava tû ji wan dûrketî, kesek ji wan kêm nebuye. Tevjî sax û selametin.

Di pey re gava afuya wî dertê û ew cardinê vedigere tê nava koma malbata xwe. Dibîne tiştê ku fuqre Fatê li îraqê jê re gotî, tev rastin.”

Li goriya dîtina te, ev mal û komelên Êzdiyan yên ku niha li Ewrupa û bi taybetî jî li elmaniya yê vebûne, çiqasî dikarin Êzdiyatiyê xwedî bikin û feyda van çiye?

Wele feyda çêkirin û vekirana van mal û komelên Êzdiyan pir re. Lê, divê ev gelekî girîngiyê bidine hevkariya bi hevûdinê re û tifaqa wan hebe. Tev bi hevûdinê re kar bikin. Di nav van karan de heta karibin urf û adetên xwe bi zarokên xwe bidine naskirin û zarokan bi zanistî fêrî Êzdiyatiyê bikin. Rê, resim, zargotinên xwe ji bo pêşeroja zarokan binivisînin. Hinga ev kîtab, dokument û arşîvan di nav malên wan de amadebin, sibê zarok û nebiyên wan wê xe baştir nasbikin. Ev tev jî bi xwandin û nivîsnadinê têne parastin. Hêvîdarim ku zarokên me zû bizû asîmle nebin.

Ez vê xizmeta ku tû dikî gelekî giring dibînim. Ne bi weha be kes ji me bi dîroka xwe nizane.

Mala te gelekî ava be.


Kemal Tolan: Min ev hevpeyvîn di êvara 12.01.2006 de û li mala Mahsum San de, bi rêzadar Cemil Temin yê ku xwandevan û mamosteyê me Êzdiyên bakurê Kurdîstanê yê yekemîne re çêkir.

Çavkanî:

*Kazim Özdemir, http://www.geocities.com/mehname2006a/83/nirxandin1.html

**Osman Baydemir, Hamidiye Alaylarindan Köy Kuruculğuna. Rûp.: 126 -149
Print