2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Marê bi qiloç
2013-01-27 10:01
Bawerê Omerî
Hinek ji zanyarên candaran dibêjin, ku hejmara maran li ser vê zemînê li dor çarsed celebî ne, ji wan heftê û çar yên bi jehr in, û yên din bê jehr in, û marên ji bîst santîmitran ta duwazdeh mitroyan hene, ew ji lawirên herî bihêz e, û hêza wî ya herî pir di jehr û ser û gewdê wî de ye, mar dikare tenê bi serê xwe sax bimîne, û xwe li ser zemînê bikişkişîne, herweha dikare neçîrekê ji serê xwe mezintir bixwe û daqurtîne, û marê Anakunda dikare mirovekî yan jî ahoyekê bi saxî bixwe, û dibêjin, ku mar tucarî êrîşî kesî nake, tenê dema ku birçî dibe li neçîra xwe digere, û carinan jî ku hinek astengiyan jêre çêbikin, ew êrîş dike û berevaniyê li xwe dike, mar hemû bêguh in, û ew deng û bêhna neçîra xwe û hemû tiştên din bi zimanê xwe yê dirêj yê ku serê wî mîna şûrê du serî ye, dike, û gelek marên kedî jî hene, û mar in hene dizên û hinek ji wan jî hêkan dikin, ew goştxwer e û bejavî ye, û goştê wî jî wek goştê hemû lawirên din tête xwarin, û jehra wî li pişt serê wî bi hustekê ya dudiyan kom dibe, diranên wî li jêr û jor in, û serê wan diranan bi aliyê hindurê dev de ne, di rêka serê herdû diranên xwe de yên ku li jor in, dikare bi neçîra xwe vede û jehra xwe debasî nav laşê wê bike, lê marê Kobra dikare jehra xwe ta du mitroyan bavêje neçira xwe, û pileya hêza jehra her marekî li gor cîh û war û jîngeha ku lê dijîn ji hev cûdane, ew jehr dibe derman û dibe jan jî, herweha dibêjin, ku marê devreş yê bi navê Mamba tê naskirin û tenê li welatên beja Afrîqyayê heye, pileya jehra wî ya herî bilind e, û dibêjin, heger ev mar bi mirovekî yan lawirekî vede, ew di çend çirkan de canê xwe ji dest dide.

Di gelek efsaneyan de navê mar hatiye gotin, û li cem gelek milet û oldaran jî mar tistekî pîroz e.

Vêca heger em bên û li marên li Kurdistanê binêrin, em dibînin, ku gelek cûreyên maran li welatê me hene, û yên ku min bi xwe li Kurdistana bakur û başûrê rojava dîtine ev in: Marê bi qiloç, marê kor, marê reş (Ziya), marê reng zer, şîn, cûnikî û çermbelek e, û yên herî dirêj ji van maran ên reş û cûnikî ne, û yê herî kin ê kor e, û yên ku bêtir tirsê dixe dilê mirovan de, marê bi qiloç, marê kor, marê teyar (yê difire) û marê reş e.

Mihemedo hevalekî min bû, di dawiya salên heftêyî de, timî çîrokên li ser maran ku wî bi xwe ji civatên li mala wî çêdibûn, bihîstibû, weha ji me re vediguhêst û digot “ Yê ku marekî bigre û wî bişewitîne, hemû marên li wî cîh û navçeyê li wî kom dibin û êrîşî wî dikin“.

Vêca li ser gotina wî çend caran me mar digirtin û min û hinek ji hevalên min û Mihemedo jî bi me re, me ew mar dişewitandin, lê mar li me kom nedibûn, û ew çîrokên ji wî re digotin nerast derdiketin.

Ji ber ku dîtin û nav û dengê mar gelekî bi saw e, û tirsa wî cihekî xwe di dilê tirsonekan de çêkiriye, dezgehên ewlekariyê yên desthilatên diktator û sitemkar, navê mar bi zanebûn û jîrbûneke gelekî bilind, kirine alaveke propagandayê, ji bo pê re û di bin siya wê de, piroje û xap û rîp û diziya xwe bibine serî.

Ji bîst salan û vir de karbidestên desthilatdarên Sûriyeyê digotin, em ê firîngeha li Qamişlê bikin firîngeheke navdewletî, carinan têde kar dikirin, lê di bîst salan de nikarîbûn wê pirojê cîhbicîh bikin, û ta iro jî negihiştiye asta firokxaneyên navdewletî.

Dema ku Beşar Alased hate bajarê Dêrikê û Qamişlê û Hisiça, Xwedê giravî serûkê dewleta Sûriyê ye, ya ku di peymana Saykis û Biko de sînorê wê weha danî bûn, berî hatina wî ser xaka Kurdistanê (Bakurê Sûriyê), hemû hêzên ewlekariyê hêzên xwe amade kiribûn, ji bo parastina serûkê xwe û ji bo wê pirojeya ku ew ji bo wê hatibû vê herêma kurdî, wê çaxê ragihandina Sûriyeyê di nûçeyên xwe de digotin, ku serûk Beşar çûyê bajarê Qamişlê bo avakirina nexweşxaneyekê, wê çaxê ew nûçe çiqas rast bû kesî nizanî bû, çawa min ew nûçe bihîst pir gumanên min li ser hatina vî serûkê li herêma Kurdî çêbûn, ew serûkê bêazmûn û yê ku hîn ji lîstikên Playestation têr nebibû, ew hîn ji kesî re ne vala ye, û dema wî ji wî bi xwe re tuneye, vêca çawa wê dema xwe bide avakirina navçeyên kurdî li Kurdistana başûrê rojava,

Min timî ji heval û dostên xwe re digot, ku hatina serûkê Sûriyê li herêma kurdî ne ji bo avakirina nexweşxaneyekê û derbendekê ye, ji ber ku bavê wî Hafiz Alesed sîh salî serûktiya Sûriyê kiriye û demjimêrekê tenê jî nehatiye navçeyên Kurdî li bakurê Sûriyeyê, ji ber ku şovînîstên desthilatdarên Sûriyeyê, li ser miletê Kurd û herêmên kurdî li bakurê Sûriyeyê (Kurdistana Sûriyê, Kurdistana başûrê rojava) weha digotin „Ev yên ku li bakurê Sûriyeyê dijîn, ew hîn nebûne mirov, cengene û mitirb ji wan bi nirxdartir in û bi rûmettir in, ha waye şahê Erebistana Si,ûdiyê şah Fehed merivên wî cengene hene, û ev xelk hîn negihiştine asta wan cengena, ji lewra em ti girîngiyê nadin xelkên wê herêmê“.

Di rastiyê de, sedemên hatina serûkê çetêyên ewlekariya Sûriyeyê li herêma kurdistanê, bi wê guhertina ku li Iraqê çêdibûn, hebû, dewletên sermeyedar û xwedî dezgeh, rojên dawî yên recîma Iraqê bi serûkatiya diktatorê bê hempa şûrê Ereban Sedam Huseyn dihejmartin, ji lewra dewletên ku çekên kîmawî û atomî dabûn recîma Sedam, didîtin ku berî herifandina recîma Sedam, pêwîste çekên xwe li cihekî din misoger bikin, bo wê hatina Beşar, gelek dezgeh û rojnamevanên biyanî teqez dikirin û digotin, ku hatina Beşar li Qamişlê ji bo barkirina çek û mekîneyên gazên kîmyayî û atomê bû, yên ku recîma ba,isa Iraqê radestî recîma ba,isên Sûriyeyê kiribûn, û gerekbû di bin çavdêriya serûk Beşar de bighişta Sûriyeyê.

Piştî herifandina recîma ba,is li Iraqê, û bi alîkariya ewlekariya recîma ba,is ya Sûriyê, gelek malbatên berpirs û karbidestên wan, bi dizî û di rêka firîngeha bajarê Qamişloka evînê de dibirin Şama şerîf û herêmên beravê.

Tevî ku ragihandinên recîmê ev nûçe didane mandelê, lê bi dizî ew berpirs û çek hatin misogekirin, bêyî ku milet tistekî li ser vê razekê zanibe, tenê hemû şaxên ewlekariyê wê çaxê dest bi propagandayekê kirin û gotin, ku marekî bi qiloç li nêzîkî firîngeha Qamişlê heye, û bela kes nêzîkî wê deverê nebe, wê ew mar we bi saxî bixwe, hayê we ji we hebe, hûn şaş nebin û nîzîkî wî cihî nebin, binêrin hûnê av û av herin ha, jehra vî marî di qiloçê wî de ye, ku bi yekî ji we vede, wê xelkên bajarê Qamişlê hemû pê bimrin, berdevek û çeteyên ewlekariyê li herêmê bi navê marê bi qiloç tirsek e pir mezin xistin dilên hevwelatiyan li Qamişlê, ji bo kes nêzîkî wê devre nebe, û nebe dîdevan li ser projeyên wan yên bi dizî dikirin, û hinek dibêjin ku marekî kuştî jî ji cihekî anî bûn, û li nav hevwelatiyan digerandin, ji bo baweriya xelkê bi wê propagandayê bêtin.

Bi rastî, ez û gelek ji hevalên min, bi sedê caran em li firîngeha Qamişlê û derdorê wê gav bi gav geriyane, gelek caran em ji bo seyranê diçûn wê derê, û carinan jî me li binya rêka balafiran ji xwe re dixwend, û çaxê em hinekî diwestiyan, me serê xwe datanî ser pirtûkên xwe û me li wê çol û deverê xew dikir, ne marê bi qiloç êrîşî me dikir û ne jî yê reş, tevî ku me carcaran marin didîtin, lê ew mar ne li me digeriyan, ew li neçîra xwe digeriyan, neçîra wan jî mişk, beq, marmarok, hêk û çêlîkên balindeyan ne, vî lawirê balkêş tucarî astengî ji me re çênedikir.

Lê lawirên bi rast û ronî yên ku astengî ji hemû miletên di Sûriyeyê de hene, û bi taybet ji miletê Kurd re çêdikirin, ew marên dijwar yê ku ji serî ta bi dawî jehr bûn, ji wan dezgehên hêzên ewlekariyê, saloxdariya leşkerî, ewlekariya rêzanî, ewlekariya ezmanî, ewlekariya dewletê, polîsên nehênî, şaxên nehênî yên partiya alba,is û reşikên Qirdaha bûn.
Li dahlê û li bedena di navbera bajarê Nisêbînê û Qamişlokê de bi hezaran mar hebûn, û ji sibê ta bi êvarê em li wê deverê diman, û carinan ez û hevalin xwe du sê rojan nediçûn malê, û me li dahlê û li ser bedenê xew dikir, lê rojekê jî me li wê

deverê nebihîst, ku marekî bi kesî vedaye, lê yên ku bi guleyên leşkerên Tirk li ser sînorê serxet û binxeta me dihatin kuştin, bi hezaran bûn, û yên ku li ser kolanan û di binê zindanên recîma Sûriyeyê de dihatin kuştin bi deh hezaran bûn, marên bi qiloç ew bi xwe ne, vêca çima em ê ji marê bi qiloç bitirsin, yê ku dirêjbûna wî pir pir mitroyek ta dû mirtoyan heye, lê hîn marin hene dirêjiya wan ji hezar ta du hezar mitroyan ne, û yên bi çar seriyan jî hene, serek ji wan li Enqera ye, yek li Tehranê ye, û yek li Bexdadê ye, û yê dawî jî li Şamê ye, û diran û gewd û serê wan tijî jehr in, û şifqe û desmal û egal û kofî û komên reş li ser serê wa ne, ew jî recîmên Tirk û Iran û Iraq û Sûriyeyê ne.

Pir mexapin ku miletên têrnexwendî û neperwerdekirî, zû baweriya wan bi propagandayê têtin, û baweriya wan ta bi xweza û mirovatiyê, bi milet û rastiyê, bi hevaltî û dostaniyê jî pir lawaz e, ji lewra desthilatdarên jîr û zana dikarin bi hesanî wan bi alavên ku tirsê dixin dilê mirovan de bixapînin mîna navê, serûk, berpirs, qomandarên ewlekariyê, Almehdî almuntezer, teba, ejdeha, mar, gorên pêximberan û şêx û seyid û meleyan.

Piştî du sal di ser çîroka propaganda marê bi qiloç re derbas bibû, ya ku şanogeha wê li cem firîngeha bajarê Qamişlokê bû, û sînaryo ya wê di bin koçkên ewlekariyê yên reş de hatibû amadekirin, carekê li cem min li malê, min pirsa wê çirokê ji berpirsekî kir,ew bepirsê ku carekê ji caran serûkê giştî yê partiyeke kurdî bû û niha jî sekretêrê partiyeke ye.

Bersiva wî ne kêmî ya mirovekî xwenas bû, ew jî ketibû bin bandora wê propagandayê, û ji min re got, „Çîroka marê bi qiloç rast e, wey, mane xelkê dîtiye ha“.

Wê çaxê, min bi dilekî birîndar û bi girnijînekê wa lê nerî, û min ji xwe re got, xem nake, ew mêvanê min e, ez naxwazin wî biêşînim, û min ji xwe pirsî, gelo ev mirov wê çawa rêbertiya miletekî mîna miletê Kurd bike, ku hîn baweriya wî bi propaganda û pîlanên ewlekariya sitemkaran têt, û hîn nizane bê kê ev çîrok ji Qamişlokyan re amade kiriye û qiloçê mar ji hesin e yan ji text e, û hîn nizane bê ka serê wî wek yê gakî ye, yan jî wek yê mişkekî mezin e, û diranên wî mîna diranên xiltê kor e, yan jî mîna yê fîlekî ye, û çêjta jehra wî şîrîn e, yan jî tahl e, û hîn nepirsiye bê dirêjbûna wî çend hezar mitro ye, û serê wî li ku ye û teriya wî ta kuderê dirêj e.

Ev e rewşa me li hember pîlanên dijminê me, em tiştekî ji hev dernaxînin, hemû tişt li cem me yan reş e, û yan sipî ye, em tucarî xwe nawestînin û hewil nadin ku em li rengên din temaşe bikin û bipejirînin, dayika kurekî jêre digot “ Kurê min, ku tu çû bazarê, şekir ji me re werîn“, kurik diçû bazarê çaya reş jêre tanî.

Vêca heger berpirsên me hîn di nav van xwen û bêbawerî û nehînbûne de dijîn, ew ê çawa miletê xwe derbasî qûnaxeke din ji serkeftin û pêşketin û bê tirsiyê bikin? Yan jî ev bêdestiyek e, ku em di bin destê sitemkar û nezanan de dijîn.

Lê xuyaye, em Kurd hemû tişt li bejna me têt, û kî ji me re li daholê bide, em dîlanê li ber bikin.

Bersiv dibe di çîroka marê reş û zik tilêr û çavbeloq de bê dan.

Bawerê Omerî
13.01.2013
Bawere-Omeri@hotmail.com

Print