2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
EV QONAXÊ NU DİVÊ ÇAWA WERE XWENDİN
2013-04-15 16:21
Latif Epözdemir
latifepozdemir@gmail.com

Her wekî tê zanîn, van rojan, Miletê Kurd di qonaxeke giring de derbas dibe. Nêzîkî sî salan PKK şerê çekdarî kir,bi hezaran keç u kûrên welat hatin kuştin, gund kavil bun, mal wêran bun, jiyan di nav xwîn u xwêdanê de, vekişîya hetanî van rojan hat. Lê sed heyf u mixabin ku, gelê Kurd, hê, bi tevayî, jî nîrê bindestîyê rizgar nebuye.Heyf ku ewqas ked u emeg, berhewa çû, ewqas ewladê Kurd, di bahara temenê xwe de, jîyana xwe ji dest dan.

HAK-PAR, ji roja ewil u hetanî îro , bê sekin u seqar, got ku şerê çekdarî xesarê dide tevgera Kurd. Sedem vê yekê, lazime çek bi herhal, werin rawestandin, siyaset were serkar u aştiyek seranser were pêkanîn. Lê di wan rojên dijwar de, kesî bi gotina HAKPAR’ê nekir, şer bi hemu malxirabiya di gel xwe re, dewam kir.

Çawa ku xuya dike, îro, tarîxê me mafdar derxist. Hate dîtin ku şer, ne çareye.

İro, qonaxek nû dest pêkirîye. Dewlet u PKK bi hevre di şêwirin ku, ka gelo biçî awayî şer rawestînin u çekan beralî bikin.Partiya Maf u Azadîyan HAKPAR, piştgirîya vî qonaxî dike u divê ku rojek zûtir, şer ji pêsîra welat veqete.Lazime ku were zanin, HAKPAR, piştevanîya xebata çek rawestandinê dike u eger di vî qonaxîde, erkek bikeve ser mile HAKPAR ê , ew hazire bîne ci.

Lê, rawestandina şer u lihevhatina Dewletê u PKK ê nayê wê manayê ku pirsa Kurd bi vê yekê, wê çareser bibe. Lewra mesala lihevhatina Dewlet u PKK’ê,tiştek din e, mesela çareserkirina maf u azadîya Kurdan, tiştek dine.

Şer raweste jî, dema ku Kurd negêjin mafên xwe yên netewî u demokratik, mesela Kurdan ji holê ranabe.

Helbet seknandina şer, rê li ber xebata azadî u wekhevîyê vedike.Lê,hetanî hemu mafên Kurdan neyên nasîn, Kurd nagêjin armanca xwe.

HAKPAR rêya çareserkirina pirsa Kurdî, di federesyoneke demokratik de dibine u ji bo vê armancê dixebite.

HAKPAR, alîgirê yekîtîya gelê Kurd e. Pêş hemu tiştek, lazime Kurd bibin yek u xwedî li maf u azadîyên xwe derkevin.

HAKPAR ji bo geyiştina vê armancê, hewceyê piştgirî u alikarîya we ye.Di van rojên manidar de , em dibêjin dest bidin destê hev, ji bona ku Kurd serkevin u bigêjin azadî u wekhevîyê..

Hîvîdarim ku Kurd ,vê carê bi mirazê dilê xwe şa bibin.

Ji bona xatirê vî qonaxê nu,lazime rojên borî, beralî bibin u cehd u xebat, wergere ser rojeva îro.Buyer u got u bêjên rojên borî her yek di dema xwe de bi cî man.Divê em berê xwe bidne pêş. Divê kurd pêvajoya vî qonaxê nu,yani rojeva îro bi dil u can xurt bikin.

Di hevdîtin u hewildanên aştî anînê de,bê guman HAKPAR jî terafeke e.Lewra Kurd tenê ne ji alîgirên PKK pêk hatiye.Xencî PKK, biçuk-mezin çend hêzên din yê Kurd jî hene. Dewlet eger aştîyeke dirêj dixwaze u divê bi yekcarî pirsa Kurdî çareser bibe, wî çaxî lazime hêzên Kurd yên ji derveyê PKK jî,jibîr neke.Bêguman cıvata Kurd jî her wekî hemu civatên dunyayê, civatek pirreng u piralîye.Sedem vê yekê, lazime hemu deng u rengên Kurdistanî neyên jibîr kirin.

PKK, piştî sî salan dev ji xebata azadî u rizagarîyê berda. PKK ji alîyê Apo ve hatibu damezrandın u iro disa bi destê Apo tê belavkirin. BDP , Qendîl u liqê Ewrupa ne bi serê xwe u ne jî, bihevre; nikarin li himberî qerarên Apo rawestin. Helbete gelek terefdarên BDP u PKKê hene ku ji vî qonaxê nu, ne qailin.Lê ji destê wan tu tiştek nayê. Heye ku di rojên pêş de, birek ji hevalbendên berê yên PKK, ji rêxistina xwe a kevin veqetin.Yan rêxistinek nu damezrînin, yan jî bi dilsarî dev ji sîyasetê berdin.

Cara ewil e ku dewlet jî , dixwaze ku xwe ji bin vî barê giran derîne.Lewra gavên binirx davêje. Kurda,îro, fersendek baş bidest xistine, lewra divê piştevanî were kirin.Lazime ev fersend nereve. Divê bê şert u qeyd çek werin binax kirin u şerê çekdarî kuta bibe. Jiyan,aram bibe, siyaset were ser zemînek demokratik u aştîyane. Eger siyaset geyîşte asteke normal u aram; wê deme rêya gengeşî u lêkolînan jî vedibe.

Eger weftên birewer, ramyar u ronakbir u sîyasetmedar li ser çareserkirina pirsa Kurdî dest bi xebateke wêrek bikin, wî çaxî bêguman rayeke gişti çêdibe.Evcar divê qedrê raya giştî jî were girtin, li gor helwestên Kurda ev mesele çareser bibe. Ev yek gelek giringe.Lewra her dem mecalên wiha bikeys nakevin desta.

HAKPAR lazime ji bo rojên pêş xwe amade bike.Wisan xuya dike ku wê erkek mezin bikeve ser HAKPARÊ.Sedem vê yeke lazime ji do têkustir u têrtir, rêxistin were xurt kirin ku şax bide hemu aqarên welat.

Rojên xweş, li pêşin u li benda me ne.Dem e,ku Kurdistanek aza u dilşa were ava kirin, Kurd jî, wekî hemu miletên dinyayê serbilind u serfiraz bijîn.

Ew roj, ne dûr in.

Print