2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Salvegera Komara Kurdistanê a Mahabadê - 1
2017-01-22 19:56
Latif Epözdemir
Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 71 sal derbas bû. Her wek tê zanîn roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengîya nemir Qadî Mıhemmed û hevalên wî, Komarek hate damezrandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke. Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî, di maweyê vî yazde heyvî de, gelek nirx û hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro û heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin. Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giringe.

Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand û ziman û huner û edebîyatê degelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê “Daykî Niştiman” hate çêkirin, di warê çapemenî û weşangerîyê de jî, gelek cehdên girin encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi û zimanê hînkarî û perwerdekarîyê. Şagirtên dibistanan geyiştin zimanê xwe û bi kurdî dest bi xwendin û nivsandinê kirin.

Damezrêner û avakar û pêşengê Komarê “Komeli Jiyannewey Kurd” JÊKAF bu. JÊKAF piştî demeke kin xwe veguhast û bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, ( PDKÎ:HDKÊ) rênîşander û parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat û çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin. Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî. Serokê Komarê pêşewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî û Komar di hemançax de hatibun dinyayê. Komar nema karî li ser kar bimîne lê Partî îro jî bi mêrxasî jibo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikoşe, dixebite.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi piştevanîya Ertêşa Sor a sovyetan hate damezrandin û pir mixabe ky dîsan bi destkêşana heman ertêş ber bi hilweşanê ve çû. Sovyetan heyf û mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê û piştgirîya Komara Kurdistanê bidawî anî. Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mıhemmed heta axîrîn nefesa xwe ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da, lê rejima dirinde a Îranê, piştî vekêşana Ertêşa Sor hêriş bire ser Komarê û hikumeta herêmê têk bir. Qadî Mıhemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an şehîd ket. Lewra ew roj wek roja şehîdên Kurdistanê tê yadkirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê yekem dewleta serbixwe a gelê Kurde ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ( NY ) ( Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîye naskirin. Heyf û mixabin ku piştî qûlîbîn û vekêşana Ertêşa Sor, hêzên faşist û kevneperest dewlata Kurda hilweşandin. Di vê babetê de, Îxaneta Leşkerê Sor neqabile ku were jibîr kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, yekem car leşkerek nîzamî ji bo xwe danî û ji bo leşkerên Kurd navê Pêşmerge lê hat danîn. Pêşmerge ew kese ku pêş hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel û welate pêşmerge. Her wiha Komarê sîrûda netewî a” Ey Reqîb” wek merşa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî û sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha roja ala Kurdan di vê demê de hate kivşekirin û ala rengîn hate eşkerekirin ku ala Kurdan jî ji wê demê ve pîroze ji bo hemu Kurdan.

Bi avakirina Komara Kurdistanê re, cara yekem bu ku bi navê “ Peymana Sê Sînûr” çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun û Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji beşekê Kurdistanê bun, di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin û wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin û jêre bune arîkar. Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bu. Gelek gund û bajar û bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê de bun. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser pîya ragire.

Ez bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin. 70. min salvegera Komara Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de. Dewleta fermî a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin, yekem derge bu Kurd tê de derbasî cîhanek azade dibûn.

Di 70. min salîya vê Komara netewî de, divê gelê Kurd wan rojan yad bike, u ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê , rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye. Rûhşad bin Qadî Mıhemmed û hevalên xwe. Berxwedana Qadî Mihemed, bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.

“EEGER WELATEK WE HEBE û HÛN TÊDE SERBEST BİN, WÊ DEMÊ HER TİŞTEK WE HEYE. ”

“Malê dinyayê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîştimanek we jî, hebe. ”

“Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin”

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31. 12. 1947) li meydana ÇARÇİRA a Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî de 69 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî ucesareta Qazî nehatûye jib3ir kirin. Qazî û hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî û serxwebuna Kurdistanê man.

Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr û bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu. Leşkerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr û tûrebu û got. :“çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan”

Qazî Muhammed nimuneyeke ji egernasî û welatperwerîya gelê Kurd. Ez birêz û hirmet Qazî Muhammed û hevrêyên wî bibîr tûnim. Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê de ez hemu şehîdên gelê Kurd yad dikim û li ber xebat û fedekarîyên wan her tim rêzkarim.

Pêşewayê Kurd Qazî Mihemmed, pêş ku were daliqandin, xwest ku çend şîretan li gelê Kurd bike. Ev şîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekeç Lewra ev asîname ji du beşa pêk tê. Beşa yekem derheqê dehatûya Kurdan û serborîya Koamara Mahabade, a didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin û xweşkirina gîyana pak a Qaziyê Kurd e. Emê zêdetir li ser şîret û bangewazîya Pêşewayê Kurd bisekinin.

Van şîretan dike nemir Qazî:

“Ji hevûdu re dijminatû nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye. . Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, û xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn jihev re, rîkdar nebin. , xwe nefiroşin dijmin û jihev re xweşbîn bin û tehemûla hevûdu bikin…. Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyÎ dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin. Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi eger û fenan, we, bi destê we bide kuştin…” ( ji wesyetnameya Qazî)

Li jêr herdu beşê wesyetnameya Qzî ku beşa yekem ji şîret û salixan pêk tê û berdewam beşa diduyan wek bang û daxwazîyeke ji bo malbata wî, hatûye pêşkêş kirin. Ev wesyetname ji pirtûka nivîskarê Îranî Seyyid Muhemmed Semedî a bi navê” Nigahî bi tarîxi Mehabad. ”ku sala 1373’êyê Kotû li Mihabadê çap buye û her wiha ji alîyê dostê minê hêja niviskarê nûjen a edebîyata KurdÎ Jan DOST ve ji Farisî hatûye weregerandin bo zimanê Kurdî/ Kurmancî.

WESYETA QAZÎ MİHEMMED A Jİ BO MALBATÊ

Serokomarê Mehabadê Pêşewa Qazî Mihemed tevî Seyfî Qazî û Serdî Qazî di 31’ê adara 1947’an de li Meydana Çarçira hat dardekirin. Berî dardekirinê pêşewa wesiyeta xwe dike. Em wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed pêşkêşî we dikin ku ev wesiyetname yekem car bi kurdî tê çapkirin.

Yek du parçe xalî yan xalîçe yên seyid Rehîm kurê seyid Camî li ba min in, bidin wî bi xwe. Ew jî deyndarê min ê hindek pere ye, eeger da baş e, ku neda jî bi kêfa xwe ye.

Genimê li Tesbîtê ye, malê min e eeger dane we bistûnin.

Erebeya Ford 46 malê min ê şexsî ye.

Li cihê ku tê de hatim girtin, pênc hezar û du sed tumen di berîka min de bûn û ji min standin, li aliyekî din jî sed û pêncî û sê tumen birin. Her wiha Serwan Şerîf jî ji xanima min deh hezar tumen pereyên wekaleta xwe stendine wan jî bistûnin.

Muînî deyndarê minî sê hezar tûmen yan kêm yan zêde ye, wî jî tiştek dabû min û saeta ku wekî diyarî dabû min xistibû deftera şirîkatiyê û ez ne aliyek bûm di wê şirîkatiyê de.

Seyid Selam nêzîka heşt hezar tumen deynê wî hebû, wî çi xwest bidinê. Telefona ku birin jî, li pey biegerin. Otombîla ku ji Baba Şêx standin malê wî yê şexsî bû.

Çar Jîpên……. . ew jî malê min ê şexsî bûn. Ji ber ku Serwan Şerîf zehmetû……. Nêzîka sê sed tumenî bidin wî.

Eeger ew panzdeh hezar tumenên ku li jor behsa wan bû hatin standin, her yekî ji Seîd Humayon û Mîrza Rehîm ku xizmet kirine hezar tumenî bidin wan û pêncsed tumenî jî bidin Mihemed Feyrûze Xanim.

Para xwehên min di mîrata bavê min de (ji xeyrî axelyan ku li ser navê min tapû bûye) heye, wan razî bikin. Xanima min diya zarokên min çavdêra wan e û dê perwerdeya wan bike û bila mela Ebdullah bibe çavnêr. Mam qerenî Axa guman dike ku tiştê hate serê wî ji hêvotina min bû, tevî ku hayê min jê nîn e jî, lê bikin ku ew li min helal bike. Mîrza Rehmet û hinên din ku min rê li ber kuştina wan girtiye jî, eeger hîn dilê wan ji min mabe bihêlin ku li min helal bikin. Xizmetkarên ku zehmet kêşane di ber min de û ev demeke di xizmeta min de bûn, qenciyê bi wan bikin û wan razî bikin.

Piştû……çend hezar tûmen ji bo min bikin xêr û tehlîlê bikin.

Xizmetkarê gel û welat QAZÎ MIHEMMED” Şeva 10/1/1326

Îmze: Mele Sedîq Sidqî û Qazî Mihemed.


------WÊ DEWAM BİKE---

Print