2018-07-21
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Rizgar Amedî
 
HEVPEYVÎNEK BI LASERÊ REXNEKAR RA
2017-11-20 22:10
Rizgar Amedî
Nasekî min ê ji Dêrikê, ji min xwest ku bi hevalekî wî ra hevpeyvînekê bikim û ji rojnameyê ra bişînim. Min gotê "baş e, çima nebe" ?
Roja qewla me, camêr hat û piştî hevnasînê, me dest bi pirs û bersîvan kir.

+ Kekê Laser, tu çi karî dikî ?
- Ez rexnekar im.

(Kêfa min zehf hat, cara yekê bû ku rastî Kurdekî dihatim ku karê rexnekarîyê dikir. Peyvên "rexnevan" û "rexnegir" jî hene , lê, ji ber ku wî digot "rexnekar, lewma ez jî "rexnekar" dinivîsim.

+Gelekî baş. Herhal tu fîlmên hunerî yên sînemayê, berhemên wêjeyî weka helbest, roman û çîrokan, an jî nîgar û tabloyên wêneyan rexne dikî, ne wusa ?

- Na, heyran, ez wana rexne nakim. Ji xwe, ne wan temaşe dikim, ne jî dixwînim.

+ Lê, te got "rexnekar im" ?
- Erê wele, ez rexnekar im, û ti kes jî nikare mîna min rexneyan bike.

+ Baş e, tu rexne li çi û li kê digirî?
- Ez rexne li partîyan û li Kurdan digirim !

+ Kîjan partî û kîjan Kurdan?
- Wele,hema kîjan partî, bi ber bayê min ket, wan rexne dikim.

+ Yanê çilo?
- Hema wilo !

+ Gelo çi yên wan rexne dikî? Bername û rêznameyên wan, weşan û beyanên wan, çi li xweşa te nayê(n) ?
- Wele, bernameyên wan, hemî weka hev in. Rêznameyên (tuzuk) xwe jî, pir hûrik dinivîsin, êdî bêberçavk jî nikarim wan bixwînim.

+ Min baş fêm nekir, li çi yê wan rexne digirî?
- Wele, rexneya min a esasîn ev e: van partîyana çima şorişekê bi ser naxin û Kurdistaneka serbixwe ava nakin?

+ Gelo ev hêz û partî evçend xurt û bihêz in, xudan çek û leşker in û rewşa tê da ne, dihêle ku zûbizû bi ser kevin.?
Rewşa herêmê û helwesta dewletên mezin çawa ye?
- Na ev partî ne ewqas bihêz in.

+ Baş e, gelo tu jî naxwazî hêza wan xurttir bikî, xebatê bi wan ra bikî, kesên derdora xwe bi rêxistin bikî?
- Ma ev hevpeyvîn e, an ez hatime tu min rexne bikî?!

+ Na, keko, xwe aciz neke!
Divê berî her tiştî rexnekar jî, ji pirs û rexneyan sû nekevin, sil nebin û nexeyidin !

Bi van gotinan, hevpeyvîn bi dawî bû.
Lê ji ber ku min soz dabû rojnameyê ku vê heypeyvînê bişînim, diweşînin, naweşînin, êdî bi kêfa wan e !


Print