2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Doç. Dr. Ekrem Önen
 
Rawestandina BASNEWSê û xatir xwestin
2017-11-30 20:01
Doç. Dr. Ekrem Önen
Çîroka min û BasNewsê.

Di meha yekê a sala 2017 de ez li Mosko bûm rojnamavanê kurd M.Salih Bedirxan rojekê li min gerya û behsa ku di BasNews de guhertin kirine û BasNews dest bi protsesek nuh dike. Got em nuha dixwazin kesên ku di xetek netewîdene û akademîsyen di Basê de binivîsin. Ji bo wê got em dixwazin tu jî ji Basê re periyodîk binivîsin, Rastî hinekî du dilbûm, dudil bûna min ji ew bû ku ji ber periyodîk lazim bû binivîsim ev jî ez ne hazir bûm ji periyodîk nivîsê re. Heta M.Salih got bi hinek akademîsyen re li hev kirine ku ew jî dixwazin ez binivîsim. Lê ji bo ku kêfa min ji M.Salih re tê û ku çend rojnamevanê ku ez di nava Kurda bi ecîbînim hebe yek jê M.Salihe, tevî ez du dil bûm binivîsim lê min ne xwest ez xatirê wî bişkînim min got wext bide min ez hinekî bifikirim. Paşê M.Salih carek din gerîya. Got vaye hejmara pêşin em derdixin em dixwazin tu ji hejmara yekêde dest pê bike. Min disa got min hîn biryara xwe ne daye. Min got vedigerim Stokholmê biryar didim. Piştî vegeryam Stockholmê M.Salih dîsa gerya. Berya wê hinek dostê din ku di Basê dest bi nivîsandinê kiribûn wan jî xwestin ez binivîsim ku em gihan qeneetekê li bakur valaya gazatak peryodîk heye ku em bi hevre belki bikarin hinekî vê valaya heye dagrin û a grîng jî bo min ew bú ku Bas imkanê wan yê belakirinê heye ku em bikaribin bighêjin xelkê, yek ji a asasî ku bû sebrbê ez di Basê de binivîsim ev bû. Her weha min qîmet dida karê M.Salih jî, ev tev bûn sebeb ku min ji hejmara 3 de biryar da binivîsim. Paşê M.Salih ji ber hinek sebeb dev ji BasNewsa Turkî-Kurdî berda çû BasNewsa Başûr kar kir. Heta min carekê henek bi M.Salih kir min got "te ez anîm nav Basê û tû çû". Heger hûn bixwazin ez "sirek" xwe bi were parve kim. Dema min biryar da binivîsim min got bi kurdî dinivîsim û wek her di gazetakê de ku nivîskar di civatê de xitabî auditorîyekê dike,min jî ji nivîsa yekê û heta a dawî min armancek da ber xwe ku ezê xitabî auditorîya kurdên konservatîv sosyal bi helwestek milli (oldar, seneettkat, gundî, serok eşîr, uhw.) Bikim , ji ber auditorya xwendina kurdî îroj li bakur oldarê Kurdin bi teybet oldarê medresane, serok eşîrin, hinek esnafin, qismekî biçûk ji gundînin. Bi kurtî xitabî xelkê traditsionalist bikim. Her weha xitabî xorta bikim, Pir heyf bêhtirîn karkir û cotkar her weha tucarên Kurd ji ber bindestîya Kurdistanê nikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Ji reaksyon, name û mesajên xwendevana. Ez ji encamê nivîsên xwe heta hejmara dawî gelek razîme. Ez dikarim bêjim ji alî xwede tişta min da ber xwe ez gîhiştimê, ji xwe heger ne piştgirîya xwendevana ba çend caran ji ber sebebên tunebûna wexte difikirîm navberê bidim nivîsa, lê wek min got ji ber piştgirîya xwendevana min yek hejmar jî navbir nedayê..Bê guman gelek heyf ku Bas sekinî. Basê di çerçewak xeta millî de cih dida fikrên cuda û ew jî belkî yek ji teybetmendîya basê bû. Tevî Bas hate sekinandin lê Basê tecrubak baş ji Kurdên Bakur re hîşt ji alî ji xwe bawerbûnê ku kurd dikarin periyodîk gazetek bi naverokek dagirtî derxin. ji mesaj û namê xwendevanên min ku ji minre dişandin tê famkirin ku Bas digîha gelek deverên Kurdistanê ku mirov hîç texmin ne dikir. Gelek gundên di deverên asêde bûn ji Basê haydarbûn û min namê ji kesên li wan gundan girtîye. A herî moral dida min ew bû dema min namak an mesajek ji cihekî kurdistanê yî ku rê pê nakeve digirt, li vir "sirek" din a xwe ji were bêjim, bêhtirîn namê û mesajên ji mir hatine kesên Oldar û ciwanin ú tişta herî ji bo min interesant ku hemû xwendevanên min yên oldar dihesibandin ku ez merivekî oldarim. Ez bi vêya kêfxweş dibûm ji ber ev işareta ku ez û xwendevanèn xwe em nêzî hevbûn di pirsa netewî de . Ez berya her kesî spasî xwendevanê xwe dikim ku her hejmarê bi min re bûn û gelek caran bi pirsên xwe ez xurtir dikirim ku ez hîn nêzîki wan bibim. Her weha spasî hemû xebatkarê Basê dikim ku di vê dema me bi hevre kar kir ku gelek zehmetî kişandin. Hêvîdarim wê Bas ji bo bakurê Kurdistanê bibe tecrubak û di demên pêşde medya Kurdî bi gavên hîn xurtir derkevin qada xebate. Bi hêvîya bi xwendevanê xwere di platformek dinde bên ba hev. Spas û Bi xatirê we teva. Qusurek hebe efû bikin.

P.S. minê ev nivîs ji hejmara dawî a Basê re binivîsan da. Bes ji ber min nivîsa Soçî hazir kir paşê min xeber girt ku Bas tê rawrstandin .ji ber wê ez nivîsê li FB. Xwe diweşînim.

---------------------------------------------------

29-11-2017


Print