2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
HİLBİJARTİN Û TOTİKÊN ( PAPXANÊN) YEKÎTÎYA KURDAN
2018-01-15 22:10
Latif Epözdemir
Dema ku hilbijartin nêzik dibin hinek kes û dem û dezge dest davêjin nivsandina şanonameyan.Aqil belav dikin xwe aqilmend û zana hisab dikin, bazirganîya “yekîtîye netewî” dikin,wek totikên şaneşînê qala “yekîtîyê” dikin,şîreta li rayedar û sîyasetmedaran dikin.Di halek de ku ew zatên şerîf ji hilbijartinek heta ya din welatperwerî û yek^rêzî tê bîra wan,xwe serdestê partîyan digrin,xwe şareza û pispor û zanayê sîyasetê û civaknasîyê dizanin.Qal u qise û gotinên qerase dikin,behsa berjewendî û mafê bilind ê “milli” dikin.Ya rast her çend ew zat û zewat xwe di sîyasetzanîyê de pispor jî bizanin, lê ew heta ku destûr neyê newêrin bêjin ku em mirovin jî.Bi qederê destura wergirtî şirovekarîyê dikin.

Li Turkîyê rewşa şerpeze a siyaseta Turkvan (Tirkperwer) li holê ye. Sîyaseta bereya Turkvan li ser dek û dolap,fêl û finaz, derew,buxtan,çavnebarî û entrîkayên Bîzansî hatîye ava kirin.Bazara wan li ser wezîr û mibaşir,û şêwirmend û midûr û sazîy3en dewletê ye.Armanca wan ne maf û azadî û berjewendîyên welatin; lê zêdetir şelandin û zêrandin, dewlemendî,serwet û saman,imkan û guncan,mal û milka bi gengn nin.Bereya sîyaseta Turkvan bi gengeşî û teşqeleyên xwe ve bil adi cî da bimîne, em werin ser sîyaseta Bakûrê Kurdistanê.Ka gelo rewşa sîyaseta Kurdistanîyan di çî halî de ye, em dubare bikin.

Bazara rengîn a sîyaseta bereya Kurdan e.Wek bazarek bi xeml û xêz,cure bi cure dezgê têne danîn 3u herkesek li ser dezgê xwe wek Totîyên berbangê, minê hilbijartinê wek Dîkên serê sergo, fenanî şalûl û Bilbîlê serê dara Gûlê dest bi bangewazîyê dikin:”Kurdno bibin yek”. Gelek kes û dezgê qonqxê hilbijartinan wek qada hilberin ticaretê hesab dikin.Xwe serdest û “ruspî” dizanin, xwe şêwirmend û welathizên payebilind dizanin,şiretan li rayedar û siyasetmadaran û her wiha rêxistin û partîyan dikin.Di rastîyê de mejîyê wan di binipotekê deye,rohê wanêsîr e, zar û zimanê wan bikirêgirtî ye.Begêd wan çî û çiqas icaze dabî ewqas kelamfiroşîyê dikin.Xwe şîrin dikin ka gelo ji vê qadê tiştek ber wan jî nakeve gelo. Devê xwe vedikin dibêjin: “mafên netewî” digrin dibêjin:“Yekîtîya hêzên Kurd” û “hevkarîya hêzên Kurd”

Helbet “yekitî,yekîtîya netewî, yekîtî û hevkarîya hêzên milli û Kurdewer” gelek peyv û hevokên xweş in.Dema qala van tiştan dibe mirov kelecanî dibe, xweşdil û ruhşad û kêfxweş dibe. Tu kesek welathiz nîne ku ji van gotinan nerihet bibe yan aciz bibe.Lê eger ji “yekîtîya netewî”; mebest “yekîtîya hêzên netewî” be,lazime em bizanin ka gelo li bakurê Kurdistanê hêz û partîyên “netewî”,yanî “Kurdewarî” kîne û çima nabin“yek” yan Jî nabin “hevgirtî”.

Lewra bêguman “yekîtîya netewî” di navbera “hêzên netewî” de pêk tê. Hêzên netewî ewin ku “maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê li pêş hemu helwestek digrin.Tekoşîn û xebatên xwe li gor serketin û serfirazîya milêtê xwe ava dikin.”Bîyanîperest” nînin û li ser axa welatê xwe nabin “gîyayên bejî” yan “gayê ser beydera xelkê”Rêxistînên Kurdistanî ser û dilê xwe, li ser Kurdistanek azad diêşînin.

Ka em binêrîn rewşa rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê çawan e.

1-Di bereya sîyaseta Kurd de çend rêxistinên Kurd henin.Ji wana yek HAK-PAR e.( Partîya Maf û Azadîyan).HAK-PAR bi giranî di bernama xwe da li ser azadîya Kurdistanê di ponije û bi eşkereyî ji Kurd û Kurdistanê pergalek “federali” pêşkêş dike.HAK-PAR yekem rêxistine di Kurdistanê de ku bi resenî helwesta federasyonê xistîye bernameya xwe û ew bername ji alîyê dadıgeha Bilind ve hatîye pejirandin.Ev yek destkevtîyek gelek mezine ji bo hemu Kurdistanîyan.Xêncî HAK-PARê tu rêxistinek demokratik nîne ku karîbe bi fermî” federalîyê” di bernameya xwe bicî kiribe. Helbet ev yek şens û talih û siûdek mezine.Evdestkevtîyek kargere di paşaroja sîyaseta Kurdewarî de.

HAK-PAR, bi wijdanek pak û xawên heta îro xwe ji tundî û şedadîyê parastîye, tevgerên tundperest ne pejirandîye, her tim şêwazek demokratik û aştîyane daye ber xwe,ji rêya gengeşî û guftugoya demokratik derneketîye.

Hetanî niha beşdarê çar (4) hilbijartina buye û car bi car dengê xwe zêdetir kirîye.HAK-PAR li gor yasayê komara Turkîyê partîyek resen û fermî ye.

HAK-PAR buye piştgir û piştevanê serxwebuna kurdistanê li başûrê Kurdistanê.İxaneta Kerkûkê bi rik riswa û tifubaran kirîye. Şîrheramîya xaîn û hevkar û hevalbend û dost û yarên bereya îxanet û nexêrxwazîya Kurdistanê, jidil û bi tundî şermezar rikbar kiriye.

HAK-PAR, hetanî niha neketîye nav hisab û dek û dolabên li dijê mafên Kurd û Kurdistanê.Mejîyê xwe nedaye bi kirê, dilê xwe ne xistîye êsîr û dîlê hêzdar û desthilatdaran.

2-Xêncî HAK-PAR’Ê,çend partî û rêxistinên din jî hene ku,berê dinav HAK-PARÊ de bun, birêvebir û sazumankar û damêzrênerê HAK-PARÊ bun.Desteyek ji wan bername û rêbaza HAK-PARÊ bi destê xwe nivisandin, ku HAK-PAR a îro ji wê bername û rêbaza destpêkê yek peyvek jî neguhastine, her wisa parastine hetanî van rojan. Wan hevalan,di gel rêveber û serwerên HAK-PARÊ yên îro,nêzikê şeş salan HAK-PARÊ îdare kirin,birêve birin,bune serokê HAK-PARÊ,( Bayram Bozyel,Sertaç Bucak) bune cigirê serokê HAK-PARÊ,endamê Meclis,şerok bajar û berpirsê herêm û navçeyan.

Piştî ked û emegeke binirx, desteyek jî wan,rojek ji nişkave rageyandin ku ew ji HAK-PARÊ cuda dibin. Belesebeb beleheq. Me got qey ev xewneke.Heta îro jî tu sedemek mehqûl pêşkêşê bîrûraya demokratîka Kurd nekirine.Lê piştî veqetan û cudabûnê çun rêxistinek nu damezrandin ku bername û rêbaza wê her wekî ya HAK-PARÊ ye.

Niha gilî û gazin ji HAK-PARÊ dikin ku HAK-PAR çima bi wan re yekîtîyê çênake…

Em jî dibêjin HAK-PAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêşert û bêmineqeşê û gengeşî,em dîsa weke berê HAK-PARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAK-PARÊ yê wenee jî.Werin li destkevtîyên xwe xwedî derkevin.

Lê nayên, her yek destmalek bi destan rabune govendê, kilamek li ser zimanê wane : Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.

3-Desteyek ji hevalên çilsale ku, hêza wan a biserxweya demokratik û legal,Partîya Demokrasî û Aştîyê bi rêk ûpêk ,têkûs û rêxistî, hebu û karê xwe bi camêrî dimeşand,fedayê rêxistinek, piralî, pirdeng û pirreng kirin,vê partîyê bi destê xwe ji bo xatir û armanc û helwestek pîroz, girtin, betal kirin.Piştî vê biryarê;HAK-PAR, dîsa bi destûr û biryara wan hate damezrandin,yek ji wan rêveberê çilsali du deman bû serokê HAK-PARÊ jî.Evan hevalan qirar dan ku partîya wan a xef û ilegal, xwe eşkere bike. Amenna heqe. Tu hêzek ji kêfa xwe re xebata jêrzemînî nadomîne.Eger mecal û fersend peyda bun divê derkevin rûerdê û eşkere bixebitin.

Mixabin dostên çilsalê qimq xwe bi rewş û sîruşta HAK-PARê ne anîn. Xwestin ku dahol di milê HAK-PARÊ de be lê, toqmak bi destê wan be.Hicetek derxistin gotin bila HAK-PAR navê xwe biguherîne, kelîma “KURDİSTAN” lê zêde bike.Ev pêşnîyar ji alîyê Meclîsa Partîyê a HAK-PARÊ ve, bi sedema ku navê Kurdistanê HAK-PARê ji holê radike, destkevtîyê HAK-PARÊ ku heta wê demê sê caran beşdarê hilbijartina buye û heqê cara çaran a sala 2015 yan ji bideste,wê jîdest derkevin, pêşnîyara “Kurdistan” navlêkirinê,zû û bêwext dît,bi paşve vegerand û qebul nekir. Piştre kongreya giştî civîya, li ser navê wan hevalek rabu listeyek cuda amadekir û xwest ku bibe serokê HAK-PARÊ, HAK-PARÊ wek darek bêbelg bihêle,bike yek reng û partîyek ideolojik,homojen.Lê delegasyona HAK-PARÊ vê fersendê neda wan ku bikaribin bigêjin armanca xwe.Bivê boneyê hevalên çilsale,terka dezgeyê malbata bab û kalan kirin û cûda bun, ewan jî partîya xwe bi xêr û silamet, damezrandin.

Niha ev heval jî hewar û gazî dikin dibêjin” yekîtiya neteweyi”. “Yekîtiya Kurdan”.Her wiha gili dikin ku HAK-PAR “yekîtîya Kurdan têk dibe,guh nade bangewaza hêzên Kurd”

El însaf û merhamet.Ka kengê HAK-PAR tiştek wiha gotîye yan kirîye.Ma ne şerme ev neweyî,neyartî û bûxtan û îftirayên ku têne kirin.HAK-PAR dibêje werin xwedî li berhema çilsale a bab û kalên xwe derkevin,ev mal mala we ye jî.Kerem bikin hun ji werin ji bo Kurd û Kurdistanê, dev ji mafê piçûk berdrin, di vê platformê de cih bigrin.

Em, dibêjin HAK-PAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêşert û bêmineqeşê û gengeşî,em dîsa weke berê HAK-PARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAK-PARÊ yê wene jî.

Werin li destkevtîyên xwe, xwedî derkevin.

Dema hilbijartinên 2015’yan de,me ji wan re jî got, qenebe rabîgênin ku HAK-PAR navnîşanek netewîye, dengê xwe bidin HAK-PARÊ. Hemin serokê we yê penaber dema ku bi fermî hate Amedê û Partîya xwe da eşkere kirin, wê demê gotibu ku:” mixabin heqê dengdana min tuneye.Lê eger hebuya minê dengê xwe dabuya HAK-PARÊ”

Wê yekê jî nekirin.Lewra dengê xwe nedane HAK-PARÊ.

Ev yek bi zanîn yan bi nezanîn, bidizî piştevanî kirina HDP bû, ev yek, bikêrî HDP’ê hat.

Di halek de ku, HDP bi bernameyek “Turkîyatî” derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tiştek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. Mixabin ku bi vî rengî dengê “parêzgerên me yên Kurdperwer,geyiştin HDP ya ( yek welatxwaz,yek alxwaz,yek dewletxwaz, Turkîyadar) “Tek vatan” ci û “Turkîya cî.

Yê wan ji nîha heman kilamek li ser zimanê wane: Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.

--WÊ Bİ DOMİNE: HİLBİJARTİNÊN 2015’YAN Û HAK-PAR---
Print