2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Helbest û gazîya Xalê Qasim, ‘Rica dikim werin cem hev’!
2018-01-18 22:42
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, Qasim Demîralp xalê bavê min e. Wî roja, 09, ya heyva Qanûna Ewil, sala 1992 de kasetekî de bi dûr û dirêj li ser meselên ku li welatê me da qewîmîne qise kiribû û her wusa bi daktîloyê jî bi destên xwe hîn malûmat nivîsîne, min re şandîbû Elemanya Federal. Min ev gotinên wî ku qasetê de qise kirîbû nivîsîne, ezê wan tevî bîranînên bavê xwe di dûwerojê de fena kitêbekî biweşînim. Lê dixwazim neha çar helbestên wî ji bona xelkê wî yê belengaz û roj nedî neşir bikim.Heyanê careka din bimînin di nava xweşî û aramîyê de!

Qasim Demiralp di sala 1924 de li gundê Qelqebazarê, girêdayî qeza Kanîyareş, ( Karliova)

bajarê Çewlîg ê de tê dunyayê. Bavê wî Reşît Efendî ji ber mesela Şêx Seîdê ji gundê xwe tê surgûn kirinê û wî dişînin Xarpêtê. Li wê derê tabî mecbûrî îskanê dibe û dije. Dema ku Qasim Demiralp dibe şeş salî, bavê wî li Xarpêtê ( Elazig) de ji ber nexeşîyê wefat dike.

Dayika wî Xezal piştî mirina mêrê xwe tevî zarokên xwe vedigere gunda Qelqebazarê. Xalê

Qasim du caran zewicîye, di sala 1945 û 1957 de, bi temamî 13 zarokên xwe çêbûne. Ew bavê

doktor Hatip Deniralp e. Hatip Demiralp kadroyeki sereke ya TKDP bû û di sala 1993 de pir mixab û heyfin ku,hîna di cîwanîya xwe de ji ber nexweşîyekî giran çû ser dîlovanîya xwe. Xalê Qasim jî 02. 08. 1998 de wefat kir. Piştî 1980 jî gelek caran dewlata Tirkan tehdayî û heqaret li Qasim Demiralpê kirine û birine qereqolan û anîne. Weka din wê xwendevan di derheqa wî de bi saya ev gotar û helbestên wî, wê bibin xwedîyê malûmatên rasteqîn.

HEREKET

Hereket kir Şêxê Seîd
Dîyarbekirê danî cengek cedîd
Mîslê cengê kesek nedît
Li ser dawa xwe ev bûye şehîd

Şêx Abdullahê Melekan
Hereket kir tev gelekan
Di cengê de nekir sekan
Dîyarbekir kirin mekan

Serok bû Xelid Begê Cibirî
Dawa giran wî vekirî
Wî ji Kurdan re wesîyet kirî
Gerek hûn vî dawa yê bibin serî

Qiyam kirin tev Cibiran
Destê hev girtin mîna biran
Wan şer kirin wekî şêran
Dunya li wan rabûn seyran

Kurdan bang kir gelî Zazan
Werin cengê mîslî Bazan
Em derkevin serê gazan
Dunya alem ji halê me bizan

Em hem şehîd û gazînin
Ji bo welat îxdam bunin
Dawa xwe de em heqlînin
Bi dijmin re hesabê emê bibînin

RICA DIKIM WERIN CEM HEV

Welat tevda Kurd û Kurdistan
Ev mesela me bû pir giran
Kurdê me ji hev bela nin
Rîca dikim werin cem hev

Serok divê dilfire bin
Doza xwe de li cem hev bin
Çavên Kurdan bi we vebin
Hûn lez bikin werin cem hev

Kurdistan kirine çar perçe ye
Dijmin girtî dora we ye
Xebera we ji we heye?
Pir lez bikin werin cem hev

Înat tiştekî ne baş e
Bi vî halî doz nameşe
Li welat zêde dibin cehş e
Rica dikim werin cem hev

Di cengê de seyra hevdû nekin
Bi hevra bigrin tev şer bikin
Dijminên xwe zêde nekin
Hêvî dikim werin cem hev

Bi yekitîya we wê Kurd şa bin
Dilê dijminên we tevde reş bin
Şehîdên Kurdistanê wê tev sax bin
Rica dikim werin cem hev

ÇÛM AMED’Ê

Çûm Amedê ji bo xwendinê
Min guh da ser halê Kurdan û dunyê
Bi derdê wan dinalim heta roja mirinê
Çûm Amedê, çûm Amedê

Amed ji bo me paytexte
Kurd û Zaza li wir tev şelpeze
Sed heyfan li wan xortên teze
Çûm Amedê, çûm Amedê

Derdê Kurdan ji bîr naçe
Heta li me qiyam rabe
Eva derda tew sax nabe
Çûm Amedê, çûm Amedê

Pir nexweşim pir bê halim
Ji halê Kurdan re dinalim
Bi xelkê xwe re ez hevalim
Çûm Amedê, çûm Amedê

Ditirsim zû bimrim nebînim
Pir bê halim dil birînim
Di dozê re ez Cegerxînim
Çûm Amedê, çûm Amedê

KANÎ XETÎP

Bîst sal berê bû çûm Amedê
Bi hevalan re bûm di dozê da
Lê qedera Xwedê emrê min rê neda
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Emrê Xwedê- teala
Ez qetandim ji hevala
Şûna şervan maye vala
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Şervan diçe êdî nayê
Bang kin meta Eyşê û Zehrayê
Emoş, Gulê, kanî çira Newal nayê
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Emîn, Cewder, Dara û Osman
Ez helîyam ji ber derdan
Hûn bernedin ji doza giran
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Şewder, Dîloş piçûk manin
Ev zarokin, perîşanin
Derdên Kalo pir giranin
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Gazî ketî nava welat
Mujdat bihîst ji bo me hat
Ji bo Xwedê hûn bikin xebat
Kanî Xetîp, kanî şervan

Feryat dikir Hecî Dirêh
Ji çavên Husêyn tev xwîn dirêj
Heval temam kir mest û gêj
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Mehmûd tev hevalan hat
Wan dil û cîgera hemûyan pat
Ji bona welat êdî kê bike xebat
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Koma mellan tev Husam hat
Wana bê heyran kirin xebat
Sîrac, Serwet derxist îcad
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Dua metê xwe çû biran
Xwedê da me ev derdê giran
Ji me girt sermîyanê biran
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Hevalên min tev mîslî şêrin
Waxta ku dijmin li wan dinhêrin
Serê hemîyan dikin jêrin
Kanî Xetîp, kanî şervan?

Emrê Xwedê ez diçim qebrê
Xwedê bide we gelek sebrê
Yareb li min were rehmê
Kanî Xetîp, kanî şervan?


Print