2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ji çîrokên pir kurt û dirêj
2019-01-27 23:59
Bawerê Omerî
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.

Hebû miletek bîst û sê dewlet li ser navê wî hebûn (Ereb in) û ta niha jî dibêjin:” em di jiyana xwe de ne bextiyar in, jiyana me ne misogerkirî ye, tirs li ser hebûna ziman û ewleyiya me ya neteweyî heye, haware! werin bi me ve”

Miletekî din nêzîka pênc dewletan li ser navê wî hebûn (Tirk in) û ta niha jî dibêjin:” em di jiyana xwe de ne bextiyar in, tirs li ser ziman û ewleyiya me ya neteweyî heye, haware! werin bi me ve”.

Miletekî din hejmara wî pir biçûk e, lê dewleteke mezin li ser navê wî hebû (Faris in) û ta niha jî dibêjin:” em di jiyana xwe de ne bextiyar in, tirs li ser ziman û ewleyiya me ya neteweyî heye, haware! werin bi me ve”.

Du dewletên din cîhan hemû li xwe parvekiribûn (Birîtanî û Firensî ne) û ta niha jî dibêjin:”em di jiyana xwe de ne bextiyar in, dadmendî di jîyanê de tuneye, tirs li ser hebûn û ziman û ewleyiya me ya neteweyî heye, haware! werin bi me ve.

Vêca miletek heye bi hejmara xwe pirtir ji şêst milyonî ye (Kurd in), ji hemû mafên xwe yên mirovayetî bê par e, di nav heft perçeyan de hatiye perçekirin, ne dewletek û ne jî nîv dewlet li ser navê wî heye, lê ev miletên xwedî dewlet weha dibêjine wan:” çima hûn di jiyana xwe de ne bextiyar in? Çi ji we kêm heye? Hûn çi ji me dixwazin? Çima hûn hez me nakin? Çima hûn rêzê li me nagrin? Çima hûn dixwazin ji me cûda bibin û dewleteke serbixwe damezirînin? Hûn di mirovayetiyê de birayên me ne, mafê we jî mîna yê me misogerkirî ye, çima wisa hûn bê hiş in? Bela kes bi hişmandiya we neleyîze, em û hûn di maf û stûbariyê de wekî hev in, mafekî we hebe jî li ezmana li cem Xwedayê mezin e, ne li cem me ye.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Print