2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Roja Zmanê Dayîk ZMANÊ ME HEBÛNA ME YE
2019-05-15 20:32
Kemal Burkay
Îro, 15yê Gulanê roja Zmanê dayîk, ango roja Kurdî ye. Di gulana sala 1932’yan da Mir Celadet Bedîrxan û hevalên xwe li Şamê dest bi derxistina Kovara HAWAR’ê kiribûn, bi tîpên latînî. HAWAR kovareke delal bû û di xwendin û nivîsandina Kurdî da roleke baş leyîst.

Di rûpelên Hawarê da nivîskar û şairên hêja wek Celadet Bedîrxan, Kamran Bedîrxan, Cîgerxwîn, Osman Sebrî û Nûrettîn Zaza nivîsandin.

Gelek nivîskar û rewşenbîrên me ji çavkaniya Hawarê feyde dîtin.

Bona vê yekê 15 Gulan wek Roja Zmanê Kurdî tê pîrozkirin.

Mixabin îro jî hîn li Kurdistana me ya Bakûr zmanê me ne bûye zmanê fermî û ya perwerde. Em welatparêz, sîyasî û rewşenbîrên Kurd ji bo vê yekê ber xwe didin. Heya ku zman nebe fermî û ji dibistanê heya zanîngehê nebe zmanê perwerde, nikare pêşva biçe.

Îro mixabın, li Bakûr xeterek mezin li ser zmanê Kurdî heye. Asîmîlasyon bi xurtî rêva diçe.

Zmanê me hebûna me ye. Ger em zmanê xwe winda bikin, wek gel jî namînin.

Bona vê yekê, divê em him ji bo destxistina mafên xwe yên bingehîn kar û xebata xwe bimeşînin, him jî bo hînbûn û hînkirina xwendin û nivîsandina zmanê xwe çi ji destê me tê bikin.

Min di sala 1995 da (ango 25 sall berê) di Rojnama hefteyî Ronahî da, ku li Îstembolê derdiket, bi serenavê ”ZMANÊ ME HEBÛNA ME YE” bendek nivîsîbû. Di beşekî wê nivîsê da min usa gotibû:

Kurdino, xwîşk û birano! Hûn jî çavê xwe vekin. Binêrin neyar çawa şerê me dike. çawa dixwaze me winda bike.

Hûn jî wek camêr û canikan xwedî doz û dewa bin, serbilind bin, jîr û jêhatî bin, ber xwe bidin.

Zarokên xwe bişînin dersên Kurdî. Li her derê Elmanîyê, li her derê Ewrûpê, di dibistanan da dersên Kurdî bixwazin. Li her derê Ewrûpê radyo û têlevîzyonên Kurdî bixwazin.

Li welat û li der, ger dibistanên usa tune bin, hûn qurs û dibistanan vekin. Yên ku xwendin û nivîsandina zmanê xwe dizanin, dersên Kurdî bidine heval û nasên xwe, zarok û mezinan hînî xwendina Kurdî bikin.

Bo vî tiştî ger dil û daxwaz hebe, cî jî, firsend jî li her der û her tim heye.
Kitêb û kovar û rojnamên Kurdî bistînin, bixwînin, belav bikin.

Zmanê me xweş e, delal e; şîrîn û şerbet e. Ev namûsa me Kurdan e, ev hebûna me Kurdan e. Jê ra xwedî derkevin.
Print