2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Ji çîrokên pir kurt û dirêj
2019-06-23 23:43
Bawerê Omerî
Hebû tunebû dilovanî li dê û bavê min û we bû.
Hebûn şeş dewlet di rojhilata navîn de, yek ji wan komara Iraqê bû.
Desthilatdariya vê dewletê zimanê dijberên xwe di Bexdada paytext de bi kêr û şûr û xinceran jêdikir.

Di eynî demê de dezgehên wê destûr dabûn, ku miletê Kurd li dibistanên Kurdistana başûr bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin û bipeyivin.

Dewleta dudoyan, komara Sûriyeyê bû.

Desthilatdariya wê zimanê dijberên xwe li Şama paytext bi gulavan derman dikir.

Di eynî demê de dezgehên wê destûr dabûn, ku zimanê kurdî di Kurdistana başûrê rojava de bi kêr û şûr û xinceran bibirin.
Dewleta sisêyan, komara Tirkiyeyê bû.

Desthilatdariya vê dewletê, zimanê dijberên xwe di Enqeraya paytext de bi şûşeyên misk û gulavan derman dikir.

Di eynî demê de dezgehên wê destûr dabûn, ku zimanê kurdî di Kurdistana bakur de bi kêr û şûr û xinceran bibirin.

Dewleta çara, komara Îranê bû.

Desthilatdariya vê dewletê, ziman û hustê dijberên xwe di Tehrana paytext de bi darê kindirê vedikir û bi xwar de dikşand û jêdikir.

Di eynî demê de dezgehên wê destûr dabûn, ku zimanê kurdî di zanîngehan de bête xwendin û li Kurdistana rojhilat navê parêzgehekê kirine “Kurdistan.”

Dewleta pênca û şeşa, komara Ermenistan û Ezerbaycanê ne.
Desthilatdariyên van herdu dewletan, zimanê dijberên xwe bi zêravê dixemilandin.

Di eynî demê de dezgehên wê destûr dabûn, ku rojê bîst kêlîkan di izgeha Yerîvan û Bako de hinek nûçe û stran bi zimanê kurdî bêtin weşandin- û dawî bi alîkariya rêjîma Tirk û Urûs bi sed hezaran miletê kurd ji Serhed û Kurdistana sor derxistin û li nav komarên Soviyata berê belav kirin.

Çîroka min ji we re xweş û riwê dijminên me û çeteyên wan bimîne reş.

Bawere-Omeri@hotmail.com

23.06.2019z – 2631k
Print