2020-07-15
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
C E M A L Î
 
KERONA WÎRÛS!...
2020-03-12 14:58
C E M A L Î
Hevalên delal,

Gelek waxt e min tiştek ne nivîsand. Lê min rojiya xwe ji ber vê andêra Korona wîrûsê şıkand.

Bona vê yeke gelek kesan dev ji çûna Ûmrê, ango tawafa Kabê berdan (ji xwe dewleta Suudîyê derê Mekkê girt), gelek kes dev ji nimêja înê berdan, min jî ji rojiya nivîsandinê…

Va vîrûs çi tiştên ecêb in, çi bela ne heyran! Mirov dikare xwe ji şêr û keftaran biparêze, dikare xwe ji hirçan, ji guran, ji gurmirovan biparêzê, lê nikare ji van zerreyên piçûk biparêze, ku bi çavan xuya nakin.

Navê xwe jî ecêb e: Korrona wîrûs… Ji bo Kurdiya wê mirov dikare bêje KERONA yan jî KURONA WİRÛS !

Lê rebenê ker û kuriyan, tu gunehê wan di vî karî da tüne
.
ÇİMA DERENG HAT TİRKİYÊ?

Wekî eyan e, ew wîrûs, gor der û cîranan dereng hate Tirkîyê. Hûn dibên çima?

Gelo tu bêjî zû va hatibû hayê me jê tunebû?.. Yan ji berpirsên dewleta Tirk tirsîya bû?.. Ka li vî welatî zulm û teda pir e, mafê mirovan tune, wîrûs ji xwe tirsiyan…

Hin kesan gotin ji ber genên Tirkan e ku ew wîrûs li Tirkiyê û welatên din ku Tirk lê dijîn, bi hêsanî belav ne bû…

Lê gelo, hayê wan kesan heye ku genên xelkê vî welatî, ango yê Tirkiyê çiqas genê Tirkan in? Çend sal berê li Amêrîka lêkolinên li ser xwina welatîyên vî welatî hate kirin, nişan da ku xwîna xelkê vê welatî anca % 2 xwîna Tirkan e. Ango % 98 xwina xelk û milletên din e!

Na, ev teoriya nijadperest bê bingeh e.

DERMANÊ XWE Çİ YE?

Hekîm dibêjin hîn dermanê xwe tüne. Lê gelek kar û xebat tê kirin kû Jê ra dermanekî peydakin.

Herçıqas hekîman hîn derman ne dîtine, lê gor hin kesan derman heye. Yek ji wan nivîskarê Rojnama AKİT’ê, Evdirehman Dilipak e. Dîlîpak dibêje derman kindir e, lê ajotina kindirê li Tirkiyê salan berê bi daxwaz û tesîra Amêrîkîyan hate qedexekirin.

Kindir çima derman e, em pê nizanın. Qasî ku em zanin ji kindirê esrar çê dibe, yê ku dikişinin gêj dibin. Bona vê yekê esrar li hemû welatên medenî, wek eroyînê qedexe ye.

Lê xuya ye, Dilipak tiştekî zane. Dibe ku ew dixwaze hemû welatî têrî xwe esrarê bikişînin û gêj bin, wê wextê bimînin jî, bimirin jî tu êşê nakişînin û ji wan zirar nayê…

Walle eger hal û mesele ev e, ne derd e, ne hewce ye ku welatî esrarê bikişînin, ji xwe ew ji nuha va gêj in. Ma ewên ku bi salan û bi zora ço welat îdare kirin û hatin, di serê kê da aqil hiştin?..

HEYA ŞEŞ MEHAN WÊ TOFAN RABE?

Yek ji avakerên (damezrênarên) AKP’ê, ku piştra jê cuda bû, ango hevalekî Erdoxan û Gul ê berê, Evdilhemît Şener, gotiye ku ev korona wîrûs tesîreke gelek xirab li ser aboriya dinyayê wê bike. Şener dibêje: “Aboriya dinyayê heya şeş mehan wê têk biçe û hemû hukumet biruxun!..”

Gelo ev çi kehanet e? Ango heya şeş mehan tofan rabe, bibe qiyamet?..

Gotineke Tirkî heye, dibêjin “”Êlle gelen düğün-bayram!..” Ango tiştê ku tevî herkesi hat serê me, wek cejn û dîlan e!..” Em jî dikarin usa bêjin.

Him jî ger hemû hukumetên dinyayê biruxin, ev dinyaya bê dad ser û bin be, ne xirab e! Yên ku dinya kirine vî halî ew in.

Tişxtê ku xelk nikarin bikin, dibe ku ev KURONA WÎRÛS bike!..

Gotinek heye, dibêjin: “Di her xirabiyekê da xêrek heye…”

12 Adar 2020
Print