2024-03-28
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Bawerê Omerî
 
Rejîmên Sûriyeyê û mandelkirina pirsa miletê kurd
2020-05-06 03:18
Bawerê Omerî

Bawerê Omerî

Li hemû nîvdewletên, ku welatê Kurdan “Kurdistan”
dager kirine, zor û sitemên cûre cûr li miletê kurd kirine.
Bi rastî, hemû rejîmên van nîvdewletan ne wek hev li pirsa kurdî dinihêrîn.
Bo nimûne: Rejîma nîvdewleta Elba,is li Bexdayê, ji aliyekî ve bi hemû hêza xwe ya leşkerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) şerê miletê kurd û Kurdistanê dikir.
4500 gund wêran kir, bi sedhezaran birîndar û pakrewan bûn. Lê, ji aliyê din ve di ragihandina xwe de ango, di kovar, rojname, êzgeh û wêneguhêzên xwe de gengeşî li ser pirsa kurdî dikirin.
Gelek berpirs û şalyarên Kurd di nav desthilatdariya vê rejîmê de hebûn.
Serûkê wê yê berê Sedam Hisên û berpirsên din eşkere pêşwaziya serkirdên kurd dikirin, û wêneyên wan di ragihandinên xwe de zindî belav dikirin, ji bilî ku wêneguhêzek taybet bi zimanê kurdî vekiribûn.
Rast e, têde piropaganda li dijî Kurdan dikirin, lê, di eynî demê de bernameyên taybet jî li ser şer û dîrok û herêmên kurdî li Kurdistana başûr dixweşandin.
Serûk Sedam Hisên her sal dema diçû Kurdistanê, kincên kurdî li xwe dikir, wî bi dehê caran peyman di nav xwe û Kurdan de imze kiriye, heya xwe fêrî zimanê kurdî jî kiribû.
Erê, ew bi rastî zordar û sitemkar û diktatorek bû, lê, di gelek helwestên xwe de piştgiriya mafê miletê kurd di Iraq û Kurdistanê de dikir, û pirsa kurdî nedida mandelê. Rejîmên nîvdewleta Îranê, di dema Şah û Ayetulahan de, timî pirsa kurd di rojeva desthilatdariya vê nîvdewletê de bû.
Bi hemû hêza xwe ya leşkerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) şerê miletê kurd û Kurdistanê dikir.
Bi hezaran ji berpirs û serkirdên Kurd li hundir û derveyî Îranê bi destêt saloxgerên xwe kuştine.
Lê, wan di alavên ragihandina xwe ya fermî de li ser pirsa Kurd û Kurdistanê gengeşî dikirin.
Rapor û belgeyên dîrokî bi wêneyê serûkê komara Kurdistanê birêz Qadî Mihemed û serûkên partiya demoqrata Kurdistanê birêz Ebdilrehman Qasmilo û Sadiq Şerefkendî û seydayê Mistefayê Barzanî û Mam Cela û kak Mesûd di rojname û wêneguhêzan de diweşandin,
Di herêma Kurdistana rojhilat de navê welatê Kurdan “Kurdistan” li parêzgehekê kiribûn.
Gelek parlemaniyên Kurd endamê parlemana Îranê bûn.
Mebest ew e, ku ti kêşe li cem rejîma Şah û Ayetulahan bi xwe jî tunebû, dema pirsa kurd dihate holê.
Berpirsên wan eşkere û li ser wêneguhêzan pêşwaziya nûner û berpirsên Kurdan dikirin, ango, wan rejîman pirsa kurdî li hemû beşên Kurdistanê nadidan mandelê.
Rejîma nîvdewleta Ermenistan û Ezerbeycanê, ligor berjewendiyên xwe dizanîbûn bê wê çawa bi pirsa kurdî û Kurdsiatanê re bidin û bistînin.
Herdu nîvdewletan di destpêka sedsala bîsta de dîmorafiya herêmên kurdî diguhertin, kurd surgûnî komarên sofyata berê dikirin, û yên di nav xwe de jî dibişaftin û ol û regezên wan diguhertin:
Gelek Kurd di şerê Nagorno Kerebax de bûn qurbana van herdu nîvdewletan.
Van herdu rejîman bi alîkariya dewleta Urûs xaka Kurdistan sor di nav xwe de perçekirin û navê wê ji binî hilanîn.
Tevî kiryarên van herdu rejîman li dijî miletê kurd jî, li aliyê din di herdu paytextên wan de êzgehên bi zimanê kurdî hebûn.
Rejîmên nîvdewleta Tirk, bi hemû hêza xwe ya leşkerî û ewlehî û saloxgerî (çekên kîmawî) û yasayî timî li dijî miletê kurd li Kurdistana bakur û li beşên din yên Kurdistanê şer dikirin.
Sê beş ji Kurdistanê dagerkirine, 5000 gund li bakur tenê şewitandin û wêran kirin.
Nêzîka 6000000 Kurd ji Kurdistanê û Tirkiyeyê sugûn kirine, bi sed hezaran girtî di zindanên wan de hene.
Bi deh hezaran leşker û çeteyên wan di nav gund û bajarên Kurdan de ne û pasvaniyê li sînorên Kurdistanê dikin, ji bilî dagerkirin û êrîşên wan li Kurdistana başûr û başûrê rojava (çiyayê Kurmênc, serê kaniyê, Girê sipî).
Ji bîst û yek salî ve birêz Ebdelah Ocelan dîlgirtine, her roj bi balafirêncengî gund û bajarên Kurdistanê bombebaran dikin.
Zimanê kurdî di destûra wan de tuneye û di yasayê de qedexeye.
Ji tirsa yekbûna miletê Kurd û xaka Kurdistanê têlên bidurî û dîwar û bombe di nav dilê Kurdistanê de danîne.
Tevî van kiriyarên wan jî, gelek wêneguhêz ji Kurdan re bi zimanê kurdî vekirine.
Her roj pênc şeş demjimêran di wêneguhêzên xwe yê fermî de gengeşiyê li ser şervan û pêşmerge û şoreşên Kurdistanê dikin, herweha bi fermî pêşwaziya berpirs û serûkên Kurdistanê dikirin, û bi zindî hevpeyvîn û gengeşî bi wan re li ser pirsa kurdî û rojhilata navîn dikirin.
Ica ku em li kiryarên rejîmên Sûriyeyê û bi taybet ya partiya Elba,is binêrin, di hemû destûrên wan de maf û navê miletê kurd tuneye, bi proje û zagonên xwe li dijî miletê Kurd û herêmên kurdî kiryarên wê mîna yên dewletên faşîst in, bi şev û roj dijminatiya miletê kurd dikin.
Ji pêncî salî ve, miletê Kurd di nav vê nîvdewletê de timî veşartî û tewanbar bû.
Ziman û çanda kurdî qedexekirin, nasname ji wan kişandina, anîn û bicihkirina Ereban li herêmên kurdî, berdana fermanberên Kurd ji karên wan, girtina rêzanvan û rewşenbîrên Kurd, lênemiqtebûn li herêmên kurdî, gunehbarkirina tevgera kurdî di piropagandaya rejîmê de, xwedêgiravî ligor nerîna wan têkiliyên Kurdan bi tevgera Sahyûnî û Isra,îlê re hene, û dixwazin Sûriyeyê perçe bikin û Isra,îla dudiyan (Kurdistan) damezirînin, pilanên wê yên bê sedem di kuştina xortên Kurd de, fort û daxwazên wan yên niha di dagerkirina herêmên kurdî de.
Ji pêcî salî ve nedihiştin yekî Kurd bibe serûkê desthilatê û parlemanê.
Di dezgehên diplomasî û leşkerî de berpirsên Kurd yên payebilind li Sûriyeyê tunebûn.
Rejîma Elba,is, rojekê tenê jî nedixwestin yek bêje û peyiv di alavên ragihandinê de li ser pirsa kurdî di Sûriyeyê de bête nivîsandin û belavkirin.
Carekê tenê jî serûkê vê nîvdewletê li şahîn û şîn û çalakiyên Kurdan amade nebûye, li cem wî û rejîma Elba,is çar miliyon kurd di Sûriyeyê de tunebûn, rejîmê digot:”Li bakur û di ser çemê Feratê re tenê çar miliyon Cengene hene.” Weha li miletê kurd dinihêrîn.
Ne êzgehek û rojnameyek û kovarek û ne jî wêneguhêzek bi zimanê kurd di Sûriyeyê de tunebû. Hemû alavên regihandinê ji miletê Kurd re qedexekiribûn.
Yek carê tenê jî serûk û berprsekî van rejîman bi eşkere pêşwaziya serûk û berpirsekî kurdên Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava nekirine.
Rojekê tenê jî li ser alavên ragihandina van rejîman gengeşî li ser dîrok û pirsa kurdî nehatiye kirin.
Ji lewra beşê pir ji miletê Ereb di rêka piropagandaya van rejîman de li dijî maf, pirs û daxwazên kurdan li Sûriyeyê bibûn mîna gurên har.
Pir mexabin!, ku vê rejîmê bi zanebûn dijminatiyek bêdawî xistibûn nav pêkhatiyên Sûriyeyê û Kurdan de.
Bi rastî, sedemên daxwaza rejîma Elba,is bo dagerkirina herêmên kurdî, ne partiyek e û rêxistinek e, û ne jî ji bo parastin û çavên Kurda ye, wan tenê çavên xwe berdana mal û ava şîrîn û zeviyên petrol û çandiniyê li Kurdistana başûrê rojava.
Rejîma Tirk û çeteyên wê (Ixwan Elmuslimîn) li ber çavên Beşar Elesed û rejîma Elba,is nîvê Kurdistana başûrê rojava, ku xwedêgiravî niha beşek ji Sûriyeyê ye, dagerkirine.
Ji devêla ew û rejîma xwe vê dagerkirinê şermezar bikin, û wî beşî rizgar bikin, berê xwe dane belengazên kurd û maf û pirsa wî ya rewa di hundirê vê nîvdewleta xwe de didin mandelê.
Diyar e, ku ew bi vê hişmendiyê ne duh û ne îroj û ne jî di paşerojê de maf û pirsa kurdî di Sûriyeyê de napejirînin.
Bi rastî, heger em bi hûrgilî li ser sedemên mandelkirina pirsa kurdî di Sûriyeyê de rawestin, meliyonek gotar têra vê yekê nakin.
Bi nerîna min piştgirên vê rejîmê yên bi hêz di hundir û derveyî Sûriyeyê de hene, ku ew bixwe alîkariya wî dikin û berî wî pirsa kurdî di hemû beşên Kurdistanê de didin mandelê.
Rejîm jî ji aliyê xwe ve biryarên wan bi cih tîne.
Bi nerîna min, di hundirê Sûriyeyê de du hêz hene:
1-Hêza olderan, û bi taybet oldarên Ermen û Suriyan û Aşûrî û Kildan û Filehên Romî ne, yên ku rêveberiya partiya Elba,is û partiya qomûnîst ya Sûriyeyê dikirin, û xwe kiribûn bavê netewa ereb di cîhanê de.
2-Hêza musilmanan, û bi taybet ya biraderên Musilmanan (Ixwan Elmuslimîn), yên ku bi dizî di bin navê partiya Elba,is de kar dikirin û beşek ji dezgehên rejîmê bûn.
Li derveyî Sûriyeyê pênc hêz hene:
1-Hêza dewletên Ewropayê hinek ji older.
2-Hêza hinek ji partiyên Isra,îlê ye.
3-Hêza beşekî ji Marûniyan bi serûkatiya “Mişêl Ewin” li Libnanê ye.
4-Hêza hinek ji older (Ortodokis) û partiyên Yewnanî ye.
5-Hêza dawî ya neteweperestên Tirk û Faris û Ereb e.
Di bin bandora van hemû aliyan de, serûkê nîvkomara Sûriyeyê Beşar Elesed û berpirsên din nikarin bi tena xwe, bi nerîn û helwesteke erênî li pirsa kurdî di Sûriyeyê û Kurdistana başûrê rojava de binêrin, û ligel hemû kêşe û pirsên din di Sûriyeyê de çareseriyeke guncaw û demoqrat ji wan re bibînin.
Ji lewra ew ji herdu destên xwe ve hatine girêdan, tenê ji bo dilê hevalbendên xwe xweş bikin, ew jî mîna gelekan pirsa kurdî û miletê kurd di Sûriyeyê de dide mandelê.
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim, ku pirsa miletê kurd ji hemû serûk û berpirs û desthilatdarên û oldarên rojhilata navîn mezintir e, û ti kes nikare vê pirsa han di nav reşbelek û zindanên xwe de veşêre, ji ber ku doza miletê kurd mîna hemû dozên li cîhanê “dozek e rewa” ye.
Helbet, wê rojek were, ku zana û rêzanvanên miletê kurd bi alîkariya dost û hevalbendên xwe vê pirsê bi cîhanê bidin pejirandin û mafê xwe yê netewî bi dest bixin û xaka welatê xwe “Kurdistan” ji bin destêt dijminan rizgar bikin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
03.05.2020



Print