2020-07-15
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Rênas Sütcü
 
Divê mirov rastîyê ji bîr neke
2020-06-05 21:23
Rênas Sütcü
Rênas Sütcü

Ku mirov rastiye ji bîr va neke. Di tarix materyalizme da destpêka jiyana sîvîl yanê medeniyêtê ne li ser civaka ku xwîna hev û du dimêje çêbûye.
Bi hev ra parvekirina xwarin vexwarinê ango jiyana komînal mirov wekî mirov perwerde dikir , çêbûye. Jiyana îro hesantir bûyî be jî li çar alî dinyaye şêr û pêvçûn heye. Ji bona zêdekirina perêyên pirr û mal û milk her qolonyalizm berdewam e.
Li welatê me hişyarbûna gêl di destpêka sala şêstî da pêk hat. Û li sala heftî edî li ser qolonyalîzme ango li ser dagirkirina welatê bav û kalan pirtûk û belevok hatin nivîsandin û belavkirin.
Di nav gêl da hewcêdariya rêxistînî pêwîstiya xwe edî dîyar dikir. Piranîya rêxistin û partîyên kû hatin damezrandin û avakirin çepgir ango sosyalist bûn. Dan û standina fikrên nû rewşa ronakbîrîye gûhart û rêyek nû da pêşîya wê. Kar û barên kû li ser zmanê zikmakî wê demê destpêkir û gêşbû.
Mirov êdî li tiştan ne wekî berê dinêrî. Felsefa nû edî tesîrek mezin li ser gêl dikir. Li karxanan û fabrîkên wê demê da xwe rêxistînîkirina karkeren welêt edî destpêkirîbû. Rojnameyên mehî û hefteyî bi du zmanan Kurdî û tirkî derdiketin û fikrên nû di nav gêl da belavdikirin. Yek ji wan Riya Azadî bû . Ango Ozgurluk Yolu. Piştî demekê rojnama Roja Welat derket. Bi Kurdî û Tirkî. Îroj mêzedikim hinek nivîskarên Kurd misilman dibêjin sedema rewşa kû îro em tê da ne sosyalîst in .
Keko ev 40 salê kû li welatê me bi fikrên sosyalist tekoşîn daye, lê misilmantî 1400 sal e heye malîavano... Kî/ kê sucdar ango tawanbar dikin.
Îro qonaxa kû em tê ra derbaz dibin gelek qomplîkê ye. Di nav alozîyek da ye.

Bi dewlet bûna Kurda li rojhelata navîn da Kurd we êdî bibin xwêdî maf û azadiyan ku îro jê bêpar in. Sernavê vê nivîse “ divê mirov rastiyê ji bîr neke.” De Kurdno hûn jî rastiya xwe ji bîr nekin.
Derkevin kolana di nav gêl da karbikin ,bidin û bistînin. Bila bawerîya gêl bi me ra xurt be. Lê xwêdî derketina civaka sosyalî û kultûrî wê me pêşda bibe.
Print