2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
QîZA PIÇÛK
2020-06-13 14:25
Suphi Aydın


Resma wê ya ewil û dawîn
Neşir kir rojnama Taraf’ê
Fena du zeytûnên reş
Diberiqin herdû çavên wê
Kê dizane ji bona çiye?
Ecêb dinêre ji der û dora xwe
Gelo ji tirs, xof, an jî ji kêyfan raye?
Ev keçika çav reş û piçûk
Dûho ne, lê roja pêr bû
Dema nimêja nîvrojê da
Ji ber çavên dinya – alemê
Di mezrayekê girêdayê qeza Licê da
Dema wê pezê mala bavê xwe diçêrand
Bê sedem û sûwal, bê maf û pirsîn
Fena ku wusa ji ber kêyfan re
Hat kuştinê Ceylan’a delal
Ji ber teqîna guleyên panzerê
Bedena wê ya teze û nazîk
Bû kêrî – kêrî, perçe – perçe
Her alîyekî laşê wê di hewayê da belav bû !
Ax keçika piçûk û çav reş
Tu neha bûyî gurzekî agirê sor
Û ketîye nava dilê me kurdan

KÊYNEKA QIŞKEK

Resim yeyo verîn û peyin
Neşir kerd qezatê Tirkon Taraf
Sê di hebon zeytûnon sîeyon
Bîyêrqîyên wird çim yey
Kam çi zon çinay raw?
Ya ecêb onîyena duarmalê xwi ra
Ters, xof, nîo zî kêyfon raw bêlka?
Eya kêyneka wayêrê çimon sîeyon
Vizêr nîe, la perê
Ruej nimaj nîmruej di
Vêr çimon dinya û alêm di
Yow mezrayê girêdayê qezayê Licê di
Helag yey pês kêy bayk xwi çirîyenayn
Bîe semed û bîe sual
Amê kiştiş ya!
Pê teqayiş gulê panzera
Bedên gon yeyo teze û nazik
Bi felqi - felqi û leti - leti
Her yow hebê gon yey hetêk ra bi vila!
Ax kêyneka wayerê çimon sîeyon
Ti nikay bîya yow bizûatê adir sûr
Û kota zerrê ma kurdon

KÜÇÜK KIZ ÇOCUĞU

İlk ve son resmi yayınlandı
Taraf gazetesinde Ceylanın
Sanki iki siyah zeytin tanesi
Onun parlayan kara gözleri
Kimse bilmez nedendir acep
Hayretle bakıyor etrafına
Heyecan, korku, yoksa sevinçten mi?
Henüz yeni girmişti oniki yaşına
Dün değil, ertesi gün de
Güpegündüz bir öğlen vakti
Gözleri önünde dünya – alemin
Lice ilçesine bağlı bir mezra da
Otarırken o küçük kız koyunlarını
Sorgusuz, sualsiz, sanki öylesine
Vurdular o küçük kız çobanı Ceylan’ı
Patlayan panzer mermisiyle!
Onun o henüz körpe ve nazik vucudu
Param parça oldu, savruldu havaya
Ah kara gözlü küçük kız çocuğu
Sen şimdi kürtlerin yüreğine düşen
Bir avuç kızgın ateş parçası oldun

Xwendevanên delal, min ev her sê helbest; 01. 10. 2009 li bajarê Harburg’ ê da nivîsîye. Çend roj berê min di îndenpendentturkish.com de xeberekî xwend ku, dadgeha bilind, ango ‘Daniştay’ heq, maf dayê malbata ev keçika piçûk û dibêje; ji alîyê ewlehîyê da qisûrên xizmetê hebûye. Ev bûyerên wusa xedar ü tırajedi di nava salên dawîyê gelekî qewimîne û dilê merivên demoqrat pê diêşe. Em hêvî dikin ku, ev bûyerên hanê bi dawî bên û gelê me jî di nava aşitî û aramîyê da bije. Heyanê careka din bimînin di nava xweşîyê da, ji we re û hemû mirovan re jîyanekî bê zor û zulm dixwazim!
Print