2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SÊ ZIMAN
2020-07-02 17:48
Suphi Aydın
Divê tu kêmtirîn sê zimanan bizani bî
Bi sê zimanan
Bibêjî ezê jin û dêya we... wusa rasterast herî
Kêmtirîn bi sê zimanan bifikirî û xewan bibînî
Sê zimanan divê tu bizanî
Ya ewil zimanê dayika te ye
Weka dest û lingê te ne ew
Fena şîrê dayikê şîrine
Weka şîrê dayikê belaşe
Bi lorîn, çîrok, çêr jî têda hene
Ev zimanên dinê heft qat ji te xerîbin
Her gotin di nav devê şêrê da ye ev zimanan de
Divê tu her bêje yê bi diran û neynûkê tilîya xwe
Weka tu ji kokê derxînî der, wusa bi zehmet
Bi fêrbûna her bêjeyê tu yê qasî qamê tûxlayekî bilind bî
Bi zanîna her gotinekî tu yê qatekî zêde bibî
Divê kêmtirîn tu sê zimanan bizani bî
Bi sê zimanan bibêjî dilê min
Pesna rindîya gula sor bidî
Ji ku zirave, bira li wir biqete bibêjî
Bira mirina hespê ji cehê be bibêjî
Bizin ji bona desteyekî gîhayê ji zinarê tê xwar bibêjî
Kedxwarîya mirovan bi destê mirovan
Karekî rezîl û rusvayê herî xirabe bibêjî
Çi bibêjî lo
Wusa bi camêrî bê tirs bikarî rasterast bibêjî
Divê tu kêmtirîn sê zimanan fêr bibî
Kêmtirîn bi sê zimanan bibêjî ezê jin û dêya we...wusa rasterast herî
Herî kêm bi sê ziman
Ji ber ku tu ne dîrok û ne jî erdnîgarî yî
Tu ne ew û ne jî ev î
Lawê min Mernus
Tu lawê xelkê rêwî yî ku wan xwe negîhiştine otobosê, erdê mane!

Ev helbest ya Bedrî Rahmî Eyûboğlu ye û şêst û pênc sal berê hatîyê nivîsîn. Min tirkîya wê ji rojnama Sözcü yê 01.07.2020 dı quncıka meqale ya Necati Doğru gırt ü wergerand kurmancîyê. Hêvî dikim ku xwendevan pê ev wergera min razîbin.

Print