2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Latif Epözdemir
 
Bİ YADA İDRİS BERZANÎ
2021-01-31 19:06
Latif Epözdemir


Îro 34. salyada nemîr İdris BERZANÎ ye. Bi rêz û ihtirameke mezin ez nemir İdris Berzanî yad dikim.

Bi rehmet bî İdris BERZANİ di sala 1944’an de, li Başûrê Kurdistanê, gundê Berzan hatîye dinyayê. Piştî têkçûna Komara Mahabadê di sala 1947’an de, di 3 salîya temenê xwe de; bi babê xwe, serokê mezin Mela Mistefa Berzanî re çû Rûsyayê. Di vê meşa Rusyayê de ji 500 peşmergeyan pêşmergeyê herî biçûk İdris BERZANİ bu. Ev dûrketina wî a pêşin bu û 11 sal ajot, di sala 1958’an de hisreta Kurdistanê kûta bu û di gel babê xwe Mela Mistefa careke din vegerîya Kurdistanê.

İdris Berzanî, di rêya yekrêzîya hêzên Kurd de, gelek xebateke hêja kir. Yekem car bi Mam Celal û Dr. Mehmûd Osman re têkilîyên hevkarîyê danî û ev hewildana wî bu binyatek mayînde di damezrandina Cepheya Kurdistanî de. Bêgûman ku Cepheya Kurdistanî, li başûr; bu zamîn û temîna avakirina statûyeke sîyasî ji bo gelê me yê Başûr. Miletê Kurd bi destxistina desthilatên netewîyên Kurdistanê de,minetdarê Mela Mistefayê nemir û İdris Berzanîyê gorbehişt e.

İdris BERZANİ yek ji gernas û pakrewanê Şorişa Êylûnê bu. Ew di Sala 1964’an bu fermanderê pêşmergeyên Kurdistanê. Nemir İdris Berzani, şahidê 11’yê Adarê bu ku di sala 1971’an de Saddam qewil kiribu ku xweserîya Kurdistanê wê we re nas kirin, lê piştî demeke kin qûlibî bu, û hêriş anîbu ser baregayê pêşmergeyên Kurdistanê.

Mam İdris, Li ser edebiyat û helbestvanîya Kurd şareza bu. Her wiha ew bi felsefe û sosyolojîyê re jî eleqedar dibu. Di jîyana xwe a sîyasî de her wek şêwirmendeke hosta her tim li kêleka Mela Mistefa bu. Pêşmergeyeke dilsoz, şaireke hêja, miroveke şareza û hestîyar bu.

İdris Berzani pişti xiyaneta Saddam a di 11’yê Adarê, digel malbatê û bi hezaran pêşmergeyên Kurdistanê re berê xwe dane rojhilatê Kurdistanê û li tenişt Ormîyê, navçeyê Mirgewer-Tirgewer û Dizê-Soma Biradost cîwar bun. Evcar jî dest bi şerê partîzanî kiribun û doza azadîya Kurdistanê, ne dabun seknandin.

Rêzdar İdris Berzani li wir, li nêzîkê Ormîyê, li gundê SİLWANA roja 31’ê Meha yekan a sala 1987 jîyana xwe ji dest da. İdris Berzani li bajarê Şino, li tenişt babê xwe Mela Mistefa hate defin kirin. Piştî sala 1991’an dema ku Kurdistana başûr azad bu gora herduk nemiran, Mela Mistefa û İdris ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve anîn başurê Kurdistanê û li Dihokê gundê Berzan veşartin.

Careke din serê malbata Berzanî, serê serokê Kurdistanê cenabê Mesûd Berzanî û serê serokê herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Berzanî û hemû miletê Kurdistanê sax bi.

İdris BERZANİ di şoreşa azadîya Kurdistanê de emegdareke gelek mezin bu.

Miletê Kurd minetdar û sipasdarê İdris Berzanîye. Lewra wê di tevgera rizgarîya Kurdistanê de, her were yad kirin.

Ruhşad be û di nav nûr û ronahîyê de razê. 31.01.2021

Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê Partîya Maf û Azadîyan /HAK-PAR’ê


Print