2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
SITRANEKÎ BÊJE
2021-05-31 21:37
Suphi Aydın

Sitranekî bêje
Çav zelalê
Çi dibe

Bila weka bayê berbangê
Xweş û geş bike dilê min
Fena nanekî germîn ya sêlê nerm
Bihna tahmekî xwezayî were ji ev kilamê
Ji ber ku hez nakim ez bêdengîyê

Sitranekî bêje
Çav zelalê
Çi dibe

Bila tarîya şevê biçirîne ev kilam
Fena ronahîya sitêrên ezmanê
Aramî û aşitîyê birêjîne li ser me da
Bistirê bi makama bilûrekî da bilorîne
Bi dengekî nerm, xweş û zelal va bêje

Sitranekî bêje
Çav zelalê
Çi dibe

Bila bi hezaran serpêhatî bên ziman
Qasê emrekî dirêj bin gotinên kilamê
Bila behsa jîyanekî aştîxwaz û serfîraz bike
Di nav gotinên wê sitranê da şer, kuştin tunebin
Weka çîroka hezar û yek şevê dirêj be

Sitranekî bêje
Çav zelalê
Çi debe

Bila tenê ji bona hêvî û hezkirinê bê lorînê
Êdî derenge bila belav bike tarî û bêdengîyê
Bila bibe findek û ronî bike welatê min
Dengê te yê xweş û nerm geş bike bila dilê min
Sitranekî bêje bila hetanê hetayî bê dawî be!

MÊVANO

Mêvano, mêvano, mêvanê, mêvano
Serê mi gorî emrê mi qurbano

Lê lê dayê hatîye mala bavê mi bi mêvanî
Lê lê dayê hatîye mala bavê mi porkurê bi mêvanî
Minê ji mêvanê xwe ra bi fîncana qehwe anî
Min nezanîya bi eyban bû, ji şerman bû
Tilî û pêçîyên min keçikê lerizîya bû
Çilkê qehwê ser eba belek ra rijîya bû
Çaxa Dewrêşê Evdî piçûkê biran
Mêrkujê mêran,ser bejna taxa li rêhanê
Ber derîyê mala bavê min suwar bû
Wezê rûniştîbûm dû mêvanê xwe giryabûm

Mêvano, mêvano, mêvano, mêvano
Serê mi gorî emrê mi qurbano

Lê lê dayê hatîye mala bavê mi keçikê bi mêvanî
Lê lê dayê hatîye mala bavê mi porkurê bi mêvanî
Ji min re heft sîtilek ji Şamê anî
Ji min re heft qalibek sabûn anî
Wezê çûme ber çemê ji ava xêwir danî
Ava çemê ji xêwirê min zuha bû
Heft sîtilê Şamê ser kelîya bû
Heft qalibê sabûnê helîya bû
Tilî û pêçîya min heyanê ber bazinê masîya bû
Minê şuştî ne şuştî çilka qehwê ser eba belek da ji xuya bû
Çaxa Dewrêşê Evdî piçûkê biran
Mêrkujê mêran, ser bejna taxa li rêhanê
Ber derîyê mala bavê min suwar bû
Wezê rûniştîbûm dû mêvanê xwe giryabûm

Mêvano, mêvano, mêvano, mêvano
Serê mi gorî emrê mi qurbano

Lê dayê hespên Dewrêşê Evdî çare
Lê lê dayê hespên Dewrêşê Evdî çare
Ne nale ne bizmale, ne geme ne dev hevsare
Ezê dikim bişînim Erzûrûma bi şewite
Jê ra bînim nal û bizmale
Ezê porê xwe jêkim jê re bikim gem û dev hevsare
Çaxa Dewrêşê Evdî piçûkê biran
Mêrkujê mêran,ser bejna taxa li rêhanê
Ber derîyê mala bavê mi suwar bû
Bira xelk nebêje Dewrêşê Evdî çi suwarek bê pergale

Mêvano, mêvano, mêvano, mêvano
Serê mi gorî emrê mi qurbano

Ev kilam ji dengê Îsmaîl’ê Xelîl’ê Eco, xelkê gundê Sarcan’ê hatîye berhevkirinê. Heyanê careka din bimînin di nav aşitî û aramîyê da!
Print