2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
KURDÎ QISE NEKE
2021-06-14 09:37
Suphi Aydın
Xwendevanên delal, heftekî berê min di derheqa pedegojîya dibistana ewil ya bajarê Edene’yê de nivîsîbû. Vê carê dixwazim bi kurtî li ser bûyerên ku di pola yekê ya mekteba nîvçe di qezayê Depe yê da qewimîne bînim ziman. Ev dibistan ser rêya aswalt ya ku ji nav qezayê re derbaz dibû diçû Xarpêt, Çowlîg û Gexe’yê da bû. Jixwe xanîyekî yek qat bû û çar sinifê xwe, odeyên îdareyê, ya memostan û yek jî kenîfekî hinekî ji wê bînayê dûr hatibû çêkirinê. Derûdora wî mektebê jî bi bedenekî bilindîya xwe qasê mîtroyekî hatibû çêkirinê. Her polê da qasê çil, pênce şagirt hebûn. Tabî hemû zaroyê wê heremê bûn, hinekî bi zazakî, lê piranîya wan jî bi kurmancî qise dikirin. Şagirtên wek me ku ji gundan hatibûn ji xwe ra odeyekî kîra dikirin û çar kes têda dijîyan. Nan jî me frûnê, zeytûn, çay şekir jî ji dukanekî dianî, wan di defterên xwe da ev hesêba me dinivîsandin. Serê mehê da me heqê wan dida. Di wan odeyan de jî av tunebû, me av ji kanîya nav taxê ra dianî. Pê çay çêdikir, dest û rûyê xwe dişuşt. Axir me gelekî zehmetî dît û jixwe armanca vê nivîsê jî di derheqa qisekirin, an qedexe kirina zimanê kurdî ye.

Di wê waxtê da gava memoste kêm bana, cîhê wan bi alîyê mexmûrên weka qeymeqam, an jî jinên wan yên xwenda va ders dihatin dayîn. Ez wê salê jî dîsan weka berê fena kesekî mêvan diçûm dibistanê û dihatim. Dawîya salê da ji heşt dersên min zayif bûn, lê tenê dersa zimanê îngîlîzî da min nota herî baş ( pek eyî ) girtîbû. Dersdarê zimanê îngîlîzî jî xanima savcîyê qezaya Depe’yê bû, ew jinekî maqul û him jî xwedîyê otorîteyê bû. Gava ew diket nava sinifê, herkes bêdeng û bi alaqayekî mezin va guh didan ser dersê wê. Herwusa qaymeqam û jina wî jî ders didan me. Êdî dawîya salê hatîye, rebena dapîra min jî ji gund çend serî pêynîrê teze girtîye hatîye Depe’yê da çûye mala kirîvê me memostê Şemsettîn ji xelkê gundê Zelxedêr’ê da bûye mêvan. Haya min jî pê tuneye, em di sinifê da rûniştine. Memoste Şemsettîn jî di mekteba ewil da ders dida û dihat dersa resim dida me. Memoste Şemsettîn ket hundûre dersxaneyê û li min nêrî kir qêrîn got: hela vê şîr heramê mêze bikin, dapîra wî hatîye mala me da rûniştîye, çi jinekî maqûle hûn nizanin. Ev jî tornê wê jinikê û ya kirîvê me Hecî Resûle. Heşt zayifên xwe hene ez kîjan memoste ra dibêjim hinekî alîkar bin, ji min re dibêjin qet dengê xwe neke, ji destên wî me gelekî cefa kişand.

Yek jî meêosteyê me yê zimanê tirkî hebû, xelkê herêma me bû, Hasan Turan. Ew jî otorîter bû û bi dil û can ders dida me. Merivekî kilafetlî serxwe bû, bavê min nas dikir, çend caran dewletê ew tev çend memosteyên din surgûn kirin, lê xelkê Depe’yê têl kişandin Ankara yê û ev cardin hatin ser karê xwe. Tirkîya min jî zayif nebû lê dersên din hemî zayif bûn. Di rojekî yekî min re got; Hasan Turan banê te dike, here oda memosteyan, ev gelekî hêrs bûye. Min got, herhal yekî gilîyê min kirîye, mecbûr ez çûm min derîyê oda memostan xist û ketim hundur. Hasan Turan li min nêrî, Suphî hela were rûne va çi hale em fêhm nakin, çira te ji dersê zimanê îngîlîzî da notê herî baş girtîye û dersên mayîn jî hemû zayifin.Ger tu bêaqil bibana te ev dersa zimanê îngîlîzî da jî zayif digirt û em dizanin ku memoste xanimê dersê zimanê îngîlîzî jî alîyê notê baş dayinê da gelekî dest tenge, ev çi hale me ra bêje. Min jî got; ez zimanê îngîlîzî hez dikim, ji ber ku ev nîzîkê zimanê me zazakîyê ye. Hasan Turan hêrs ket,sureta wî bû sor ji min re got, derkeve der. Ez zû rabûm û ji oda memosteyan ketim der. Îcar Hasan Turan tim bi coşeka bilind va ji me ra helbesta Zîya Gokalp’ê dixwend; Turanın bir dili var/ Ve yalnız bir ili var/ Başka dil var diyenin/ Başka bir emeli var. Wergera kurmancîyê: Tenê zimanekî Turan’ê heye / Û tenê warekî xwe heye / Kê ku bibêje zimanekî din heye / Mexsedekî wî ya cudabûnê heye. Hasan Turan xelkê herêma Dersîm’ê bû lê, gava wî ev helbesta jorîn dixwend te digot neha ew bi eşqa bifire.

Ez vegerim ser meseleya kurdî qise nekinê. Wê salê qaymeqamê Depe yê ji xelkê Ispartayê bû, yekî bejn dirêj û serî rût bû. Xelkê digot, ev kes merivê başwekîl Suleyman Demîrel’ê ye. Gava di nava sukê da li ser rêda diçû dihat, bi pîyan xelkê dixist û kürtçe konuşma – kürtçe konuşma diqêrîya. Ew jî dihat ders dida me û xanima wî jî dihat dersê erdnîgarî û ya dîrokê dida şagirtan. Carekî zivistanê mekteb dibû tatîl ji bona panzdeh rojan, ev xanima qaymaqamê jî gotibû, zarokno ji we ra rojên baş hêvî dikim. Min jî jê re bi îngîlîzî got, bay bay. Hema di carekî da hêrs ket, numra min ji defterê xwe da qeyd kir û got, bêedep ( terbîyesîz ) ezê di dawî salê da ji te bidin zanîn ev bay bay wê were çi mehneyê. Jixwe mêrê wê dîn bû û ew jî wusa bêmerhamet bû. Di rojekî da dukana xalê Bakî Onur’ê da sêlika kilamê Yûsuf Azîzoğlu dabûn ser giramafonê û Eyşe Şan’ê bi dengekî bilind va distêrîya. Lê gava ev qaymeqam dengê Eyşe Şanê bi kurdî bihîstîye, hema gêj bûye ajotîye ser dukanê û bi lingan çûye ser giramafonê ev sêlika kilamê û giramafon şikandîye. Tabî xalê Bakî jî texmûl nekirîye û çend gurmik lê xistîye. Dûra wan xalê Bakî girtin birin, nizanim avitin hepsê, an jî ev ji welat revîya çû.Axir ez bêm dawîya gotinên xwe. Di dawîya salê da memosteyan ji şagirtan re digotin kê dixwaze texlîda min bike? Di rojekî da ev qaymeqam ket hundurê sinifê, got kê dixwaze texlîda min bike, kesî dengê xwe nekir, ji tirsan kes naxwaze texlîda wî qaymeqamê gêj bike. Min tilîya xwe bilind kir, ew li min nêrîya got tu? Min jê re got, erê. Wî jî got, keremke û hat şuna min da rûnişt. Ez ji sinifê derketim der, derî yê sinifê min bi hêrsa vekir û bi gurmîyekî girt. Zarok rabûn ser pîyan, min bi hêrs wan re got rûnin. Çûm defterê ser masê dîsan bi hêrsa îmza kir, li vir û wir min pîyên xwe fena ku wî di suka qezayê da dixistin xelkê bir û anî, min got; kurdî qise nekin, kurdî qise nekin û hatim cîhê xwe da rûniştim. Qaymeqam efendî tiştên wusa ji kesî bawer nekirîbû, rengê rûyê wî bûbû zer û ji min re got sipas dikim, te pir xweş texlîda min kir. Ew çû ser masayê xwe da bêdeng rûnişt û got dersên te çawane, mingot ne başin. Wî got mereq neke ezê bi memosteyên te ra rîca bikim bira notê rind bidin te, ev şagirtê xwedîyê ewqas cesaret bila sinifê da nemîne. Min jê re got xanima te jî zayif daye min, ev kenîya got, mereq nekê ezê dilê wê çêkim û tu derbazê sinifa duduyan dibî. Min hêvî dikir ku qeymeqam ev kêmasîya dersên min telafî bike û ez derbazê sinifa duduyê bibim. Lê ew çend roj dure hat sinifê ji min re dibêje, kuro tu dînî, ez nikarim xanima xwe ra bêjim bay bay. Di eslê xwe da min xwastibû jê re bay bay bibêjim ku ew pê şa bibe, weka din nîyeteka min jî tune bû.

Belê xwendevanên delal, di van rojên dawîyê da gelekî gotin di derheqa ziman û perwerdeya kurdî da hatin nivîsandin, min xwast ji jîyanê çend mîsalan bînim zimên. Heyanê careka dinê bimînin di nav xweşî û başîyê da!

Print