2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
DERHEQA JÎYANÊ DE
2021-08-20 23:42
Suphi Aydın
DERHEQA JÎYANÊ DE

1

Bi jîyanê henek nabe,
divê tu bi hewesekî mezin va bijî
fena Sîncapekî mesela,
pêwîste ku bi hemû hêza xwe va bijî,
lewra divê hemû kar û îşê me jîyan be.

Divê tu qedir û qîmetê jîyanê bizanî,
ewqas eseh, wusa bi dil û can ku,
destên te da kelepçe, pişta te dane dîwarê,
an jî bi berçavikên xwe yên mezin,
bi îşligê xwe yê sipî va di labaratuwarê da yî,
dive tu bikaribî canê xwe feda bikî bona mirovan,
him jî ji bona hîn kesan ku tu qet wan nasnakî jî,
divê tu kesekî jî ji te tiştê weha nexwastibe jî,
ger tu bizanî di rûyê erdê da tiştê herî xweş
jîyan bi xwe be jî.

Pêwîste tu wusa eseh bigrî qedra jîyanê,
wusa ku di heftê salîya xwe da darên zeytûnê deynî,
lê divê tu neynî bîra xwe ku wê ji zarokan re bimînin,
him bitirsî ji mirinê, him jî bawer nekî tu rojekî da bimirî,
jîyan, zor û bi zehmet be jî.

1947

DERHEQA JÎYANÊ DE
2

Ferz bike ku em nexweşin
him jî nexweşên giran
divê ku emelîyet jî pêwîst be,
gelo careka dinê emê rabin ser xwe
li ser masaya sipîyê?
Emê pê biêşin ji bona rojekî berê razanê
emê bêjin heyfa me jî
emê dîsa jî bikenin ji meselokên Bektaşî yê,
ji pencereyê binêrin ka li derva dibare baran,
an jî emê bi sebir bipên dema xeber belav kirina ajansan...

Ger pêwîst be em şer bikin ji bona armancekî,
em bêjin em wane nava şerekî giran da ne
li wir di destpêka şerê da, divê ev roja hanê da
bi ser rû ser erdê ketin û mirin jî heye.

Bi hêrs emê pê bihesin ku ev e rastîya me,
lê dîsa jî emê bi mereqan biteqin
dawîya şerê bi sed salan bajo jî.
Divê ku em di hepsê da ne,
emrê me jî gîhiştîyê pênce salî yê,
ji bona serbest berdanê jî bira hejdeh sal bimînin.
Dîsa jî emê bi dervayê hepsê va bijin,
bi tev mirovan, heywanan, bi şer û bayê va,
emê jîyana bi dervayê hepsê va bijîn.

Em li kuda dibin bira bibin
wusa bijîn ku fena em qet tu caran namirin.
1948

DERHEQA JÎYANÊ DE
3

Ev dinê wê bibe sar di rojekî da,
di nava sitêran de bibe sitêrek,
him jî ji piçûktirê wan,
fena mîsqalekî qedîfeya şîn be,
divê, ev dinê a mezin ya me.

Ev dinê wê bibe sar di rojekî da ,
him jî wê bibe quçekî cemidî,
an jî wê bibe fena ewrekî vala,
lê weka gûzekî pûç wê gilêr bibe
di nav tarî û zilmatê da, li her derê...

Ji neha ve bê kişandinê êşa wê,
ji vê gavê ve bê bihîstin xemgînîya wê.
Wusa zêyde bê hezkirin ku ev dinê
tu yê bikaribî bibêjî ez tê da jîyame...
Sebat - 1948

Xwendevanên delal, ji bona we ev sê helbestên jorîn yê Nazim Hîkmet’ê diweşînim. Gelekî waxte ez li ser wergerandina helbestên Nazim Hîkmet’ê dixebitim. Min bîstûyek helbestên wî bi zazakî û çilûyek jî bi kurmancî wergerandîye. Lê min heyanê vê rojê bona çapkirina wan weşanxanekî kurd nedîtîye. Bi van rojan de li gelekî welatan de daristan tevî teyr û tûr, mar û mişk dişewite, hîn cîhan de jî lehî – laser hatîye û mal û milkê xelkê ber xwe da birîye. Hinekî mirovên bê guneh jî mirin di nav av û agirê da! Li Afganîstan’ê da jî Talîban bê şer bûn xwedîyê desthilat. Rewşa welatên misilman ji yên xelkên ne misilman zêydetir xirabe di her alîyê da. Dive ku hîn welatên şerq da pere, petrol û erdê bi bereket hebe, lê desthilatên wan tenê berjewendîya malbatên xwe dinêrin. Xelk di van welatan de bê heq û edlayî, bê kar û îş perşanin. Tabî ABD û NATO jî bê guneh nînin, wan ev xelkê reben hiştin ber merhameta Talîban da. Gelo wê di rojekî da xelkê Kurdistan’ê jî wusa tenê bihêlin ew hukûmdarên dinê? Heyanê careka dinê ji we ra aramîyê dixwazim!
Print