2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Suphi Aydın
 
Helbestek ji Cegerxwîn
2021-11-01 20:25
Suphi Aydın
EZ NIZANIM ÇI BÊJIM

Heval, ez bilûrvanim
Dengê saza hozanim
Ji wê ez dilgiranim
Ez nizanim çi bêjim

Ez bilûra Marks’im
Dengê rista bêkesim
Ji hêvîyan avisim
Ez nizanim çi bêjim

Ez daxwaza Xanî me
Rewşa neqşê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim

Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjenim bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim

Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim

Ez Musa’yê Hesar’im
Ji we tevan dilsarim
Lê ez bi we nikarim
Ez nizanim çi bêjim

Çiman hemî nabin yek
Leşker nakin lek bi lek
Kanin ew birca belek
Ez nizanim çi bêjim

Hirç ketine nava rez Gur ji hawîr têne pez Ji xew rabin em bi lez Ez nizanim çi bêjim

Çine ev êl û eşîr?
Ne beg maye nejî mîr
Ji dijmin re bûn gizîr
Ez nizanim çi bêjim

Şêxên bi cibe û şaş
Xwe ji olê dane paş
Hemî bûne gornebaş
Ez nizanim çi bêjim

Ey xorto ko ji nû tê!
Ê ko di nav zikê dê
Yan ji di pişta bavê
Ez nizanim çi bêjim

Ji bo we ez vê sazê
Xweş lê didim bi gazê
Bi daxwaz û nîyazê
Ez nizanim çi bêjim

Ev daxwaza me pir kûr
Mûsa, min ev bire Tûr
Îsa, min ev kire nûr
Ez nizanim çi bêjim

Ez miletim, ez mirov
Sedê bîsta neman hov
Dirêşînim bo we tov
Ez nizanim çi bêjim

Ji bo we min gelek hişt
Hin dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim

Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min
Ez nizanim çi bêjim

Serî sipî bûye pûş
Per şikestî qereqûş
Ez dinalim li Merûş
Ez nizanim çi bêjim

Perçe bûnr lek bi lek
Hemî bazên qerbelek
Kengê karin bibin yek
Ez nizanim çi bêjim

Dipeyivin pir qelew
Ji dijmin re çêlekew
Çawan serî dixin xew
Ez nizanim çi bêjim

Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gîhaye bi hestî
Ez nizanim çi bêjim

Xwendewarên kurên kurd
Em li qada xwe zigurd
Besin kul û xem û derd
Ez nizanim çi bêjim

Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û şev
Ji dil dibêm, ne bes dev
Ez nizanim çi bêjim

Weke hevin ev û ew
Win guh medin tev derew
Milet şîyar bû ji xew
Ez nizanim çi bêjim

Milet tenê dikarî
Xweş hilgirî vî barî
Ristê bikî hevparî
Ez nizanim çi bêjim

Win dixwenin ji bo çi?
Ma nabînin li her cî
Cihan ber bi pêş diçî?
Ez nizanim çi bêjim

Dijmin li her cî û şop
Xwedî tang û xwedî top
Li me dikin qope – qop
Ez nizanim çi bêjim

Nabînin dijminên xwe
Her tişt birin ji bo xwe
Li min sor bû kiloxe
Ez nizanim çi bêjim

Dibin destan hezar sal
Dane dijmin qad û mal
Berdin şopa bav û kal
Ez nizanim çi bêjim

Bav û kalên me nezan
Pez berdane bê şivan
Xanî bûbû bilûrvan
Ez nizanim çi bêjim

Ne ez xanim, ne Xanî
Ne Zerdeşt, ne Manî
Li xwe kir bargiranî
Ez nizanim çi bêjim

Ne gernasim, ne egît
Ez Şêxmûs’im bê mirîd
Lê dilewkim wek berîd
Ez nizanim çi bêjim

Di ristê de çi merdim
Dil bi kul û bi derdim
Xwîna şehîdên kurd’im
Ez nizanim çi bêjim

Ronikên xwişk û diya
Ez axîna sêwîya
Ez gazinên jinbîya
Ez nizanim çi bêjim

Ez hêvîyên girtîyan
Jana dilê birçîyan
Serma laşên bêcîyan
Ez nizanim çi bêjim

Ez dixana napalim
Xwîna sînga delalim
Hawarim, nalenalim
Ez nizanim çi bêjim

Ez dengê wan hêjaran
Ketim şax û zinaran
Ez ew benê sêdaran
Ez nizanim çi bêjim

Heq bi zorê di jînê
Ez dilbije evînê
Çi te ji vê girînê?
Ez nizanim çi bêjim

Keko ez Cigerxwîn’im
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim
Ez nizanim çi bêjim

Xwendevanên delal ev helbesta jorîn ya helbestvanê gelê me yê hêja Cegerxwîn e. Gelekî ji vê helbestê hez dikim û lewra min ji kitêba wî ‘ RONAK – Dîwana çaran li jor nivîsî. Ev pitûk ji alîyê weşanên DENG hatîye çapkirinê. Navê helbestê : ‘ Ez nizanim çi bêjim’ e. Lê di eslê xweda zanîna xwe û rewşa gelê kurd tîne ber çavên xwendevanan. Çi di vê helbestê da nehatîye zimên ku? Çawa ku xelkê me dibêje tilîya destê xwe birîye ser hemû êş, xem û kulan. Hêvî dikim ku cîwanên gelê me ev helbasta bixwînin û jê fêyde hilînin. Heyanê careka din bimînin di nav aramî û xweşîyê da!
Print