2024-03-19
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
Kemal Burkay
 
Z E W A C (*)
2021-12-25 11:42
Kemal Burkay
Hezkirina jin û mêr ji hevdu qanûneke tebîyî ye. Di saya vê hezkirinê da zarok çêdibin, neslê mirovan berdewam dike. Her usa jî ev hez tamekê dide jîyanê.

Zewac, wek sazîyeke civakî, li ser vê bingehê ava bûye.

Di civaka mirovan da zemanê berê zewac, heya malbat tunebû. Piştra malbatên fireh çêbûn, piştî wê jî malbata mêr û jinekê û zarokên wan…

Ango malbat di qonaxeke civaka mirovan da derket. Çawa Engels dibêje, tevî derketina milkê şexsî û dewletê…

Zemanê berê, di dema civaka komûnal da milkê şexsî tûne bû û ji hevdu hezkirin jî hîn ne bûbû wek pêvendîyeke milkî. Mêr ne ji bo jinekê bû û jin jî ne ji bo mêrekî bû.

Lê di zeman da malê zêde, milkê şexsî û dewlemendî çêbû. Hin kesan erd, pez û dewar, zêr û zîv, heya mirov (wek kole û carîye) kirin milkê şexsî.

Evîndarî berhemê hezkirina jin û mêran e. Li zemanê berê ku pêvendîya mêr û jinan hîn bi gelek qeyd û şertan ne hatibû sînorkirin û gelek serbest bû, evîndarîyên usa mezin, yên usa dilşewat wek ya Leyla û Mecnûn, Ferhad û Şîrîn, Parîs û Helena, Romeo û Julyet tunebûn. Lê piştî sînorkirina pêvendîyên jin û mêran çêbûn.

Kilamên azadîyê berhemên bindestîyê ne. Evîndarîyên mezin jî berhemên pêvendîyên qedexekirî…

İro jî, di civatên modern da, ku pêvendîyên jin û mêran gelek serbest e, êdî çîrokên usa dilşewat çênabin. Mêr û jina ku ji hev hez bikin dikarin bizewicin, yan jî bi hevra bijîn. Her usa jî, dema ji hevdu aciz bin, dikarin hevdu berdin.

Lê zewac? Gelo zewac di jîyana mirovan da çi rolê dilîze?

Li ser zewacê gotin pir in. Gotineke balkêş ev e: “Zewac wek kasa hungiv e; mêşên (vizikên) der dixwazin bikevin hundur, yên hundur dixwazin derkevin derê...”

Gotinek din jî li ser zewacê ev e: “Keçikek berî zewacê tenê mêrekî dixwaze, lê piştî zewacê hertiştî…”

Tolstoy çîroka xwe ya bi nav û deng, “Kroyçer Sonat” li ser pêvendîyên jin û mêran nivîsandîye û di warê xebatê da mêran wek xulamê jinan nîşan dide. Dibêje: “Kar û xebata mêran ji bo jinan e! Binêrin, ew tiştên ku li camekanên dikanan da raxistî ne, sedî da nod ji bo jinan in.”

Dîsa dibêje: “Jin li xwe dikin, xwe dixemilînin, wek malê ji bo bazarê.. Da ku mêr bi wan qayîl bin…”

Belê, rayê Tolstoy li ser jinan gelek giran e û şik tune jin ji van gotinan gelek aciz bin, bi taybetî ewên femînîst…

Tolstoy ne tenê nivîskarekî bi nav û deng, her usa jî kont bû, ango xwedî erdekî fireh û gelek dewlemend bû. Lê pirî caran, nizanım ji bo çı, rebenî ji mala xwe direvî û bi rêyan diket. Di kalîya xwe da li ser textê îstasyonekê mir.

Di zemanê me da li ser heqê jinan axaftin û tevger xurt e. Berî hemûyan, gilî û gazinên jinan ji mêran gelek zêde ye. Di nav mêran da jî kesên heqnas, wek piştgirê jinan ne kêm in.

Gelek jin teda dibînin. Gelekê wan tim di mal da ne, wek “dîlê mitbaxê” ne. Jîyana wan bi çêkirina xwarinê, cil şûştinê, paqijîya malê û mezinkirina zarokan derbaz dibe. Waxt û firsend nabînin ku tevî kar û barê civakê bin û di warê aborî da bê mecal in. Hin caran mêr li wan didin, teda dıkın.

Rewşa jinan bi taybetî li welatên şundamayî bi vî rengî ye. Lê ev yek gune yê kê ye? Tenê yê mêran e, yan yê sazîya kevnare ye?

Her usa jî, yê ku ji zewacê gilîkar in, gelo tenê jin in?

Herin li dinyayê bigerin, li halê jin û mêrên zewicî binêrin û ji wan bipirsin: Gelo kî ji halê xwe razî ye?

Çawa gotibû şair: “Carek tilya xwe lêxe û hezar ax û wax bibihîse ji kasê faxfûr...”

Tu jî yek bipirs û guh bide hezarî!

Pirs û derdên zewacê carina ji serhişkî û diltengîya, ji neheqîya alîyekê, carina ji du alîyan pêk tê. Te dît xûyê wan li hev ne hat… Carina tiştê ku yek jê hez dike, yê din jê xû dike. Tiştê ku li yekî (yekê) xweş e, li yê din tahl e…

Lê gelek caran jî pirsên zewacê ne ji serhişkî û diltengî, yan ji neheqîya mêr û jinê ye. Heya dibe ku herdu alî jî mirovên nerm û heqnas bin. Lê carina di zeman da ji hev bêzar dibin.

Ne rojek e, mehek e û salek e; emrekî dirêj… Her roj di nav eyni malê da, di nav eynî cilê da rû bi rû…

Ango zewac kasa hungiv be jî mirov jê bêzar dibe; roj tê dibe cila ji derzîyan...

Melek jin in yan mêr in, ez pê nizanim; li ser vê meselê nîqaş heye… Dibe ku ew jî wek me du cins bin. Lê dibêjin xwedê carê du melek zewicandin. Çend meh şunda Cebraîl şande cem wan û li halê wan pirsî. Cebraîl dema nêzî malê bû, dengê şer û pevçûnê hatin guhê wî. Tiştê ku dît pê gelek ecêb ma. Herdu melekên jin û mêr bi pêsîra hevdu girtibûn, şerê hevdu dikirin û îfrît ketibûn navbera wan, ku wan li hev bînin!..

Xortên teze, nebe ku hûn ji gotina min bitirsin, ji zewacê poşman bin, jê birevin… Na na, ya xwe bikin. Ji xwe ez çi bêjim jî hûnê dîsa ya xwe bikin… Zewac kasa hunguv e, dikişîne!..

---------------------------------------------------------------

(*) Ev nivîs min di sala 2001 da, ango bist sal bere nivîsandibû, lê çap nekiribû. Di kîlera min da mabû (Di bîranînên xwe, Cîldê 4’an da behsa wê dikim.) Îcar rast hatim û min got çima çap nebe?..

Print